Gel tevî astengiya leşkeran jî ket qada şer

Li ser îdîaya ku tê gotin li qada Berçiya ya Elkê cenazeyên gerîlayan hene, gel çû herêmê, leşker derbas kir û li herêmê lêgerîn kir.

Li ser îdîaya ku tê gotin li qada Berçiya ya Elkê cenazeyên gerîlayan hene, gel li navenda navçeyê kom bû û ber bi cihê şer lê rû da meşiya. Girseya ku Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Ferhat Encu di nav de ye, di derketina navçeyê de ji aliyê leşkeran ve hat rawestandin. Piştî bi deqeyan nîqaşan ku leşkerên Tirk destûr nedida, girseyê leşker derbas kir û ket herêma şer.

Gel li herêma ku tê gotin cenazeyên gerîlayan lê hene, lêgerîn kir. Piştî tarî ket erdê girse neçar ma vegere.

Hat diyarkirin ku wê gel sibe biçe heman herêmê û lêgerînê bike.