Gel li Geverê li hember êrîşan nobedê digire

Li navçeya Geverê di encama êrîşên tîmên taybet û polîsan de ku du ciwan hatin qetilkirin gel nobeda şevê digire.

Li navçeya Geverê di encama êrîşên tîmên taybet û polîsan de ku du ciwan hatin qetilkirin gel nobeda şevê digire.

Danê sibehê di êrîşa hêzên dewletê ya li hember Taxa Cumhuriyet a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê de Dogan Dogma yê 20 salî û Çetîn Dara yê 18 salî hatin qetilkirin. Bi komkujiyê re gelê dest bi berxwedanê kir nobeda xwe didomîne.

Piştî komkujiyê ji 7 salî heta 70 salî welatiyên ku barîkat bihêz kirin, li taxên Cumhuriyet, Orman, Eskî Kişla û Mezarlik li ber agirê pêxistine û li Mala Gel li derdora sobeya danîne nobeda xwe didomînin.

Gelê navçeyê li hember êrîşeke rû bide ku berxwedana xwe didomîne, li derdora agirê pêxistine êrîşên pêre rû bi rû tên dinirxînin û têkoşîna hevpar a li hember wan êrîşan plan dikin.