Şevê din komek leşker bi gelek ambûlansan anîn Nexweşxaneya Herêmê ya Wanê. Hate dîtin ku gelek leşker bi guleyan birîndar bûne.
Şevê din di demjimêrên derdora 22.00'an komek leşker bi gelek ambûlansan anîn Nexweşxaneya Herêmê ya Lêkolîn û Pêkanînê ya Wanê. Nêzî 10 leşkerên ku li ser wan şopa birîna guleyan hebû rakirin nexweşxaneyê. Hate dîtin ku li ser bedena hemû leşkeran birîna guleyan hebû. Lê nehat zanîn ku leşker di kijan pevçûnê de birîndar bûne.
Li gel leşkerên birîndar gelek leşkerên din jî cilê wan di nava xwînê de mabûn. Dema leşker anîn nexweşxaneyê û leşker bi telefonan bi fermandarê xwe re diaxivîn digotin "Em asê kirin. Me nekarîbû serê xwe ji ber guleyan rakiraya. Balkêşe derbarê van birînan de tu kanalên çapemeniyê û rayedarên dewletê agahî û nûçe nedan.