Fermandariya YBŞ'ê: Şengal wê bi ruhê 15'ê Tebaxê azad bibe
Fermandariya YBŞ'ê Pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kir û got, "Hevrê Egîd çavkaniya berxwedana îro li Şengal û Rojava tê nîşandan e."
Fermandariya YBŞ'ê Pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kir û got, "Hevrê Egîd çavkaniya berxwedana îro li Şengal û Rojava tê nîşandan e."
Fermandariya YBŞ'ê Pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kir û got, "Hevrê Egîd çavkaniya berxwedana îro li Şengal û Rojava tê nîşandan e."
Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) bi wesîleya salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku 15'ê Tebaxê ji bo gelê Kurd roja hişyarbûnê ye û hat gotin, "Fîşeka di sala 1984'an de li dijî faşîzm, dîktatorî û neteweperestiyê hat teqandin îro li Şengalê, li Kobanê û li Kerkûkê deng vedide. Têkoşîna çekdarî ya beriya 32 salan li xaka Botanê ji bo parastina hebûna gelê me û pêkanîna azadiyê destpê kir û heta roja îro bê navber dewam kir, hêza şerê rûmetê yê gelên me nîşanî hemû hêzên emperyalîst da. Şerê azadiyê yê berî 32 salan li hemberî dewleta TC a faşîst hat destpêkirin, îro jî li dijî serdestiya Erdogan mezin dibe, li Silopiya, Cizî, Gever û Gimgimê derketiye ast têkoşîna gelê me ya xwerêveberiyê. Ev yek berhema rêxistinbûyîna bi kedeke mezin a gelê Kurd hatiye afirandin e. Hişyariya bi fîşeka destpêkê re pêk hat, li çar parçeyên Kurdistanê şîn bûye û îro hêzeke zanebûnê ya gelekî mezin derxistiye holê."
'TEVGERA AZADIYÊ BI RUHÊ 15'Ê TEBAXÊ DESTÊ XWE DIRÊJÎ ME KIR'
YBŞ'ê got, "Ciwan û jinên Kurd bi pêşengiya fermandar Egîd bi berxwedana çekdarî li dijî dijmin têkoşîneke çalak meşandin" û ev xal destnîşan kir: "Berxwedana destanî ya îro li Kobanê hat nivîsandin, encama hêza Pêngava 15'ê Tebaxê afirandiye. Li dijî çeteyên DAIŞ'ê ku li çar parçeyên Kurdistanê temsîlkariya dawî ya faşîzmê dike, bi wêrekî û lehegniya fermandar Egîd berxwedan û têkoşîneke hevpar tê meşandin. Gelê Kurd serhildan û serînetewandina li hemberî hemû neheqiyan, bi Pêngava 15'ê Tebaxê re veguherand kevneşopiyekê. Hevrê Egîd ku li her deverê berxwedana li dijî neheqiyê hîn kir, îro li Şengalê û Rojava çavkaniya îlhamê ya berxwedanê ye.
Dijminên gelê Kurd weke ku bixwazin di vê roja pîroz û bi rûmet de ji holê me tolê hilînin, di 14'ê Tebaxa 2007'and e li gundên me Til Izêr û Siba Şêx Xidir bombe teqandin û di vê komkujiyê de bi sedan mirovên me jiyana xwe ji dest dan. Her wiha di 15'ê Tebaxa 2014'an de li gundê Koço bi sedan jinên Êzidî esîr girtin û mêrên Êzidî qetil kirin. Tevgera Azadiyê bû yekemîn hêza ku bi ruhê 15'ê Tebaxê di fermana 73'an de destê xwe dirêjî me kir.
Weke ciwan û jinên Êzidî me bi ruhê serhildan û berxwedanê yê Tevgera Azadiyê, yekîneyên xwe yên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) bi rêxistin kirin. Hêzên HPG'ê ku azadkirina her xaka gelê Kurd lê bindest be ji xwe re weke wezîfe û berpirsyariyê dibînin, ruhê 15'ê Tebaxê bi me dane naskirin. Hêzên HPG'ê ku di fermana 73'and e ji bo parastina gelê me, zarokên me û xaka me xwe ji ti fedekariyê venegirtin û di vê oxirê de bi hezaran şehîd dan, rastiya fermandar Egîd hînê me kirine. Bi tenê ruhê berxwedana 15'ê Tebaxê ku sembola sekna li hemberî her şêwe êrîşan e, dikare Şengalê azad bike. Ya ku Şengalê azad bike, sekna fermandar Egîd e.
'EM SOZA BILINDKIRINA TÊKOŞÎNÊ DIDIN'
Di salvegera 32. de em Cejna Vejînê 15'ê Tebaxê li lîderê gelên bindest ên Rojhilata Navîn Rêber Apo, hemû hêzên azadî û demokrasiyê, li gelê Kurd pîroz dikin. Weke ciwanên Êzidî em berxwedana bi pêşengiya fermandar Egîd li mewziyên Şengalê li cem hêzên HPG û YJA Starê dewam dikin. Di vê roja pîroz de em careke din soza xwe dubare dikin ku em ê ji bo hilandîna tola şehîdên xwe, li dijî mêtîngeran, zîhniyetên faşîst û tekparêz têkoşîna xwe bi awayekî aktîf bilind bikin."