Endama Koordînasyona KJK'ê Jiyana Garzan diyar kir, hedefa destpêkê ya hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû û got, "Bi vê hewldana darbeyê re konsepteke nû ya êrîşê li Kurdistanê xistin meriyetê."
Endama Koordînasyona KJK'ê Jiyan Garzan mijarê di rojevê de ne, ji ANF'ê re nirxand. Garzan da xuyakirin, ku divê beriya her tiştî armanca hewldana darbeya leşkerî ya 15'ê Tîrmehê baş were fêhmkirin û destnîşan kir, ku hêzên weke darbekar û dij bi darbekar tên nîşandan, di rastiya xwe de yek hêz in, ku xwe ji heman çavkaniyê xwedî dikin.
Garzan diyar kir, armanca her du hêzan jî yek e û got, "Di hedefa her du hêzan de Rêbertî, Tevgera Azadiyê û gelê Kurd heye. Lewma şerê navbera her du hêzan şerê hegemonya li ser Kurdistanê ye. Piştî ku di vî şerî de aliyek neserketî bû, aliyê din şerê xwe yê li Kuerdistanê hîn bêhtir bêperwa meşand û ji her alî ve darbe kir. Bi vî rengî darbeya AKP'ê ya li Kurdistanê bi awayekî bêperwa dewam dike."
Garzan da zanîn, bi hewldana darbeyê re konsepteke nû ya dagirkerî û înkarê li Kurdistanê ketiye meriyetê û destnîşan kir, ku ev eyk di heman demê de hewldana ji bo avakirina Komara duyemîn e.
'PROJEYA NETEWEYA DEMOKRATÎK VEGUHERIYE HÊVIYA HEMÛ GELAN'
Garzan got, "Lê belê ev projeya Komara duyemîn hê ji destpêkê ve îflas kiriye, ji ber ku Kurdistan ne Kurdistana destpêka sedsala 20'an e û Kurd jî ne Kurdên wê demê ne. Li aliyê din paradîgmaya netewe dewletê jî di roja îro de hem jî aliyê zihnî hem jî ji aliyê rêxistinî ve xitimî ye. Tevî vê yekê, Tirkiye hem li hundir di nava hilweşîn û pirsgirêkên giran ên civakî de ye, hem jî li qada navneteweyî di nava krîzê de ye. Lewma ya wê bi çareseriyê qayil bibe, yan jî wê ji hev bikeve. Rêberê me dema ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û ji bo hebûna Kurdan proje destnîşan kir, ev yek bi perspektîfa çareseriya bi projeyeke ji bo çareseriya hemû pirsgirêkên azadiyê yên gelan kir. Ev proje jî projeya neteweya demokratîk e. Tevî ku li pêşiya bicihanîna wê gelek astengî tên derxistin jî, ji bo hemû gelan bûye hêviyeke mezin."
Garzan da zanîn, ku bi hewldan û êrîşên darbeyê re hêzên statukoparêz hewl didin li dijî vê alternatîfa nû ya sîstema civakî, statukoya berê biparêzin û got, "Ji ber ku Kurd bi sîstema xwe ya neteweya demokratîk a dixwazin ava bikin, bûne pêşeng ji hêzên demokratîk ên li Rojhilata Navîn re. Di heman demê de, di mijara ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Navîn de, ev model û sîstema civakî ji bo hemû gelan veguheriye alternatîfeke nû."
SÎSTEMA ÎMRALIYÊ SÎSTEMEK LI DERVEYÎ HIQÛQA CÎHANÊ YE
Jiyan Garzan bal kişand ser tecrîda giran a li Îmraliyê û destnîşan kir, ku statuya Îmraliyê statuyeke gelekî girîng e. Garzan wiha dewam kir: "Sîstema li Îmraliyê tê meşandin, sîstem û statuyek li derveyî hiqûqa heyî ya li cîhanê ye. Xwedî qanûn û pêkanînên xweser e. Sîstema Îmraliyê ew sîstem û statuye ku dixwazinli ser Kurdan, jin û gelên daxwaza azadiyê dikin, ferz bikin. Eger em bi vî rengî li rewşê binêrin, em ê hingî fêhm bikin bê li wir çi diqewimin. Sîstem û pêkanînên li Îmraliyê siyaseta kolekirin, teslîmgirtin û dîlgirtinê ye."
Garzan li ser hevdîtina dawî ya malbatê li Îmraliyê kir got, "Dewletê bi zanebûn hişt ku hevdîtina dawî bê kirin." Garzan destnîşan kir, ku dewletê ji bo pêşî li berxwedan û rêxistiniyê bigire, bi zanebûn hiştiye ku hevdîtin were kirin û got, "Ji bo pûçkirina vê yekê divê li her cihî berxwedan û têkoşîn bê meşandin."
HESABÊ WAN WÊ BI SER NEKEVE, WÊ NIKARIBIN BERXWEDANÊ BIŞIKÎNIN
Garzan bal kişand ser berfirehî û dijwariya êrîşên li dijî gelê Kurd û hêzên demokratîk û ev nirxandin kir: "Bêguman divê berxwedan jî di heman astê de berfireh û xurt be. Hesab kirin ku bi hiştina hevdîtina bi Rêbertî re wê karibin berxwedana Kurdan bişikînin. Lê belê wê nikaribin encamê bigirin. Pêkhatina hevdîtinê wê nikaribe berxwedanê bişikîne. Ji ber ku armanca esasî şikandina vê berxwedanê ye. Bêguman agahîgirtina ji Rêbertî gelekî girîng e, lê belê ev yek bi plan û zanebûn hatiye kirin. Tiştên li Îmraliyê tên kirin, bê plan nayên kirin. Lewma divê em nekevin nava şaşitiyan. Her şaşitî tê wateya dijwarbûna şer. Li dijî vê konsepta şer yekane rêya çareseriyê, berxwedana li her eniyê ye."
JIN HÊZA BINGEHÎN A HILWEŞANDINA FAŞÎZMÊ YE
Endama Koordînasyona KJK'ê Jiyana Garzan da xuyakirina ku xeta li navenda vê konsepta şer cih digire û anî ziman, êrîş ji aliyê cewherî ve li dijî jinê tê kirin. Garzan got, "Ji ber ku faşîzm bi xwe, sîstemeke bi mejiyê serdest ê mêr hatiye hûnandin e. Lewma xeta zayendîperest e."
Garzan da zanîn, hêza pêşeng a li dijî vê konseptê, jin e û got, "Lazim e li eniyên berxwedanê, hêza rêxistinbûyî ya jinê bêhtir derkeve holê. Divê jin zanibe ku hêza bingehîn a karibe faşîzmê hilweşîn e, jin bi xwe ye. Lewma divê bi vê têgihiştin û baweriyê tevbigere."
ŞAREDARÎ BI NIRXÊN BI BERDÊLÊN GIRAN BI DEST KETINE, DIVÊ XWEDÎ LÊ BÊ DERKETIN
Der barê desteserkirina şaredariyên li Kurdistanê Garzan got, "Şaredarî nirxên ku di encama berxwedan û têkoşîna 40 salan a bêeman a gelê Kurd hatine bidestxistin e. Şaredarî bêtêkoşîn, bêberxwedan, bêked nehatine bidestxistin. Lewma bi hêsanî dest ji van nirxan nayê berdan. Di berdêla bi hezaran ewladên hêja yên gelê Kurd de şaredarî weke nasnaem, weke vîn hatine bidestxistin." Garzan diyar kir, xwedîderneketina li van nirxand, rabûna li ber ewladên xwe ye û banga xwedîderketina li şaredariyan kir.