Fermandariya Gerîla ya Kerkûkê: Em ê parastina gelê xwe li her derê bidomînin

Fermandariya Gerîla ya Eniya Mexmûr-Kerkûkê, li ser gotinên Berpirsê Eniya Tirkmenên Iraqê û Wekîlê Iraqê Erşet Salîhî ku gerîla wekî ‘terorîst’ û cihgirtina li Kerkûkê jî wekî ‘hêzek dagirker’ pênase kiribû, got; “Divê her kes hedê xwe bizane.”

Fermandariya Gerîla di daxuyaniya xwe de got; “Hin hêzên ku tevgera me li vir naxwazin dibe hebin. Lê, em wek tevger daxuyaniyên bi vî şiklî cîdî nagirin. Divê her kes bizanibe ku em ê wezîfeya parastina gelê xwe li her derê bidomînin. Ji bo vê jî em ne mecbûr in ku ji ti kesan destûrê bixwazin.”

‘HATINA ME JI BO DAXWAZ Û PARASTINA GELÊ KURD E’

Fermandariyê bi bîr xist ku ji ber êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên ku sala 2014’an pêş xistin, li ser daxwaza hêzên siyasî û gelê Başûrê Kurdistanê hatine, wiha dewam kir; “Ji wê demê ve me bi pêşmergeyan re li dijî DAÎŞ’ê şerekî bi bandor meşand. Jixwe hatina me li ser daxwaza gelê me û hêzên Başûrê Kurdistanê pêk hatiye. Em ji wê rojê ve wezîfeya xwe ya parastinê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê pêk tînin, ji niha û şûn de jî em ê bidomînin.”

‘YÊN ENIYA TIRKMEN DIDIN AXAFTIN HÊZÊN DIN IN’

Fermandariyê bal kişand ku yên van daxuyaniyan bi devê Eniya Tirkmenên Iraqê didin raya giştî hêzên din in, wiha dom kir; “Diyar e ku hin hêzên din ên Eniya Tirkmenên Iraqê didin axaftin hene. Lê divê bila bê zanîn ku tevgera me tevgereke Kurdistanî ye. Wezîfeya wê ye ku gelê xwe biparêze. Wek tevgera PKK’ê çawa me heta niha wezîfeya parastina gelê xwe li her derê pêk anî, ji niha û şûn de jî em ê bidomînin. Lê em dizanin ku, gotinên Berpirsê Eniya Tirkmen û Parlamenterê Iraqê Erşet Salîhî ya ku gerîla wek ‘terorîst’ û ‘hêzeke ku Kerkûk dagir kiriye’ pênase kir, ne wisa ji rêzê ne. Di bin vê daxuyaniyê de hin hêzên cuda hene û em dizanin ku daxuyaniyê bi vî şexsî didin ragihandin. Lê divê bê zanîn, mafê ti hêzê nîn e ku têkîldarî gerîlayê PKK’ê ku hêza parastinê ya fedaî ya gelê me ye, daxuyaniyên bi vî awayî bidin.”

‘EM Ê PARASTINA GELÊ XWE BIDOMÎNIN’

Fermandariya Gerîla ya Eniya Mexmûr-Kerkûkê destnîşan kir ku li her derên ku gelê Kurd lê ye, wê bi fedakarî wezîfeya parastina gelê Kurd pêk bînin û bi van nirxandinan dawî li daxuyaniyê anî; “Banga me ji bo gelê me ew e ku bi ti awayî daxuyaniyên bi vî awayî cîdî negirin. Hêzên gerîlayên me ji sala 2014’an ve lig elek deverên Kurdistanê li dijî rêxistina çete ya DAÎŞ’ê li cem gelê xwe cih girtiye, wezîfeya xwe ya parastinê bi fedakarî û rûmet pêk aniye, wê ji niha û şûn de jî heman wezîfeyê bidomîne. Dîsa, em dixwazin her kes bizanibe ku em ê li gel hêzên pêşmerge di heman çeperan de li dijî dijminên gelê Kurdistanê di bin her şert û mercî de şer bikin. Hin kes bi awayekî ji xwe razî dikare bibêje ku gerîla li van qadan naxwazin. Lê, ev der Kurdistan e û gerîla hêza parastina rewa ya gelê Kurd e. Ji bo em li vir bimînin, li dijî faşîzma DAÎŞ’ê gelê xwe biparêzin me ji ti kesî destûr nexwestiye, em ji niha û şûn de jî naxwazin. Û dîsa divê bê zanîn, em daxuyaniya Eniya Tirkmenên Iraqê û yên mîna wê cîdî nagirin.”