Gelê Wargehê cejin bi xemgînî pêşwazî kirin

Gelê Wargehê cejin bi xemgînî pêşwazî kirin

Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem biboneya Cejna Qurbanê piştî nimêja li mizgeftê gel bi girseyî çû serdana Goristana Wargehê.

Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem biboneya Cejna Qurbanê piştî nimêjê gel bi girseyi çû serdana Goristana Wargehê. Li goristanê Serokê Şaxa Civaka Îslamî ya Kurdistanê ya Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Mela Tofîq Cejna Qurbanê li tevayî cîhana Îslamê û gelê Kurdistanê pîroz kir. Mela Tofîq da diyarkirin ku, mirovên di rêya rast û başiyê de bi rê ve neçe, yê xirabiyan bike li cîhana din diçe cehenemê û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Di cejnan de deriyê tobekirinê ji her kesan re vekiriye. Her kes dikare rêya xerabiyê berde û ji aliyê xweda ve we re efûkirin.” Mela Tofîq di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Bi Hêviya ku ev cejn bibe cejna azadkirina Rêbertî, gelê Kurd, Kurdistan û tevayî gelê bindest em cejna mirovên Misliman pîroz dikin.”

Li ser navê Meclîsa Gel ya Demokratîk ya Wargehê jî Ehmed Nêrwehî cejna Rêberê Gelê Kurdistanê Abdullah Ocalan û gelê Kurd û kesên di zîndanan de pîroz kir. Ehmet Nêrwehî wiha got, “Cejn wateya azadî, kêfweşî û biratiyê ye; lê mixabin dewleta Tirk ya faşîst û xwînxwar zilmê li ser gelê Kurd dike. Va ye 45 roje gelê Kurd di zîndanan de ji bo azadkirina Rêberê xwe ketiye greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger. Dewleta Tirk xwe ker kiriye, çapemeniya wan jî çavên girtiye û qet behsa çalakiya berxwedêrên gelê Kurd nakin.” Ehmed Nêrwehî herî dawî wiha got: “Em hêvîdarin ev cejn bibe wesîleya azadiya Rêbertî, jiyanek azad û welatek wekhev.”