Gelê Rojava herikî qadên Newrozê
Ji bo pîrozkirina Cejna Newrozê, şêniyên Dêrik, Girkê Legê, Tirbespiyê, Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê, Serêkaniyê, Til Temir û Hesekê herikîn qadan.
Ji bo pîrozkirina Cejna Newrozê, şêniyên Dêrik, Girkê Legê, Tirbespiyê, Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê, Serêkaniyê, Til Temir û Hesekê herikîn qadan.
Ji bo pîrozkirina Cejna Newrozê, şêniyên Dêrik, Girkê Legê, Tirbespiyê, Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê, Serêkaniyê, Til Temir û Hesekê herikîn qadan.
Li sersanserî bajarên Kantona Cizîrê coşa Newrozê destpê kir. Di Newroza îsal de wê 3 peyamên girîng bêne dayîn û dirûşmeyên pîrozbahiyê jî li ser heman esasî hatine diyarkirin. Dirûşmeya bingehîn ji bo balkişandina ser projeya sîstema federal a Rojava-Bakûrê Suriyeyê wekî “Ji Rojavaya Azad ber bi Suriyeyek federal û demokratîk ve” hatiye diyarkirin. Peyama din a Newrozê şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û diruşmeya wê wekî “Azadiya Rêber Apo azadiya gelan e” hatiye danin.
Peyama sêyemîn a Newroza Rojava ji piştgiriya berxwedana Bakûrê Kurdistanê ye û ew bi dirûşmeya “Berxwedana we rûmeta me ye” tê vegotin.
Pîrozbahiyên li Kantona Cizîrê li 6 navendan tên lidarxistin. Ji bajarên Dêrik, Girkê Legê, Tirbespiyê, Qamişlo, Amudê, Dirbêsiyê, Serêkaniyê, Til Temir û Hesekê bi deh hezaran kes ji bo Cejna Newrozê ber bi qadên pîrozbahiyê ve diherikin. Welatiyên ku cil û bergên kurdî li xwe kirine, rêyên ku diçin qadên pîrozbahiyê rengîn kirin.
Gel alên kurdî û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pakrewanên azadiyê vekirin, her wiha Pankartên ku piştgiriya berxwedana Bakûr vedibêjin ên wekî “Cizîr, Nisêbîn, Amed, Sur ne bi tenê ne” hatin vekirin û diruşmeyên dilsoziya bi Ocalan re hatin berzkirin.
Komîn û meclîsên bajaran jî, ji bo gel bibin qadên Newrozê, tirimpêl amade kirin. Gelek welatî jî bi tirimpêlên xwe yên taybet çûn cihê pîrozbahiyê. Hinek welatiyên ku malên wan li nêzî qadan e jî, bi meşê çûn.
Hêzên Asayîşê jî hem li ser rêyan, hem jî li qadên pîrozbahiyê tedbîrên berfireh girtine û piştî kontrolan gel derbasî qadan dikin.