Gel li Liceyê li ber şehîdgehê nobedê digire
Li dijî êrîşan gel li şehîdgehên xwe derdikeve. Li ber şehîgeha li gel bi şev nobed girt.
Li dijî êrîşan gel li şehîdgehên xwe derdikeve. Li ber şehîgeha li gel bi şev nobed girt.
Li dijî êrîşên AKP'ê yên li hemberî pîrozmendiyên civakê, gel li navçeya Amed Liceyê li "Şehîdgeha Şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar" dest bi çalakiya mertalên zindî kir. Girseya gel a herikî şehîdgehê, ji bo xwe ji sermayê biparêze, erzaq bi xwe re bir. Girseya gel, piştî ku li şehîdgehê dua kir, dest bi nobedê kir.
LI DORA GORISTANÊ XELEKA JI MIROVAN
Malbatên xizmên xwe winda kirine, kulîlkên li dora goran sererast kirin. Welatiyên ku heta danê nîvro bi xwarina firingî, penêr û nan xwe têr kirin, danê êvarê li dora gorên gerîla û şervanên PKK, HPG, YPG û YPJ'ê bi destê hev girtin û xeleka ji mirovan ava kirin. Girseya gel di vê çalakiya xwe ya ji bo 5 deqeyan de dirûşmên "Şehîd Namirin", "Zext nikarin bi me" û "Bê serok jiyan nabe" qîriya.
Dengbêj jî bi klamên xwe beşdarî çalakiya nobedê bû. Hin ji welatiyan li mizgefta li nava şehîdgehê, hin jî li derve razan.
Danê sibehê jî nobed radestî komên ji Amed û navçeyên wê hatine, hat kirin.