Fîlmê Vîlîka Kowu wê li Dêrsimê bê nîşandan
Li Dêrsimê di 21’ê Sibatê de fîlmê Vîlîka Kowu wê bê nîşandan
Li Dêrsimê di 21’ê Sibatê de fîlmê Vîlîka Kowu wê bê nîşandan
Li Dêrsimê di 21’ê Sibatê de fîlmê Vîlîka Kowu wê bê nîşandan. Derhêner Caner Canerîk der barê fîlm de ji ajansa me re axivî û got: “Di fîm de texrîbata ku pergala perwerdeya heyî diafirîne û her wiha dibistan- perwerdehiya ku ku hêzên mêtinger dixwazin nifşekî çawa biafirîne vedibêje.”
Nîşandana Fîlmê Vîlîka Kowu di 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê de wê li Dêrsimê li Salona Konferansê ya Midûriyeta Çandê bê nîşandan. Derhênerê Fîlmê Vîlîka Kowu Caner Canerîk diyar kir ku ji bo nîşandana fîlm amadekarî tên kirin.
Di fîlm de zaroka 9 salî Beser (Mevla Dalgiç) bi teşwîqa hevalên û mamosteya xwe (Canan Çakir) ligel ku bi Tirkî nizane, dixwaze biçe dibistanê û bibe mamoste vedibêje. Canerîk got: “Keça bi bav û pîra xwe re dijî, ji av û pîra xwe bersiva red digire. Rojekê gerîlayekî birîndar bi dizî tê axurê wan. Ji vî gerîlayî dixwaze ku xwendin û nivîsandinê nîşanî wê bide. Gerîla çend tipan nîşanî wê dide lê jiyana xwe ji dest dide. Lê rojnivîsa ji ser wî derdikeve bandorê li bavê wê dike. Dikeve nava lêgerînê. Biryarê dide ku keça xwe bişîne dibistanê. Li malbatê ev tê nîqaşkirin. Pîra wê naxwaze. Ev bi keçikê re rê li ber şikestinek mezin vedike. Wêneyê ku ji ser gerîla derdikeve jî navenda hemû têkiliyan e.”