BI DÎMEN

Gelê Kerkûkê cejna gerîlayan pîroz kirin

Tevgera Civaka Azad û Tevgera Jina Azad a Kurdistanê (RJAK) û Tevgera Ciwanên Kurdistanê, li gel nûnerên xwe seriyek dane gerîlayên li eniya Kerkûkê û cejna gerîlayan pîroz kirin.

Ji fermandarên HPG’ê û YJA Starê yê Kerkûkê Berfîn Deniz û Serdar Garzan û gelek gerîlayên din gelê ku hatibû cejna wan pîroz bikin, pêşwazî kirin.

Hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakir ku cejna gerîlayan pîroz kir, diyar kir, ji bo ku ew di nav van şertên dijwar de parastina Kurdistanê dikin, ew minetdarên wan in. Di dema serdanê de fermandarên HPG’ê û YJA Starê ji bo hatine serdana wan spasiyên xwe li nûneran û gel kirin û gotin, her demê ew ê peywira xwe ya parastina netewî pêk bînin.

ALIYÊ HERÎ XWEŞ Ê CEJNÊ HEVDÎTINA BI OCALAN RE BÛ

Şîlan Şakir di axaftina xwe de bal kişande ser hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd re ku roja pêşî ya cejnê pêk hatî û got, ev hevdîtin di nav Kurdan de bi kêfxweşiyeke rastî ya cejnê hatiye pêşwazîkirin.

Şakir wiha got: ‘’Gelê Kurd ji bo ku ji Rêberê xwe ku ev demeke dirêj bû jê agahî nesitandibûn û têkildarî tendirustiya wî di nav fikarên giran de bûn, bi rastî jî kêfa cejnê jiyan. Ev hevdîtin encama berxwedana Kurdan û dostên wan bûn.’’

Yek ji fermandara YJS-Starê ya Kerkûkê Berfîn Denîz jîg ot, heta ku azadiya Rêberê Gelê Kurd pêk were, ew ê têkoşîna xwe berz bikin û wiha berdewam kir, ‘’Agahdarbûna ji Rêbertiya me, hînbûna rewşa tendirustiya wî di nav gel de bûye morelekî mezin. Ev di heman demê de rewşeke wiha ye ku azaweriya me ya têkoşînê xurt dike û berz dike.’’

 ‘AGAHDARBÛNA JI RÊBERTÎ BÛ CEJNA RASTÎ’

Di dema ziyaretkirinê de ji dayikên gerîlayên endamên REJAK’ê Leyla Mecîd Alî, Lavîn Nureddîn û ji serdanvanan Bîlen Faris gotin, ji bo ku wan ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahî standina bi wan bûye weke cejna bi rastî û wiha domandin: ’’Agahdarbûna ji Rêberê me ji bo me bû weke du cejnana. Ji niha û şûn de heta ku em azadiya Rêbertiya xwe pêk bînin em ê têkoşînê geştir bikin.’’

Gerîlayên HPG’ê û YJA-Starê Axîn Zana û Rûbar Sîrwan jî spasî li gelê hatî Kerkûkê kir û got: ‘’Weke Rêbertî jî gotî, li welatekî wiha ku rojê 30-40 mirov dimirin pîrozkirina cejnê ne exlaqî ye. Lê ji bo ku em ji Rêberê xwe agahdar bûne ji bo me bû cejna rastî û em kêfa vê jiyan.’’

 

...