Gel û gerîla bi hev re 15'ê Tebaxê pîroz kirin
Pêngava 15'ê Tebaxê, ji aliyê gerîlayên li eyaletên Mexmûr û Kerkûkê û gel ve hat pîrozkirin. Pîrozbahiya piştî merasîma leşkerî ya gerîla destpê kir, heta derengiya şevê dewam kir.
Pêngava 15'ê Tebaxê, ji aliyê gerîlayên li eyaletên Mexmûr û Kerkûkê û gel ve hat pîrozkirin. Pîrozbahiya piştî merasîma leşkerî ya gerîla destpê kir, heta derengiya şevê dewam kir.
Pêngava 15'ê Tebaxê, ji aliyê gerîlayên li eyaletên Mexmûr û Kerkûkê û gel ve hat pîrozkirin. Pîrozbahiya piştî merasîma leşkerî ya gerîla destpê kir, heta derengiya şevê dewam kir.
Di pîrozbahiya li Mexmûrê de fermandarê eyaletên Mexmûr û Kerkûkê Cûma Bilikî peyivî û 15'ê Tebaxê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gerîla û tevahiya gelê Kurdistanê pîroz kir. Bilikî got, "Pêngava 15'ê Tebaxê, li dijî tinekirin, li dijî înkarê pêngava azadiyê ye. 15'ê Tebaxê ruhekî welê ye ku di nava her şert û mercî de li dijî zaliman, serdestan û paşverûyan li ber xwe dide."
Bilikî bal kişand ser hevkariya dewleta Tirk û DAIŞ'ê û ev xal destnîşan kir:
"Îro dewleta Tirk û rêxistina çete DAIŞ a sînorê barbariyê jî derbas kiriye, êrîşî gelê me dikin. Li hemberî vê yekê, gelê me di sala 32'an a Pêngava 15'ê Tebaxê de li tevahiya Kurdistanê bi ruhê 15'ê Tebaxê xweseriya xwe ya demokratîk radigihîne.
Weke hêzên parastinê yên Mexmûr û Kerkûkê, em parastina gelê xwe weke wezîfeya xwe dibînin. Li ser Başûrê Kurdistanê gefa DAIŞ'ê hînê neqediya ye. Ji ber vê yekê dixwazim bêjim ku bi gelê xwe yê li vê derê re em ê li dijî êrîşan li ber xwe bidin û bi ser bikevin. Weke hêzên parastina gelê kUrdistanê, heta ku Rêber Apo azad nebe, gelê me azad nebe, em ê ti jiyanê qebûl nekin."
Pîrozbahî bi govend, koro û stranên komên ji gerîlayên YJA Star û HPG'ê dewam kir. Her wiha koma zarokan a Mexmûrê jî bi stranên xwe pîrozbahî xemiland.
GERÎLA: BI RUHÊ 15'Ê TEBAXÊ RE BER BI ŞOREŞÊ VE
Gerîlayên Mexmûr û Kerkûkê hestên xwe li ser 15'ê Tebaxê ji ANF'ê re vegotin. Şiyar Serhat cejna vejîn û berxwedanê li gelê Kurd pîroz kir û got, "Weke gerîlayên Mexmûr û Kerkûkê em cejna vejînê li Rêberê xwe, hemû şehîdan û gelê xwe yê fedekar û hemû hevrêyan pîroz dikin. 15'ê Tebaxê ji bo me xwedî wateyeke gelekî mezin û girîng e. Roja vejînê ya gelê Kurd e. Teqandina fîşeka destpêkê li dijî dewleta faşîst a Tirk, mîladeke. Ev yek ji bo gelê Kurd jî bû cejnek. Ruhê berxwedan û şer da şervanên Kurd. Ev ruh mîna li her deverê li Başûrê Kurdistanê jî dewam dike."
Gerîlaya YJA Starê Sozda Mizgîn jî got, "Em Cejna Vejînê li Rêberê xwe û tevahiya gelê xwe pîroz dikin. Ji bo me ev roj dîrokî û watedar e. Em vê rojê bi moral û coşeke mezin pîroz dikin. Bi ruhê 15'ê Tebaxê em ber bi şoreşê ve dimeşin."
Gerîlayeke din a YJA Starê Ezda Xelîl jî got, "Cejna Vejînê li gelê xwe yê şervan û berxwedêr û hevrêyên xwe pîroz dikim. Weke hêzên gerîla cejna vejînê ev 2 sal in em li Başûrê Kurdistanê pîroz dikin. Lewma ruhê berxwedanê yê 15'ê Tebaxê ev du sal in li Mexmûr, Kerkûk, Şengal û tevahiya Kurdistanê belav dibe."