Yek ji namzetên herî ciwan a HDP’ê Selda Çelîk e. Çelîk a keça malbateke şoreşger e, ji Herêma 2. a Stenbolê namzet e. Bi gotina wê ji gava hatiye dinyayê di nav siyasetê de ye. Zilma dewletê bi binçavkirina û ji aliyê polîsan ve derbkirina dayika wê re ku nas kir, diyar kir ku sedema herî mezin a bûye namzet komkujiyên dawî yên li Kurdistanê rû didin.
Yek ji namzetên Herêma 2. a Stenbolê ya HDP’ê Selda Çelîk bersiv da pirsên ANF’ê...
'DAYIKA MIN JI HER ÇALAKIYÊ DESTÊN WÊ REŞ Û ŞÎN VEDİGERIYA’
Eleqeya te ya ji siyasetê re çawa pêş ket?
Ji dema ez hatime dinyayê ji ber dayik û bavê xwe ez di nav siyasetê de bûm. Dayika min ji sala 1989’an ji dema HEP hat avakirin heta niha di nav siyasetê de ye. Ez jî bi fikrên tevgera azadiya Kurd mezin bûm.
'HDP’E EM IN’
Ji bo çi HDP?
Ji bo çi ne HDP, jixwe wek HDP'ê ez ê bersiva vê pirsê bidim. Ji ber ku HDP’e tevahî nirxên min di nav xwe de dihewîne. HDP’e ez im, em in, em hemû ne. Ger em werin mijara bê ez ji bo çi bûm namzet jî, herî dawî komkujiyên ku li Kurdistanê pêk dihat, min neçar hişt ku ez jî bibim namzet. Min jî got wek her ciwanekî axaftinek min jî heye. Min xwest di pêvajoyek wiha de ez jî tevkariyekê bikim.
Te got ‘axaftinek min jî heye’; çi ye ew axaftin û dema ti hat hilbijartin ti dixwazî tevkariyekê bi guhertina çi tiştan re bikî?
Her tiştekî ez dixwazim biguherim. Ji ber ku ewqas pirsgirêkên em pê re rû bi rû tên hene. Ew qas pirsgirêkên Kurdan, Elewiyan, kedkaran, xîzanan, yên tên pelçiqandin hene. Bi salane pirsgirêkên girtîgehan, îşkenceyan, girtinên bê maf, bê hiqûq, qedexekirina lêpirsînên gel ên ji bo bigihêjin rastiyan, polîtîkayên zextê yên bê dawî, ev tevahî her tim bûne nuqteyên ku psîkolojiya min bandor kirine. Armanca min afirandina welatekî bi edalet, tê de wekheviya aborî, azadî, kesek neyê cudakirin û ji derve nayê hiştin e. Lê piştî komkujiyên Pirsûs û Enqereyê, ez dizanim ku hedefa yekemîn, acîl aştî ye. Ji ber vê jî ne ji bo parlamenteriyê, ji bo aştiyê tevkariyeke min biçûk jî çêbibe, ew ê ji bo min bibe serketinek rast. Lê ji bo aştî jî were, pêwîst e destpêkê hesabên van komkujiyan tevahî bên pirsîn.
'WÊ TÊK BIÇIN'
Wek her nifşên ciwan ên li vî welatî dikevin siyasetê, nifşên we jî berdêlên mezin didin û bi komkujiyan re rû bi rû dimînin. Ev rewş ber bê hêvîtiyê we dibe?
Duh çawa bi ser neketin, wê îro jî têk biçin. Li vî welatî wê ciwan hêviyên xwe winda nekin, ji bo avakirina aştiyê wê meşa xwe bidomînin û wê li ber xwe bidin. Wê lêbipirsin, bifikirin û biguherin. Mirovatiya ku ji bo aştî, azadî, wekheviyê têdikoşe wê her tim xwe zêde bike û were.
'VÊ CARÊ HER KES DI HEMAN KEŞTIYÊ DE YE'
Te diyar kir ku jidayikbûnê ve ti di nav siyasetê de yî. Ti çi difikirî, ji duh heta îro ji milê pergalê ve ti tişt guherîne?
