Gelê Cizîrê ji bo Elkê li piyan bû

Gelê Cizîrê ku bi rojan li dijî terora dewletê li ber xwe da bi meşeke komkujiya li Elkê şermezar kir.

Gelê Cizîrê ku bi rojan li dijî terora dewletê li ber xwe da bi meşeke komkujiya li Elkê şermezar kir.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ku di bin rêveberiya awarte de 21 welatî hatin qetilkirin ji bo şermezarkirina komkujiya li Elkê meşek hate lidarxistin. Li navçeyê konsera ku wê îro bihata dayîn hate betalkirin û gel li ber avahiya DBP’e kom bû ber bi mala şînê ya Taxa Cûdiyê dest bi meşê kirin. Di meşê de dirûşmên “Qatil Erdogan” “Em ê li ber xwe bidin û bi ser kevin” hatin berzkirin û welatiyên li malên xwe jî bi nîşaneyên serketinê ve piştgirî dan meşê. Li ber Mala Şînê ya Cûdiyê Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Asya Yuksel axivî û nirxandina “Têkoşîna rêxistinkirî ya gelê Kurd heta hebe ti hêz nikare vî gelî bêzar bike” kir.

Yuksel da zanîn ku yên ku li Cizîr û Gimgimê êrîşî gel kirin û komkujî pêk anîn îro li Elkê derketine holê û wiha axivî: “Ez bawer im ku feraseta ku li Cizîrê 21 welatî qetil kir Muhammedê 35 rojî terorîst îlan kir wê welatiyên ku li Elkê qetil kir jî terorîst îlan bike.”

Hevserokê Meclîsa Gel Mehmet Tun jî ev tişt anî ziman: “Serokkomar ê ku fêm kir dawiya wî hatiye ji bo pêşiya ecelê xwe bigire êrîşî derîdorê dike. Lê bila zanibe ku yên li Kurdistanê dijîn çawa Firewn têk birin wê wan qesran jî hilweşînin.”

Hunermend Rojda ku ji bo konsera li Cizîrê bê dayîn hatibû lê konser hate betalkirin jî wiha axivî: “Em berxwedana li Cizîrê bi stran û klamên xwe ve xwestibû binîn ziman û ji bo vê jî konser plan kiribû. Lê dewletê dîsa rûyê xwe bi komkujî nîşanî me da. Gelê Kurd li hemberî komkujiyan xurttir rabûye ser piyan. Gel li hemberî van komkujiyan ti caran bêzar nabe, wê her tim li ser piyan be û li ber xwe bide.”