Yêkîtiya Gaziyên Kurdistanê bi daxuyaniyekê fermandara pêşeng a PKK’ê Gulnaz Karataş (Bêrîtan) bi bîr anî û got; “. Destpêkê Berxwedana Rêbertî ya li Îmraliyê pê re hemla gerîlla û berxwedana zindanan hemu politikayên AKP’ê deşifre kiriye, raxistiye ber çavan.”
Yekitiya Gaziyên Kurdistanê bal kişand di daxuyaniya ji bo Bêrîtan (Gulnaz Karataş) weşand de diyar kir ku li hemberî tevgera azadiya Kurdan “Divê em bibin Bêrîtanên demê.”
Di daxuyaniya Yekitiya Gaziyên Kurdistanê (YGK) de wiha hate gotin; “Em di pêvajoyeke ku pir nêzî azadiyê ne re derbas dibin, ji bo serkeftinê tişta wek gelekî pêşeng ji bo hemu gelên bindest tê xwestin bi ruhê Bêrîtan tevgerîn û têkoşîn e. Em destpêkê di kesayeta Ş. Bêrîtan de hemu şehîdan bi bîr tînin û em dibêjîn ku soza me wek her demê zindî ye hetanî roja azadiyê, roja serkeftinê dê her zindî be.
Mîrasa ku ew fedaî ji me re hiştine bersivandina wê bi tenê dikare bi wî ruhî her tim berxwedan esasgirtinê pêk bê. Ji ber ku PKK xwe li ser mîrasa wan şehîdan ava kiriye, militanên vê tevgerê jî li ser wan bingehan xwe di ber çavan re derbas dike, xwe nû dike û serkeftinan bidest dixe. Eger ev şahadetên mezin nebûna û têkoşîn li ser wan şahadetan bilind nebûna ne mumkin bû ku têkoşîna me bigihiştiya asta me ya îro.”
YGK’ê da zanîn ku Bêrîtan di rojên ku di demek krîtîk re derbas dibûn de bi ruhek fedaiyane “bû pêşenga demê û rojên me yên îro” û wiha berdewam kir; “ Ew roj û îro taybetmendiyên xwe dişibin hev ji pir aliyan ve. Wê demê jî şansek mezin ku wek gel em bikarin bigihijin azadiya xwe hebû, ji her alî ve jî êrîşen tund hebûn, bersivdayina êrîşan jî ruhek fedaî dixwest. Îro jî şansek ketiye dest, dîsa êrîş hene, Rêbertî di nava tecrîd û îzolasyoneke dijwar de ye, gerîlla li her aliyê Kurdistanê di nava berxwedaneke mezin de ye, hevalên zindanan bedena xwe ji bo azadiyê her roj nêzî şahadetê dikin, roj bi roj bihelin jî bi ruhê Bêrîtan li ber xwe didin, gelê me jî li her qadan xwedî li wan derdikevin, lê divê bigihije asta serhildanên mezin ku em dibêjin “Êdî Bes e!”. Hemla 4. stratejik a şerê gel ê şoreşgerî bi asta xwe ya nû û xweser ji her milî ve dijmin felc kiriye, ger em bi ruhê Bêrîtanan tevlî pêvajoyê bibin AZADÎ pir nêz e.
Ji ber ku em dibînin bi tenê di deste dijmin ew maye şerê psîkolojîk e. Bi textika hêvî çêke lê çareser neke, mijul bike dixwazin encam bigrin, ji ber ku dixwazin vê pêvajoyê aramî derbas bikin da ku bikaribin polîtikayên ABD û Ewropa yên li ser Rojhilata Navîn bi rihetî pêk bînin. Ew dizanin ku gelê Kurd hemu hesabên wan puç dike, nahêle ew biser bikevin. Ji vî alî ve dema mirov mêze bike, têdigihije ku ewqasî êrîş çima bipêş dikevin. Destpêkê Berxwedana Rêbertî ya li Îmraliyê pê re hemla gerîlla û berxwedana zindanan hemu politikayên AKP’ê deşifre kiriye, raxistiye ber çavan. “
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku doh jî ew hêz hatibûn cem hev ku PKK tune bikin, îro jî dixwazin heman tiştî bikin, civîn li ser civînan lidar dixin da ku bigihijin encamek û hate ragihandin ku divê ji bo pûçkirina van planan “divê em bibin Bêrîtanên demê. Erka dikeve ser milê me Azadkirina Rêbertî be, moral û motîvasyona me ruhê Bêrîtan e.
Em bi van bîr û baweriyan Wek Gaziyên Kurdistanê bejna xwe di kesayeta Ş.Bêrîtan de li hemu şehîdan ditewînin, soza xwe careke din nû dikin û dibêjin serkeftin nêz e.”