FKÊ û MJÊ azadkirina Şengalê pîroz kir

FKÊ û MJÊ azadkirina Şengalê ji aliyê gerîlayên HPG, YJA Star û hêzên YBŞ, YPJ Şengal pîroz kir.

Federasyona Komeleyên Êzidiyan (FKÊ) û Meclîsa Jinên Êzidî (MJÊ) bi daxuyaniyeke nivîskî ya weşand, azadkirina Şengalê ji aliyê gerîlayên HPG, YJA Star û hêzên YBŞ, YPJ Şengal pîroz kir.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em wek Federasyona Komeleyên Êzidiyan (FKÊ ) û Meclîsa Jinen Êzidî (MJÊ ) rizgarkirina xaka pîroz a Şengalê li tevahiya Kurdistanê û taybet li civaka Ezidî, ku ev zedêyî salekê li benda ve rojê ne, ji dil û can piroz dikin. Em bang li hemû keç û xorten Êzidiyan dikin, ku berê xwe bidin xaka pîrozû tevlî refên YBŞ û YPJ-Şengal bibin, ku rola xwe ji bo ji nû ve avakirinê û xweseriya Şengalê bilîzin.”

FKÊ û MJÊ di dawiya daxuyaniyê de got: “Em dikarin bêjin, ji îro û şûn ve wê dest bi dermankirina birînên gelê Ezidî be kirin. Em hevîdar in ku hemû partî, sazî û Kurdistaniyên dilsoz piştevaniyê bidin xweseriya Şengalê ku 03.08.2014’an Fermana dawî be.”