Fermandariya HPG'ê ya Kerkûkê: Heta xeterî li ser gelê me hebe, em ê bi erka parastinê rabin

Fermandariya HPG'ê ya Eniya Kerkûkê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand, ku ew li ser daxwaza gel hatine Kerkûkê û destnîşan kir, ku heta xeterî li ser gelê Kurd û gelên li herêmê hebe, ew ê bi erka xwe ya parastinê rabin.

Fermandarê HPG'ê yê Kerkûk-Mexmûrê Selîm Zîlan, Fermandara YJA Starê Berfîn Denîz û Fermandarê HPG’ê Serdar Garzan îro seat di 11:00 de li eniya Kerkûkê daxuyanî dan çapemeniyê. Fermandarê HPG’ê Selîm Zîlan li vir axivî û got, çeteyên DAIŞ’ê weke belayê sedsalê li dijî mirovahiyê derketine û ew ê li her derê li dijî dijminê mirovahiyê şer bikin.
 
Li ser navê fermandariyê Selîm Zîlan axivî û qala sedema hatina hêzên gerîla kir. Zîlan wiha axivî: "Piştî ku DAIŞ'ê êrîş kir, di Tebaxa sala 2014'an de li ser daxwaza gel em hatin Kerkûkê. Li Germiyan, Celewla û Başûrê Kerkûkê me şer kir û gelek şehîdên me çêbûn. Me û hevalên me yên pêşmerge bi hev re li van eniyan şer kirin. Ezmûnên HPG'ê yên bi salan heye û li kêleka hêzên pêşmergeyan wek hêzek neteweyî me şer kir. Hêzên pêşmerge jî gelek şehîd dan û em bi hev re bi ser ketin."

Fermandarê HPG'ê di dewama axaftina xwe de diyar kir, ku gelek hêzên wan di eniya pêş de cih digirin û got: "Eger pêwîstî pê be, em ê gelê li herêmê biparêzin. Ne tenê parastina gelê Kurd, erka me ye ku em hemû gelên li herêmê biparêzin. Ji ber ku DAIŞ êrîşî hemû gelan dike. Li ku pêwîst hebe wek tevgera Apoyî em ê gel biparêzin. Xwîna pêşmerge û gerîla di nav hev de ye û bi hev re wê xaka Kurdistanê biparêzin."

'GOTINÊN LI SER HEBÛNA HÊZÊN ME YÊN LI VIR, JI BO ME NE CIDÎ NE'

Fermandar Selîm Zîlan piştgirî da daxuyaniya Fermandarê Pêşmergeyan û wiha dewam kir: "Em daxuyaniya Wista Resûl bi wate û hêja dibînin. Gotinên li ser hebûna hêzên me li vir, em pir cidî nagirin. Li ser hinek daxwazan me pêwîst dît em hinek tiştan bêjin. Wek hêza parastina Kurdistanê em li vir in. Her kes divê bizane ku lîstokek li tevahiya herêmê heye. Li hember wan divê her kes şiyar be. Çawa li Sûriyeyê dixwazin siyaseta xwe ferz bikin dixwazin li Iraqê jî vê yekê bikin. Lê ev mudaxeleya wan, wê pirsgirêka di nava gelan de zêdetir bike."
 
Li ser hebûna hêzên wan li Xurmatû jî Fermandarê HPG'ê got: "Hinek dibêjin hêzên me li Xurmatû hene. Hêzên me li wir nînin. Gotinên wan ne yên wan bi xwe û hinek kes bi wan dide gotin. Dixwazin gelan ji hev dûr bixin û parçe bikin."

'TI PÊWENDIYA ME BI ERŞED SALIHÎ RE NÎNE, EW WÎ NAS NAKIN'

Selîm Zîlan di dawiya axaftina xwe de got: "Ti pêwendiya me me bi Erşed Salihî re nîne û em nas jî nakin. Siyaseta li Sûriyeyê dixwazin li vir jî bimeşînin. Ew hemû Tirkmenan temsîl nake. Heta niha pirsgirêkek me bi hikûmeta Iraqê re jî nebûye. Birêz Ebadî beriya niha diyar kiribû ku kesên şerê DAIŞ’ê dike, çi gerîla û çi hêzek din ew li piştê ne. Lê belê heta li ser gelê Kurd xetere û gef hebe, em wek hêzên parastina gel em ê parastinê bikin."

...