BI DÎMEN

Gel ji bo parastina xwerêveberiyê, çeperên ji kevir çêkir

Li navçeya Amed Sûrê, ciwanên ku ji bo parastina xwerêveberiya bi vîna gel hat îlankirin çeperên ji kevir çêkirin anîn ziman, ku ew xwe diparêzin. Ciwanan diyar kirin ku dewlet her kesê xwe diparêze, terorîst îlan kiriye.

Li navçeya Amed Sûrê, ku ji ber îlana xwerêveberiyê ya gel, bi rojane ji aliyê polîs û leşkerên Tirk ve hatiye dorpêçkirin, berxwedana xwerêveberiyê dewam dike. Tevî hemû operasyon, serdegirtinên malan, şîdet û zexta dewletê jî, ciwan li ber xwe didin.

Ciwanên berxwedêr dan xuyakirin, ku îlanên xwerêveberiyê pêwîstiyek in û gotin, "Xwerêvebrî daxwaz û berxwedana gel a xwe rêvebirinê ye. Di rojên destpêkê de êşên derbasbûna nava sîstemeke rû hatin kişandin, ji ber ku derbasbûna ji sîstema heyî yanî ji sîstema bi mantiqê netewe dewletê ber bi xwerêveberiyê, pêvajoyeke zehmet bû. Lê belê tevî vê yekê jî gelê me ji bo xwerêveberiyên xwe biparêze, ji kevir û kîsên ji xîzê çeper çê kir û xwe parast."

JI BO JI ALIYÊ DEWLETÊ VE BÊ KUŞTIN, KURDBÛYÎN BES E

Ciwanan ragihandin, ku îlanên xwerêveberiyê ji ber ku alternatîfa zîhniyeta netewe dewletê ye, ji aliyê dewleta Tirk ve nehatiye qebûlkirin û gotin, "Dewlet bi qebûlnekirina îlanên xwerêveberiyê û bi nîşandana helwesteke êrîşkar re, vîna gelê xwe tine dihesibîne. Vê rewşê qebûl nake û her kesên xweparastinê dikin, jin, zarok, extiyar, sivîl her kesî terorîst îlan dike. Ji ber li ber çavê dewletê Kurdbûyîn ji bo were kuştin, sedemeke têrker e. Ji ber vê yekê li van kolanan, ji wesayîtên zirxî bi hêsanî û dilrehetî bi çekên giran qetil dikin. Ferhat Dogrû yê ku li vir ji aliyê sekvanan ve hat qetilkirin, welatiyekî sivîl bû. Lê belê ji bo dewletê ev ne girîng e."

DEWLET DIXWAZE SÛRÊ JI MIROVAN XALÎ BIKE

Ciwanan dan xuyakirin ku dewlet bi polîtîkayên xwe yên şîdetê re dixwaze navçeya Sûrê ji mirovan xalî bike û got, "Ya ku me diherikîne kolanan, polîtîkayên dewleta Tirk e. Di êrîşa dewletê ya beriya niha ya li hemberî sivîlan de gelek welatiyan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Dewleta Tirk dixwaze mîna salên 90'î gund û navçeyan vala bike û bi vî rengî navçeya Sûrê jî ji mirovan paqij bike. Ji ber vê yekê, dema dikeve nava kîjan malê heqaretê, sixêfan li mirovan dikin, dest dirêjî jinan dikin, malan serûbin û talan dikin. Qîma xwe bi vê jî nîne, komeke bi rî ku jê re dibêjin 'tîma Esedûllah' ji bo çavê gel bitirsîne bi kar tînin."

...