Garzan: 15'ê Tebaxê ji nû ve vejîna gel û jinên Kurd e

Endama Koordînasyona KJK'ê Jiyan Garzan got, "Hevkêşeya artêş û mêr ji hev ket. Artêşbûyîna ji aliyê îdeolojîk û siyasî ve jî bi vî rengî pêk hat. Ya girîng ne hêza çekê ye, ya girîng hêza mejî ye ku di heman demê tetîka çekê ye."

Endama Koordînasyona KJK'ê Jiyan Garzan got, "Hevkêşeya artêş û mêr ji hev ket. Artêşbûyîna ji aliyê îdeolojîk û siyasî ve jî bi vî rengî pêk hat. Ya girîng ne hêza çekê ye, ya girîng hêza mejî ye ku di heman demê tetîka çekê ye."

Endama Koordînasyona KJK'ê Jiyan Garzan diyar kir ku 15'ê Tebaxê vejîna kesayetiya Kurd a xwe winda kiriye û hatiye înkarkirin e. Garzan da xuyakirin ku 15'ê Tebaxê li hemberî dîroka cûnta û şer a Komara Tirkiyeyê bûye bersiva azadiyê û destnîşan kir ku divê gel û jin bi hev re bloka aştî û demokrasiyê ya hevpar ava bikin.

Garzan anî ziman ku bi ruhê Pêngava 15'ê Tebaxê re di bexçeyê evînê yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bi hezaran jin û dilê hemû gelan ji bo azadiyê şîn bûne û got, "Cejna azadiyê 15'ê Tebaxê li hemû gelan, gelê me û jinan pîroz be. Di şexsê hevalê Egîd de bi hezaran şehîdên şervanên azadiyê bi rêzdarî û mînetdarî bibîr tînim. Hêza me ya serketinê ya îro, çavkaniya xwe ji mîrateya wan digire." Garzan diyar kir ku Pêngava 15'ê Tebaxê ji deng, hesret û bûyîna xwe ya mirovan, bersiv e.

DI SALA 32. DE BANGA BLOKA AŞTIYÊ

Garzan da zanîn ku salvegera 32. a Pêngava 15'ê Tebaxê de ji aliyê civak û jinên Kurd ve pêşketinên girîng afirîne û destnîşan kir ku bingeha serketina îro xwe dispêre berxwedanên destpêkê û şehîdên destpêkê. Garzan got, "Ji bo mezinkirina bloka aştiyê, girîng e jin ji têkoşînê re pêşengiyê bikin.

Ber bi Başûrrojava, Serhed, Dêrsim, Çewlik, Mêrdîn, Êlih û Botanê ve pêngaveke rast pêk hat. 15'ê Tebaxê li dijî êşa bi hezaran salan di dilan de bû dapîroka vejînekê. Li hemberî vê yekê êrîş û komployên cuda yên dewleta Tirk pêk hatin. Piştî ku hevalê Heqî li Dîlokê hat qetilkirin rêxistina me biryara partîbûyînê da. Li dijî partîbûyînê jî bersiva ku dewleta Tirk da darbeya leşkerî bû. Xwestin vîna Kurd a ji nû ve xwe nîşan daye, careke din mîna li Agirî di beton de veşêrin. Li dijî hemû komkujî û siyaseta tinekirin û înkarê ya dîroka Kurd, pêngava 15'ê Tebaxê bû bersiv. Qîrîna li zîndana Amedê hînê di dil û mejiyê gelê me de deng vedide. Pêngava 15'ê Tebaxê bû bersivek ji vê qîrînê re. Xwedîderketina li îdeaya hevalê Kemal Pîr e. Ji bo berxwedana hevalê Mazlûm, Xeyrî Dûrşmûş a 'em ti carî ji rastiya xwe venagerin' û ji bo sekna bi hezaran hevalan a 'ez ti carî ji nasnameya xwe, ji rastiya xwe venagerim' bersiv e. Lewma Pêngava 15'ê Tebaxê mîladeke. 15'ê Tebaxê vejînek, ronahiyeke."

'SOSYALÎZM BÊYÎ JINAN NEDIBÛ'

Garzan bal kişand ser cihê jinan di Pêngava 15'ê Tebaxê de û got, "Di nava têkoşîna çekdarî de hînê bi hêzeke mezin herikîna jinan dewam dike. Ev yek pêwendiya xwe bi rastiya Rêbertî re heye. Di demên destpêkê yên zarokatiya Rêberê me de jî, nêzîkatiya li zarokên keç cuda bû. Pirsa 'çima jin di vê rewşê de ye' bi awayekî dîrokî pirsî ye. Jin ketibû rewşeke welê ku êdî ji mirovatiyê nedihat hesibandin. Rêberê me di dema zarokatiyê de ev nakokî şopand û di dema koma destpêkê de jî, rê li ber tevlîbûna jinê vekiriye. Wî bersiva vê nakokiya dema zarokatiyê, di têkoşîna sosyalîzmê de dît. Têkoşîna sosyalîzmê bêyî jinê nedibû. Civaka azad bêyî jinê nedibû. Di nava koma destpêkê de hevalên Sara (Sakîne Cansiz), Turkan û Sakîna Karakoçan cih girtin. Tevlîbûnên destpêkê yên jinê yên îdeolojîk li qada leşkerî jî xwe nîşan da. Tevî hemû zext û zordariya civakî jî, tevlîbûna jinan rê li ber coş û moraleke mezin vekiribû. Jİ ber vê yekê 15'ê Tebaxê di nava civakeke weke civaka Kurd re ji nû ve vejîna jinan e. Formên koledariyê yên bi salan li ser nasnameya jinan hatibûn ferzkirin, hilweşand. Lewma em dikarin 15'ê Tebaxê weke xwegihandina jinê li cewher û nasnameya xwe, pênase bikin. Ji xwe piştî pêngavê, tevlîbûna jinan li nava refên me, gelekî zêde bû. Jinê li dijî rewşa tê de ye îsyan kir û herikî nava têkoşîna azadiyê."

