Gelê Xelfetiyê li ber desteserkirina Şaredariyan rabû
Gelê Xelfetiyê bersiv dane desteserkirina şaredariyên DBP’ê: "Em ê vê desteserkirinê nas nekin. Em ê heta bi dawiyê şaredariyên xwe biparêzin û li vîna gel xwedî derbikevin."
Gelê Xelfetiyê bersiv dane desteserkirina şaredariyên DBP’ê: "Em ê vê desteserkirinê nas nekin. Em ê heta bi dawiyê şaredariyên xwe biparêzin û li vîna gel xwedî derbikevin."
Li dijî desteserkirina şaredariyên DBP’ê bertek berdewam dikin. Li navçeya Xelfetî ya Rihayê li dijî vê desteserkirina şaredariyan bi tevlîbûna Hevserokên Şaredariyên Xelfetiyê, endamên meclîsa şaredariyê û rêveberên HDP’ê, DBP’ê, pêkhateyên KJA’yê daxuyaniyek hate dayin.
Hevşaredara Xelfetiyê Ayşe Dûrmûş metna daxuyaniyê xwend û got, darbe li wan hatiye kirin. Dûrmûş diyar kir, rejîma AKP/Qesrê dest datîne ser destketiyên Kurdan ku bi berdêlên giran hatin bidestxistin.
'EM JI HILBIJARTINÊ WÊDETIR TI VEBIJERKÊ QEBÛL NAKIN'
Dûrmûş da xuyakirin, ew ê desteserkirina şaredariyan bi ti awayî qebûl nekin û wiha got: 'Eger weke tiştên ku hûn îdîa dikin rewşek hebe kerem bikin, em li xwecih sindoqê deynin, bila gel biryarê bide. Em bi hilbijartinê hatine û em ê bi hilbijartinê biçin. Ji bilî vê em ti vebijêrkê nas nakin."
'EM Ê LI VÎNA GEL XWEDÎ DERBIKEVIN'
Hevşaredar Dûrmûş di dewama daxuyaniyê de got: "Li vir têkildarî vê darbeya li dijî vîna gel em dîsa bang dikin, AKP/Qesr divê dev ji polîtîkayên bi dijminatiya li Kurdan berde. Polîtîkayên ku xwe li ser dijminatiya Kurdan ava kirine tiştekî bi dest kesî ve nayîne. Hê beriya ku bi derengî bikeve dev ji van helwestên xwe biqerin. Em weke rêveberiya Şaredariya Xelfetî û gel, em ê li dijî vê darbeya desteserkirinê heta dawiyê şaredariyên xwe biparêzin û her demê li vîna gel xwedî derbikevin."