FKÊ bang li PDK'ê kir: Dawî li zexta li ser Êzidiyan bîne

Federasyona Êzidiyan li Ewropayê (FKÊ) bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser zextên asayîşa PDK'ê li Şengaliyên li kampên Zaxo û Duhokê dike û bang li PDK'ê kir ku dawî van zextan bîne.

Federasyona Êzidiyan li Ewropayê (FKÊ) bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser zextên asayîşa PDK'ê li Şengaliyên li kampên Zaxo û Duhokê dike û bang li PDK'ê kir ku dawî van zextan bîne. Di daxuyaniyê de girtina bi dehan Êzidiyên di meşa ji bo bilêvkirina daxwazên xwe de, hat şermezarkirin û hat xwestin, ku girtî tavilê bên berdan.

Daxuyaniya FKÊ bi vî rengî ye:

"Divê PDK êdî bes Êzidiyan ji civakê nebîne û dawî li zextên xwe bîne!

Xweranegirtina PDK'ê ya li hemberî Êzidiyên maf, azadî û statuyê dixwazin, dewam dike. Di dema xwepêşandanên li kampên Zaxo û Duhokê de, hêzên asayîşê yên ser bi PDK'ê, bi dehan Êzidî girtin, hejmarek zêde birîndar kirin û dor li kampan girtin.

Di demeke ku hînê di ser qirkirina Şengalê re salek derbas nebûye de, ku berpirsyariya PDK'ê ya di vê komkujiyê de bi zelalî derket holê, êrîşa bi vî rengî ya hêzên ewlekariyê li hemberî malbatên mirovên me yên li Şengalê şehîd ketin, nayê qebûlkirin.

Divê PDK vê baş bizanibe ku Êzidî bê xwedî, bê rêxistinî nînin. Em hikûmeta Başûr careke din hişyar dikin, ku mirovên me yên girtiye serbest berde û dest ji vê helwesta xwe ya zordar, êrîşên bê berpirsyarî berde û bê ser xeta yekîtiya neteweyî."