DI NAVA ARTÊŞÊ DE JÎ HEVKÊŞEYA MÊR JI HEV KET

Garzan diyar kir ku herikîna jinan li nava refên têkoşînê, piştî salên 1990'î rê li ber artêşbûyînê vekiriye û got, "Hevkêşeya artêş û mêr ji hev ket. Artêşbûyîna ji aliyê îdeolojîk û siyasî ve jî bi vî rengî pêk hat. Ya girîng ne hêza çekê ye, ya girîng hêza mejî ye ku di heman demê tetîka çekê ye. Mejiyê azadiyê mejiyê ku tetîka ruhê azadiyê, dildariya evîn û wekheviyê bi kar tîne ye. Girîng e di artêşbûyîna jinê de ev were dîtin. Raya giştî ya cîhanê behsa têkoşîn û sekna jinên Kurd dike. Ev yek, dengvedana ruhê azadiyê ye. Ruh û nêrîna azadiyê mirovan bedew dike. Ya ku têkoŞîna azadiya jinê bedew kir ruhê azadiyê yê 15'ê Tebaxê ye. Di kesayetiya jinên Kurd de bedewbûyîna hemû jinan e. Ruhê Pêngava 15'ê Tebaxê di kesayetiya Bêrîtan (Gulnaz Karataş) de deng veda. Hevala Bêrîtan serî li ber êrîşên navneteweyî netewand. Ji ber vê yekê di şexsê hevala Bêrîtan de artêşbûyîna jinê pêk hat. Ev yek bi hêsanî pêk nehatin. Derb li zîhniyeta 'cihê jinê di nava artêşê de nîne' hatiye xistin. Jinên Kurd nîşan da ku di şert û mercên herî dijwar de dikare hebûna xwe biparêze, têkoşîna xwe bilind bike. Ew ruhê berxwedana li zîndanan di kesayetiya haval Bêrîtan de bi gotina 'ez heme, jin ne ev e, em ya heyî qebûl nakin' bû bersivek. Îro bi hezaran Bêrîtan hene."

HETA XWEPARASTINA JINÊ NEBE, AZADÎ NABE

Garzan anî ziman ku têkoşîna bi berxwedana Kobanê û Şengalê mezin bû, gihaşt asteke gerdûnî û axaftina xwe wiha dewam kir: "Heta ku jin têkoşîna xweparastinê nemeşîne, pêkhatina azadiyê nepêkan e. Heta milîtanê azad ê jinê neyê afirandin, têkoşîna azadiyê wê nikaribe xwe ji helandina di nava sîstemê de rizgar bike. Piştre jinan xwe bi awayekî xweser bi rêxistin kirine, hem têkoşîna xweparastin, siyasî û civakî hem jî li ser bingeha vîna jinê xwe ji nû ve bi rêxistin kirine. YAJK'ê rêxistinbûyîna îdeolojîk, felsefîk û leşkerî şênber kiriye û pêngava dîrokî bi dest xistiye. Ji ber vê yekê ruhê 15'ê Tebaxê di têkoşîna jinê de vejîneke. Vî ruhî azadî bi dest xistiye. Jinên tehma vê azadiyê kiriye, ti carî dest ji vê têkoşînê bernadin. Îro jî bûye xwedî asteke civakî."

Garzan diyar kir ku tevgera Kurd bi konsepteke nû ya tinekirinê re rû bi rû ye û da zanîn ku aliyên herêmî û navneteweyî yên vê konseptê hene.

Garzan got, "Di bin navê DAIŞ'ê de AKP û dewleta Erdogan dixwaze îro vê firsendê bi kar bînin û tevgera me tine bikin. Erdogan ji bo hebûna xwe bidomîne, divê me tine bike. Ev şer ji bo hemû gelan û jinan tê wateya windahiyê. Eger em dixwazin di nava demokrasiyê, di nava civakeke azadîparêz de bijîn, dewlemend bibin û mezin bibin, divê em li dijî vê şerxwaziya AKP'ê bisekinin". 

Garzan di dewama axaftina xwe de got, "Vê yekê dibêjim; Em ji AKP'ê 10 qatan zêdetir ji Tirkiyeyê, ji gelên Tirkiyeyê hez dikin. Ji ber ku em azadiya wan, rizgariya wan dixwazin. Lê ew ji bo desthilatdariya xwe, ji bo berjewendiyên xwe, ji bo kara sermayeyê vê dikin. Divê hemû gel vê bizanibin. Ji ber vê yekê eger hemû gelên Tirkiyeyê, reng, ol, bawerî dixwazin bi mafên xwe yên demokratîk, bi nasname û rengê xwe bijîn, divê li dijî şer û êrîşên DAIŞ'ê derkevin. Bloka aştiyê bi vî rengî pêk tê. Dema konsept deşîfre bû, ku armanca xwe zelal e, divê bloka aştiyê xweparastin û xwerêxistinkirinê pêk bîne. Ev pîvana destpêkê ya jiyanê ye. Divê gelên herêmê herî zêde di vê demê de bi destê hev bigirin. Eger em naxwazin Tirkiye bibe mîna Sûriyeyê, divê em bloka aştiyê, bloka demokrasiyê, azadiya gelan û aştiyê mezin bikin. Girîng e jin ji vê re pêşengiyê bike. Rizgariya jinê bi pûçkirina vê konseptê dibe. Divê jin jî ji vê xetê re pêşengiyê bike."