Fermandariya YPG’ê: Tiliya sivîlekî jî xwîn nebûye
Fermandariya Giştî ya YPG’ê bersiv da kampanyayên reşkirinê yên hin derdoran û destnîşan kir ku di Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo de heta niha tiliya mirovekî sivîl jî xwîn nebûye.
Fermandariya Giştî ya YPG’ê bersiv da kampanyayên reşkirinê yên hin derdoran û destnîşan kir ku di Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo de heta niha tiliya mirovekî sivîl jî xwîn nebûye.
Fermandariya Giştî ya YPG’ê bersiv da kampanyayên reşkirinê yên hin derdoran û destnîşan kir ku di Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo de heta niha tiliya mirovekî sivîl jî xwîn nebûye.
Fermandariya Giştî ya YPG’ê derbarê Hemleya Fermandar Rûbar Qamişlo de daxuyaniyek weşand.
Daxuyanî wiha ye:
"Weke gelê me û raya giştî jî ji nêz ve dişopîne ji 6’ê meha Gulanê û vir ve pêngava me ya Fermandar Rûbar Qamişlo ya ku bi armanca rizgarkirina gund û bejahiya rojavayê Kantona Cizîrê hatibû destpêkirin berdewam dike. Pêngava me, rizgarkirina çiyayê Kezwanê û paqijkirina gund û warên li derdora çemê Xabûr û herêma Alya, piştre herêma Mebrûka, Dehma û Rawiya û herî dawî jî bajarokên Suluk û Girê Spî hedef kirin û li gorî hatiye plankirin ev pêngava me bi serketî bi dawî bû. Armanca vê pêngava me, terora DAIŞ’ê ya li ser herêm û welatiyên me dawî kirin, aştî û aramiya herêmê çekirin bû. Ev armanc bi awayekî serketî hatiye bicîhanîn.
Ji ber ku em DAIŞ’ê ne têne wekî dijminê gelê Kurd, lê belê wekî dijminê gelên me yên Ereb, Asûrî, Dûrzî û hemû gelên ku li Suriyê û Rojhilata Navîn dijîn dibînin û lewma her serketina xwe ya li hember terora DAIŞ’ê jî wekî serketina tevahî gelan dibînin. Serkeftina YPG’ê ya di van pêngavan de di heman demê de serketina gelên Ereb, Kurd, Misliman û Xiristiyan e. Ev serketin serketina Surî ya demokratîk e. Ji ber ku gelên me jî van serketinan wekî serketina xwe dibînin bi coş û kêfxweşiyek mezin pîroz dikin.
Hovîtiya DAIŞ’ê dûrxistina ji van herêman ji bo me berpirsiyartiyek mezin bû. Ji bo bicihanîna vê berpirsiyatiyê me wezîfe hilgirt ser milên xwe û bi hevkariya koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê, hêzên Bûrkan El Firat, Lîwa El Tehrîr û hin rexistinên dost re me ev pêngav bi encam kir. Em bawer dikin ku ev serketin derbeyek mezin li çeteyên DAIŞ’ê xist û ew lewaz kirin. Her wiha tehdîda li ser gelên herêmê beralî kir û ewlekariya Kantonên Cizîr û Kobanê misoger kir.
Her kesê ku ji Suriyê û Rojavayê Kurdîstanê hez dikir ji vê serketinê kêfxweş e. Lê mixabin hin derdor ji vê serketine ne kêfxweş in. Ew derdor ji binketina terorîstên DAIŞ’ê ya ku bi salan e li hemberî gelên me yên herême bûne bela pirr ne rihet bûn. Ji bo vê, li dijî me û hemû derdorên ku tevlî van pêngava pîroz bûne, tevgere reşkirinê dan destpêkirin. Bi awayekî ji rastiyê dûr îdîa dikin ku em gundên Ereban vala dikin, zirarê didin xelkê herêmê û di nava projeyên perçekirina Suriyê de cih digrin.
