Gelê Amedê diherike qada Newrozê
Ji bo pêşwazîkirina Newroza dîrokî ya Amedê, bi berbanga sibehê re ji çar aliyên Amedê ve gel diherike qada Newrozê.
Ji bo pêşwazîkirina Newroza dîrokî ya Amedê, bi berbanga sibehê re ji çar aliyên Amedê ve gel diherike qada Newrozê.
Ji bo pêşwazîkirina Newroza dîrokî ya Amedê, bi berbanga sibehê re ji çar aliyên Amedê ve gel diherike qada Newrozê. Newroza ku weke destpêka serdemeke nû tê dîtin, bi şiyara 'Em ê bi berxwedanê re bi ser kevin' tê lidarxistin. Amediyên danê sibehê berê xwe dan qada Newrozê, li pêşiya bendên kontrolê li hev dicivin.
Ji kolanên Amedê dirûşmên 'Bijî Serok Apo' û 'Bi berxwedanê re em ê bi ser kevin' deng vedidin. Ji bo şahidiyê ji kêliyên dîrokî yên Newroza Amedê re bikin 7 heta 70 salî mirov diherikin qadê. Girseya gel bi tedbîr û kontrolên berfireh, derbasî qadê tên kirin. Hejmara Amediyan a li ber bendên kontrolê kêlî bi kêlî zêde dibe.
Bi sedan polîsên fermî û sivîl jî li derdora qadê tedbîrên polîsî girtine.
Di vê navberê de, jinên Kurd bi kincên xwe yên rengîn ên herêmî, balê dikişînin. Girseya gel bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK, YPG û HPG'ê ber bi qada Newrozê ve diherike.