Gelê Geverê di nav berxwedanê de ye

Li Gever a ku qedexeya derketina kolanan didome tîmên taybet 4 tax dorpêç kirin, di bin dengê çek û teqînan de welatî daketin kolanan û bi dirûşman ve bersiv didin hêzên qetlîamker.

Li Gever a ku qedexeya derketina kolanan didome tîmên taybet 4 tax dorpêç kirin, di bin dengê çek û teqînan de welatî daketin kolanan û bi dirûşman ve bersiv didin hêzên qetlîamker.

Li navçeya Geverê ku ev 3 roj in qedexeya derketina kolanan berdewam dike di saetên êvarê de tîmên taybet êrîşî taxên Esentepe û Esenyurtê kirin û bi berxwedana gel hatin qewirandin. Saet di 20.30'an de bi dehan panzer, wesayîtên zirxî rêya Şemzînanê dorpêç kirin û tax gulebaran kirin. Li navçeyê dengê çekan û teqînan bilind bû û welatiyên taxan jî li dijî êrîşan berxwedana tevahî dan destpêkirin.

Bi taybetî li taxên Orman, Mezarlik û Eskî Kişlayê jin, zilam, zarok, kal û pîr bi hezaran welatî bi awayekî hemwext çalakiya dengderxistinê dan destpêkirin û dirûşm berz kirin. Jinan di refên pêş ên berxwedanê de cih girtin. Li her sê taxan li pişt barîqatan agir hate pêxistin û li dijî dengê teqînan dirûşman berz dikin.

Dîsa ji taxên Dîze û Yeşîldereyê jî welatî kom bi kom ber bi taxên hatine dorpêçkirin ve dimeşin.

Li rêya Şemzînanê wesayîtên zirxî dem bi dem Taxa Cumhuriyetê hedef digirin û li vir bi sedan welatî li ber Mala Gel agir pêxistin û dest bi berxwedanê kirin. Jin jî bi beroş û tawayan ve kolan bi kolan digerin û dirûşmên "Bijî berxwedana Geverê" berz dikin. Berxwedana vê derê jî bi fîşekên hewayî yên li Taxa Gungorê tê silavkirin.

Li navçeyê leşker û polîs taxan dorpêç dikin û gelê Geverê tevî dengê çek û teqînan diherikin kolanan û dirûşman berz dikin. Li taxan êrîş berdewam dike.