Fermandariya HPG û YBŞ: Hêza me ya gerîla bûye garantiya azadiya Şengalê
Fermandariya HPG'ê ya Şengalê û Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê daxuyaniyeke nivîskî weşandin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Hêza me ya gerîla bûye garantiya azadiya Şengalê."
Fermandariya HPG'ê ya Şengalê û Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê daxuyaniyeke nivîskî weşandin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Hêza me ya gerîla bûye garantiya azadiya Şengalê."
Operasyona Azadkirina Şengalê di roja duyemîn de dewam dike. Gerîlayên HPG û YJA Starê yên piştî komkujiyê çûn herêmê, pêşengiyê ji operasyonê re dikin. Gerîlayan gelek nuqteyên stratejîk ji çeteyan paqij kirin.
Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) jî tevî hêzên gerîla li heman eniyê li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin.
Fermandariya HPG'ê ya Şengalê û Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê, der barê operasyonê de danê vê sibehê daxuyaniyeke nivîskî weşandin. Di daxuyaniyê de nerazîbûneke tund li hemberî nêzîkatiyên ku berxwedana gerîla ya li Şengalê ji nedîtî ve tên hat nîşandan û hat gotin, "Hêza me ya gerîla bûye garantiya azadiya Şengalê."
PDK Û MEDYA PDK'Ê HEBÛNA GERÎLA Û YBŞ'Ê ÎNKAR DIKIN
Di daxuyaniya nivîskî ya HPG û YBŞ'ê de hat raginadin ku têkoşîna gerîla û hêzên YBŞ'ê ya di operasyona azadkirina Şengalê de ji nedîtî ve tên û bibÎr xist ku PDK û organên çapemeniyê yên nêzî wê nûçeyên bi vî rengî diweşînin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Roja 12'ê Mijdarê, ji bo paqijkirina Şengalê ji çeteyên DAIŞ'ê operasyoneke hevpar hatiye destpêkirin. Ev demeke bi taybetî PDK'ê di çapemeniyê de operayonek li Şengalê bilêv kir. Di weşanên hin organên çapemeniyê yên PDK'ê û daxuyaniyên hin fermandarên PDK'ê de atmosfereke welê hat afirandin ku 'wê Şengalê ji bin bandora PKK'ê rizgar bikin'. Hewl didin berxwedan, lehengî û berdêlên gerîlayên me HPG-YJA Star û hêzên YBŞ'ê yên 15 meh in didin, tine bên hesibandin. Ev nêzîkatî hem tê wateya înkarkirina berxwedanê, hem jî ti feydeya xwe li têkoşîna yekîtiya neteweyî ya Kurdan nayê.
Daxuyaniyên welê didin ku hem hejmara hêzên me yên li Şengalê biçûk nîşan didin, hem hejmara xwe dinepixînin, hem jî hêzên xwe bi hêzên gerîla û YBŞ'ê re muqayese dikin. Em ji aliyê hejmar û teknîkê ve xwe bi hêzên pêşmergeyan ve muqayese nakin, pêwîstiya me bi nêzîkatiyeke bi vî rengî nîne. Ya girîng ew e ku gelekî ji xaka xwe hatiye dexistin, hatiye kuştin, xaka wan hatiye dagirkirin, bê azadkirin û careke din li welatê xwe bê vegerandin. Û bi ser xistina berxwedana vê yekê ye.
'GERÎLAYÊN ME JI ROJA DESTPÊKÊ VE LI ŞENGALÊ DI ENIYA HERÎ PÊŞ DE ŞER DIKIN'
Ji aliyê tevahiya gelên cîhanê û raya giştî ve tê zanîn ku gerîlayên me ji roja destpêkê ve Şengalê diparêzin. Ji aliyê her kesî ve baş tê zanîn ku gerîlayên me şervanên li eniyên herî pêş şer dikin e. Me hebûna pêşmergeyan ti carî înkar nekir, em nakin. Lê belê ya ku zêdeyî saleke li Şengalê li ber xwe dide û ji bo azadkirina temamiya Şengalê bi hemû hêzên din ên li herêmê re têkilî, diyalog û dîplomasiyê dimeşîne Fermandariya HPG'ê ya Şengalê ye.
