Gelê ku qedexeyan nas nakin pîrozbahiyên Newrozê didomînin
Gelê ku qedexeya bi fermana Wezareta Karên Hundir ve Walîtiyê îlan kirî nas nake, li bajaran daketin qadan.
Gelê ku qedexeya bi fermana Wezareta Karên Hundir ve Walîtiyê îlan kirî nas nake, li bajaran daketin qadan.
Gelê ku qedexeya bi fermana Wezareta Karên Hundir ve Walîtiyê îlan kirî nas nake, li bajaran daketin qadan. Li Dîlok û Eskîşerhîrê tevî qedexeyê jî agirê Newrozê hat pêxistin, li Yalovayê jî rexmê êrîşên polîs û leşkeran jî gel herikî qada Newrozê. Li Sakaryayê jî ji saetên sibehê ve qada Newrozê hat dorpêçkirin, li Tekîrdagê jî gel bi dirûşmên “Her der Newroz, her der berxwedan” daketin qadan.
DÎLOK
Gelê Dîlokê xwest li Qada Îstasyonê ya Dîlokê Newrozê pîroz bike. Lê ji ber ku walîtiyê destûr neda pîrozbahiya Newrozê, Komîteya Amadekar a Newrozê biryar da ku Newrozê li navçeyên Şahinbey û Şehitkamilê pîroz bike. Gel li ber avahiya DBP'ê ya Şahinbeyê kom bûn û li dora agir govend gerand. Di pirozbahiyê de Serokê Giştî yê OSP Sinan Çiftyurek, Serkowekîlê Koma HDP'ê Îdris Baluken jî di nav de bi hezaran kes beşdarî pîrozbahiyê bûn. Li qada pîrozbahiyê pankartên “Rêbertiya Azad, Kurdistana Xweser û Tirkiyeya Demokratîk", “Em bi neteweya demokratik rêveberiya cewherî ava dikin" û “Em bi berxwedanê ber bi azadiyê ve diçin" vekirin. Girsê bê navber siloganên “Bijî Newroz”, “Bijî serok Apo”, “Şehid namirin” û “Zext me têk nabin berz kirin. Girsê bi cilên xwe yên rengîn qada pîrozbahiyê xemilandin. Pîrozbahiyê bi rêzgirtinê dest pê kir.
Ewil Hevserokê DBP'a Dîlokê Kazim Şahîn, diyar kir ku wan heta niha qedexe nas nekine û wê qedexeyan nas nekin. Serokê Giştî yê OSP Sinan Çiftyure jî qedexeya li ser Newrozê şermezar kir û bal kişand ser komkujiya dewletê ya li ser gelê Kurd.
'PROJEYA RÊBER APO LI DÎLOKÊ YE'
Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdris Baluken, anî ziman ku gelê Kurd bi berxwedanê Agirê Newrozê heta îro geş kiriye û wiha got: "Neviyên Kawa heta Newrozê pîroz nekin ranawestin. Baluken, anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berê li Dîloke kedek mezin daye û wiha got: "Rêber Apo projeya çareseriyê li Dîlokê avêtiye."
BALUKEN BERXWEDANA A GELÊ KURD E
Baluken, bal kişand ser berxwedana Mazlum Dogan, Seyit Rıza, Sêx Sait û wiha got: "Kesên bawer dikin ku bi qedexeyan encamê bistînin, bila li dîrokê binerin.
Baluken, destnişan kir ku AKP li ser gelê Kurd komkujiyê pêk tîne û lê gelê Kurd li dijî vê komkujiyên jêrzemînan wekî Mehmet Tunç serî netewandiye. Baluken, anî ziman ku gelê Kurd li dijî komkujiyan liser piyan e.
LI ŞÛNA KOLANAN QEDEXE DIKIN BILA RİYA ÎMRALIYÊ VEKIN
Balûken xwest li şûna AKP kolanan li Kurdistanê qedexe dike riya Îmraliyê vekin û dest bi muzakereyên wekhev bikin û wiha got: "Bila tecrîdê rakin. Da ku aştiyê bîne. Em tenê rakirina tecridê naxwazin. Em di heman demê de muzakereyên wekhev jî dixwazin. Bila azad di nava gel de bigere. Gelê Kurd dî dirokê de her dem li ber xwe daye. Divê em dîsa vegerin pêvajoya çareseriyê.”