Em aşkera dibejin; em wekî YPG’ê ne perçekirina Suriyê, berevajî vê, di nava refên xwe de bi xwîna şehîdên xwe yekîtiya Suriyê misoger dikin. Bi vê pêngava xwe em yekîtiya hemû pekhateyên Suriyê, tevgerên demokratîk û şoreşger çêdikin. Armanca me, parastina şoreşa Rojava, avakirina Suriyeya demokratîk û azadkirina xelkê herêmê ye. Beralîkirina terora DAIŞ’ê û ewlekirina herêmê ye. Hedefekî me têne hebû, ev jî xilaskirina terora DAIŞ’ê ya ji herêmê bû. Ji bo vê jî pêşiya herkesî xelkê me yê Ereb ên vê herêmê piştgiriya me kirin û kêfxweş bûn. Ji ber ku herî baş ew dizanin serketinên YPG’ê tên çi wateyê, lewma em alikarî û piştgiriya herî zêde jî ji gelê xwe yê Ereb digirin.
Ew derdor bi van derew û îdîayên ji rastiyê dûr me tawanbar dikin, zîhniyeta xwe aşkera kirin. Bi vî awayî hat dîtin ku di navbera van aliyan û DAIŞ’ê de ti ferq tineye. Em dubare pirs dikin; dema DAIŞ, Kobanê şewitand, wêran kir çima dengê xwe nekirin; ji ber ku qirkirinek li dijî Kurdan dihat hedefkirin pê kêfxweş dibûn û pîroz dikirin? Dema DAIŞ gund û warên gelê me yê Ereb yê wekî li Dehma, Mebrûka, Rawiya vala kirin û xira kirin çima yek gotin jî li dijî DAIŞ’ê nekirin? Dema DAIŞ’ê êrîşî gundên gelê me yê Asûrî yên li ber çemê Xabûr kirin, mal û milkên wan wêran kirin, jin û zarok revandin çima dengê xwe nekirin?
Dema em tevî van gelên ku zilm û hovitiya DAIŞ’ê dîtin, van herêman rizgar dikin bi derewan me dixin bin tawanan û dixwazin DAIŞ’ê pak nîşan bidin. Ew derdor heta niha jî li hemberî DAIŞ’ê ne têkoşînek meşandin ne jî dengê xwe kirin. Dema em bi DAIŞ’ê re şer dikin, li hember me derketin, me tawanbar kirin baş nîşan dide ku DAIŞ û ew derdor di heman eniyê de ne.
Em aşkera dibêjin ku di van pêngavên me de heta niha tiliya yek mirovekî sivîl jî xwîn nebûye. Tevî ku DAIŞ gelên medenî/sîvîl dixwest weke mertalên zindî bikar bîne jî bi vê hîşyarî û berpirsiyartî tevgerandina hêzên me, ji kesên fêm bike re pirr tiştan dibêje.
Ev kes û derdorên xêrnexwaz ger li dijî DAIŞ’ê bûna, ji Surî hezkiribana wê pişt me bigirtana. Ji ber ku em wekî YPG, bi xwîna şehîdên xwe yêkitiya gelan diparezin û li dijî perçekirina welatê xwe têdikoşin. Yên ku Surî perçe dikin ew zîhniyetên ku bi awayekî şovenîst û faşîst nêzî gelên me dibin e. Yên ku destê wan di xwîna gelên Surî de heye, ti mafe wan tineye ku dersa mafên mirovan bidin me.
Em bi ruhekî berpirsiyar nêzî gelên li Sûrî dibin. Ji bo vê em berdelên pirr giran jî didin. Ji wan berdêlan em ne poşman in, em pê ser bilind in. Ji ber ku em di xizmeta gelên xwe de xwe fêda dikin. Tu tişt nikare me ji vê rihê berpirsiyartiya dîrokî vegerîne. Serketina YPG a ji Kobanê heya Til Hemis, ji Çiyaye Kezwan heya Til Ebyad, serketina Surî ya demokratîk û projeya biratiya gelan e. Ji ber ku hemû gelên me jî bi vê awayî nêz dibe, kombûna li derdora YPG zêde dibe.
Em carek din hemû kesên ku di vê serketina dîrokî de piştgirî û alîkarî me kirin spas dikin. Em ê wezîfa xwe ya parastina nirxên mirovahî berdewam bikin. Em bawerin ev serketina ku bi piştgiriya xelkên herême ya mezin hat bi dest xistin wê bibe ji bo lewazkirina DAIŞ’ê li ser tevahiya erdê Suriyê."