Nêzîkatiyên 'madem hûn heta niha li vir bûn, çima we Şengal azad nekirin', ku rojevê berevajî dikin û keda hatiye dayîn înkar dikin, ne rast in. Heta niha, ji bo rizgariya Şengalê bi fermandariyeke hevbeş re, di serî de PDK bi hemû hêzên li herêmê re hevdîtin hatin kirin û ji bo pêngava azadkirinê, amadekariyên pêwîst hatin kirin, li ser bingeha pêşniyarên şênber plansazî hat çêkirin û ev yek ji hêzên pêwendîdar re hat ragihandin. Lê belê nêzîkatiya hat nîşandan; bisekinin, gava dema wê hat em ê operasyona hevpar bikin, bû. Lê belê ev operasyona rizgarkirinê her tim hat taloqkirin.
Dema roja wê hat, rabûn gotin 'me amadekariya operasyonê kirin, em ê operasyonê bikin û ji bilî hêza me wê ti kes beşdar nebe'. Bi vê nêzîkatiyê re PDK'ê xwest operasyonê malî xwe bike."
OPERASYONA RIZGARKIRINA ŞENGALÊ DI 8'Ê COTMEHÊ DE LI ŞÎLO DESTPÊ KIR
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku operasyona rizgarkirina Şengalê ji aliyê hêzên HPG û YBŞ'ê ve di 8'ê Cotmehê de li Geliyê Şîlo hat destpêkirin û hat destnîşankirin, ku her çend pêşniyara operasyona hevbeş hat kirin jî hêzên Pêşmerge tevlî vê pêngavê nebûne.
Di daxuyaniyê de, li hemberî nêzîkatiyên înkarkirinê yên PDK'ê ev bersiv hat dayîn:
"Her çend ked û hebûna hêzên gerîla ji nedîtî ve tê, lê divê were zanîn ku destpêkirina operasyoneke bi vî rengî jî bi saya hebûn û berxwedana hêzên HPG, YBŞ û mirovên li vir e. Bi saya şehîdên me yên bi lehengî canê xwe di berxwedanê de feda kirine.
'NIHA LI NAVENDA ŞENGALÊ 1500 GERÎLA Û ŞERVANÊN YBŞ'Ê HENE'
Hejmara ku niha der barê hêzên me yên li Şengalê de tê dayîn, li hejmara rastî nayê. Tê gotin ku hêzeke gerîla ya ji 150 kesî heye. Ev bi temamî agahiyeke bêbingeh û înkarkirinê ye. Niha li navenda bajêr 1500 gerîla û şervanên HPG û YBŞ'ê hene. Li şûna ku bala hemû kamerayan li ser cihê pêşmerge lê ne be, eger hinekî kamerayên weşana zindî li derdorê jî bigerînin, wê karibin hêz û hejmara gerîla bi hêsanî bibînin.
DIVÊ HER KESÊN DI PÊNGAVÊ DE KEDA XWE HENE, BÊN DÎTIN
Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê her kesên di pêngavê de xwedî ked in, bên dîtin û ev bang hat kirin:
"Nêzîkatiyên nedîtin an jî biçûkdîtina hev a hêzên bi operasyon, pêngav û kedeke hevpar ji bo parastina felsefeya jiyana azad a gelê Kurd têdikoş in, ji aliyê gelê herêmê ve nayê qebûlkirin û nêzîkatiyeke bi vî rengî ya cihêkar, cihê xwe di nava civakê de nîne.
Hêzên HPG-YJA Star, YBŞ, KDP, YNK, Ezîdxan û ciwanên ji derve hatine û rahiştine çekan, tevî gelê me her kes di vê operasyonê de bi awayekî aktîf cih digirn. Pêwîste di vê pêngava azadî û rizgariyê de ked û berxwedana her kesî were dîtin."