Li aliyê din 2 kesên ku ji taxa Karşıyaka hatin û xwestin beşdari Newrozê bibin hatin binçavkirin.
YALOVA
Li Yalovayê ligel astengkirina walîtiyê gel berê xwe da qada Newrozê. Polîsan êrîşî gel kirin û 8 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Yalovayê. Piştî êrîşê gel li taxan belav bû, li Taxên Mûş, Seyrantepe û Mezarlikê ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Hêzên dewletê hatin û çûyînên taxan kontrol kirin li herêmê kontrola nasnameyan kirin.
Heman demê kolana ku avahiya HDP'ê lê ye jî ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin.
SAKARYA
Yek ji navendên ku ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin jî Sakarya bû. Serê sibehê polîsan avahiya partiyê dorpêç kirin û kesên ku hatin û çûn avahiyê ji kontrola nasnameyan hatin derbaskirin. Serê sibehê heta niha avahî di bin dorpêçê de ye. Hevserokê HDP'ê yê Sapancayê Ercan Tepe ji ber belavokê birin wesayîta polîsan. Tepe demeke di wesayîtê de hate rawestandin û jê re gotina "Ji ber ku belavoka Newrozê qedexeye wê der barê wî de lêpirsîn bê kirin" bi kar anîn.
Piştre Komîtiya Amedekar a Newrozê ya Sakaryayê li avahiya partiyê daxuyanî da diyar kirin ku ew qedexeya Newrozê qebûl nakin, ew ê agirî Newrozê ya gelan ji bo wekheviyê pêxin.
ESKÎŞEHÎR
Li Eskîşehîrê piştî ku destur hate dayîn lê piştre jî ji aliyê walîtiyê ve hate qedexekirin bi peşengiya HDP'ê bi meşeke hate lidarxistin. Girseya ku li ber Cemxaneyê kom bû pankarta "Newroz nikare bê qedexekirin" hate vekirin û bi dirûşmên "Bijî Newroz" "Bijî berxwedana Cizîrê" dest bi meşê kirin. Piştî meşê jî hevserokê HDP'ê yê Eskîşehîrê Ahmet Uluçelebî axivî, got ku qedexe nikare bi gel paş ve gav bide avêtin. Piştre Alîkara Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîlîz Koçalî axivî û diyar kir ku li dijî polîtîkayên şer ên AKP'ê wê ji bo aştî û biratiyê heta dawî têbikoşin.
Koçalî diyar kir ku her der qada Newrozê ye û ew van qedexeyan rewa nabînin. Piştî daxuyaniyê bi rojname, peşgîr û daran ve agirê Newrozê hate vêxistin û bi stranan govend hate gerandin.
TEKÎRDAG
Li navçeya Ergene ya Tekîrdagê ji ber qedexeyê Newroz hat astengkirin. Lê, gel heta qada Newrozê ve meşiyan û astengî şermezar kirin. Endamê PM a HDP'ê Sezaî Temellî û parlamenterê HDP'ê Erdal Ataş jî di nav de gelek kes beşdarî meşê bû. Di meşa Newrozê ede bênavber dirûşma "Her der Newroz her der berxwedan" berz kirin.
Temellî piştî meşê daxuyaniyekî kurt da û diyar kir ku astengkirina Newrozê tê wateya astengkirina jiyanê û wiha berdewam kir: "Ev qedexeya ku em rû bi rû ne zilm e. Ez li vir dixwazim bang li hemû gelên Tirkiyeyê bikim. Divê nekevin bêhêvîtiyê. Divê em têkoşîna xwe bi biryarî bidomînin."
Parlamenter Erdal Ataş jî got ku bi qedexekirina qedexeyan ve tê xwestin ku dengê berxwedanê bê kêmkirin. Ataş anî ziman ku ew ê li dijî zilmê serî netewînin û heta dawî têkoşîna xwe bidomînin. Heta ku ji Trakyayê heta Mezopotamyayê aştî bê ew ê têkoşîna xwe bidomînin.
Hevserokê HDP'ê yê Tekîrdagê Kenan Yildiz jî anî ziman ku bêyî hincet bê nîşandan Newroz hatiye qedexekirin. Yildiz got ku divê gel qedexe nas neke û Newroza xwe pîroz bike.
Daxuyanî bi dirûşm û çepikan ve bi dawî bû.