Gelê Silopiya ji bo piştgiriya ji berxwedanan re derket kolanan

Gelê Silopiya ji bo qedexeyên derketina kolanan ên li hember Nisêbîn, Licê, Hênê û Geverê şermezar bike meşiyan û piştgirî da berxwedana gel.

Gelê Silopiya ji bo qedexeyên derketina kolanan ên li hember Nisêbîn, Licê, Hênê û Geverê şermezar bike meşiyan û piştgirî da berxwedana gel.

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê bi sedan welatî ji bo qedexeyên derketinên kolanan ên li Nisêbîn, Licê, Hênê û Geverê şermezar bike û piştgiriyê bide berxwedana gel meşiyan. Bi sedan welatiyên ku di pêşengiya meclîsa bajêr de li ber avahiya HDP'ê kom bûn ber bi Kolana Hunerê ve meşiyan. HDP, DBP, DEM-GENÇ, KJA û Meclîsa Dayikên Aştiyê piştgirî dan çalakiyê. Di meşê de pankartên, "Em berxwedana gelê Nisêbînê silav dikin" û "Em qetlîamên li Nisêbîn, Licê û Hênê şermezar dikin, berxwedana gel silav dikin" hatin hilgirtin. Her wiha dirûşmên, "Bijî berxwedana Nisêbînê" , "PKK gel e, gel li vir e" û "Gelê Nisêbînê ne bi tenê ye" hatin berzkirin.

Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên azadî û demokrasiyê Hevseroka Meclîsa Bajêr Pakîze Nayir qetlîamên li ser gelê Kurd tên meşandin şermezar kirin û wiha axivî; "Piştî ku xwerêveberî hatin îlankirin diviyabû dewletê ev vîna gel qebûl kiriba. Lê AKP û dewlet bi zîhniyeta êrîşî deverên ku me xwerêveberî îlan kirine dikin û qebûl nakin ku gelên Kurdistanê xwe bi xwe rê ve bibin."

Nayir di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku wê li hember van êrîşan li ber xwe bidin û axaftina xwe wiha domand; "Em jî dibêjin, çawa ku zîhniyeta êrîşên te ya çeteyên DAIŞ'ê be vîna me jî Kobanê ye. Em ê bi ruhê Kobanê û Şengalê li ber xwe bidin û bi ser bikevin."

Piştî axaftina Nayir meş bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.