Li vî welatî beşa şoreşger, pêşverû her tim di bin zextê de bû. Lê bi taybet di pêvajoya desthilatiya AKP’ê, min dît ku ev zilm zêdetir berfireh bûye. Ango li hember Erdogan û AKP’ê kî di nav muxalefetê de be, ev dikeve hedefê. Ji bo bikevin hedefê ne pêwîst e Kurd, Elewî, şoreşger bin. Kî li hember hikûmetê dengê xwe bilind dike an bê deng dihêlin, dadgeh dikin an digirin an jî qetil dikin. Bi gotinek din şêwazekî neçîra pîrebokê ye. Em vê zextê û zilmê nas dikin, bi salan e em dijîn lê vê carê her kes di heman keştiyê de ye. Nuqteya guherî jî li gor min, êdî mirov nema ditirsin. Hatine nuqteya dawiyê. Êdî aciz bûne. Desthilatiyek 13 salan û her diçe jî zalimtir dibe. Nuqteya herî dawî jî vê carê komkujî ne.
'BÊDENGIYA BERÎ FIRTONEYÊ!'
Ji bo çi li hember komkujiyan, zilmê û zextan bêdengiyek li ser gel serwer e?
Li gor min ev bê dengî, bêdengiya berî firtoneyê ye. Ti dibêjî qey her kes li benda 1’ê Mijdarê ye. Vê care wê gel bersiva xwe di sindoqan de bide.
Dîsa maseya “pêvajoya çareseriyê” qulibandin. Dema di hevdîtinên Oslo de masê qulibî, dayik û bavê tê wê dema di BDP’ê de siyaset dikirin, di operasyonê bin navê ‘KCK’ê de hatin girtin. Bi mehan li girtîgehên Sîlîvrî û Bakirkoy man û di nav wan de çû û hatin. Piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê mase careke din qulibandin û konsepta şer xistin meriyetê. Te van her du pêvajoyana jî bi germahî dît, ti çawa şîrove dikî?
Qulibandina maseyê ji aliyê AKP’ê rasterast têkîldarî hilbijartinên 7’ê Hezîranê bû. AKP’ê hejmarek mezin piştgiriya gelê Kurd winda kir. Ji ber ku di hilbijartinên din de AKP’e qederek mezin deng ji Kurdistanê digirt. Ji ber çi ewqas deng digirt? Ji ber ku gelê Kurd bi rastî bi vê pêvajoyê bawer kiribû. Lê AKP’ê her tim gel miştuxil kir, bi destpêkirina pêvajoyê xwe bixudand, lê ti gav navêt. Bi taybet ji tiştê ku li Kobanê çêbûn û cihê ku hikûmet lê disekinî bû nuqteyek şkestinê. AKP’ê fêm kir ku wê di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de desthilatiya wê bileqe, vê care komkujî, Herêmên Rewşa Awarte (OHAL) ku digotin me rakiriye, xistin meriyetê. Piştî hilbijartinan maskeya AKP’ê ket.
'AKP’E WÊ JI KURDAN TI DENGAN NEGIRE'
Di hilbijartinên 1’ê Mijdarê de AKP’e wê karibe ti dengan ji Kurdan bigire?
Ez ne bawer im. Jixwe ez bawer im AKP’ê jî di heman fikrî de ye. Kanî ew Erdoganê ku li Amêdê digot aştî aştî, çareserî çareserî? Çi guherî di 7’ê Hezîranê de? Mirov kêfxweş bûn, ji ber du salan ti cenaze nehatin, bi hevî bûn; ka çi çêbû careke din vegeriyan atmosfera şer…
Der barê encamên hilbijartinan de pêşdîtinên de hene?
Ez bawer nakim ku wê encam ji yên 7’ê Hezîranê gelekî cudatir derkevin, lê hilbijêrên bê biryar vê carê hejmara wan zêdetir bûne.
‘AŞTÎ WÊ BI HDP’Ê RE WERE’
Herî dawî ji bo hilbijêrên bangên te çi ne?
Gava herî mezin ji bo aştiyê wê di hilbijartinên 1’ê Mijdarê de be. Her kî aştiyê,xwişktiyê, biratiyê, jiyana hevpar, azadî û wekheviyê difikire, dixwaze; wê demê navnîşan HDP’e ye. Dema ez li Stenbolê min esnaf, tax ziyaret kirin ti kesî negot karê min , mûçeyê min wê çi be; ez nebûm şahidê tiştekî wisa. Her kesî bi dengekî got, wê kengî aştî were; ev dipirsîn. Gel ked, xwarin avêtine taliyê, rojeva wan a herî girîng; sekinandina xwînê, aştî ye. Aştiya rast jî tenê wê bi HDP’ê re were.
KÎ YE?
26 salî ye, ji Gimgimê ya Mûşê ye. Li Stenbolê ji dayik bûye û li wir mezin bûye. Dibistan û lîse li Stenbolê bi dawî kir, piştre ji Beşa Statistîk a Zanonkoya Osman Gazî a Eskîşehîrê mezûn bû.