Fermandarê YPG'ê Zal: Operasyona HSD'ê wê heta Holl-Reqqa bidome
Ji fermandarên YPG'ê Rustem Zal ê di nava operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de cih digire, der barê girîngiya herêmê û pêngava hatiye destpêkirin de ji ANF'ê re axivî.
Ji fermandarên YPG'ê Rustem Zal ê di nava operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de cih digire, der barê girîngiya herêmê û pêngava hatiye destpêkirin de ji ANF'ê re axivî.
Operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk a di 30'ê Cotmehê de li başûrê Hesekê hat destpêkirin, dewam dike. Di çarçoveya operasyonê de heta niha gelek gund hatine azadkirin. Hêzên HSD'ê duh êvarê xwe gihandin gola Xatûniyê, ku yek ji nuqteyên stratejîk ê herêmê ye. Li vê derê şer giran e.
Ji fermandarên YPG'ê Rustem Zal ê di nava operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de cih digire, der barê girîngiya herêmê û pêngava hatiye destpêkirin de ji ANF'ê re axivî. Zal got, "Em dixwazin gelan ji gefa DAIŞ'ê rizgar bikin" û destnîşan kir ku operasyon wê heta herêma Holl-Reqqayê bidome.
'PÊNGAVA ME JI BO HERÊMEKE BERFIREH E'
Bi vê pêngavê re armanc çi ye?
Ev demeke dirêj e li ser Rojava û Şengalê şerekî giran heye. Her wiha şerekî dijwar li Kobanê qewimî. Ji ber vê yekê ev demeke dirêj e em di nava şer de ne. Em niha li eniya Hesekê ne. Ev pêngav ji bo herêmeke berfireh hatiye destpêkirin. Ji bo rizgarkirina civaka me ya Êzidî ya li Şengalê ji êrîşên DAIŞ'ê, pêwîste di navbera Hesekê û Çiyayê Şengalê de korîdorek were vekirin. Her wiha, ji ber ku herêma Reqqa-Holl jî di nava vê pêngavê de cih digire, ev pêngav gelekî berfireh e. Bi qasî 13 hêzên di nava Hêzên Sûriyeya Demokratîk de cih digirin, tevlî vê operasyona me dibin. Weke YPG'ê, ji bo rizgariya gelên me yên Kurd, Ereb û Suryanî ji bin zilm û xeteriya komkujiyê ya çeteyên DAIŞ'ê, me dest bi vê pêngavê kirin. Ev yek ji bo me pêngaveke girîng e. Her wiha ji bo azadbûna gelên Sûriyeyê, ev pêngav gelekî girîng û stratejîk e.
'KOALÎSYON DESTEKÊ DIDE, LÊ PÊNGAV BI GIRANÎ JI BEJAHÎ VE DIMEŞE'
Li gorî we, wê di dema pêş de DAIŞ di rewşeke çawa de be? Wekî din, rewşa hêzên li eniyê şer dikin çi ye?
Eger biratiya gelan hebe, DAIŞ nikare mîna berê êrîşî her derê bike. Weke YPG'ê em dibejin; DAIŞ mîna berê nikare êrîş bike. Niha direve. Cihên di destê xwe de winda dike. Li hin gundan hene, lê hêzên me niha bi çekên giran li hemberî wan gundan dest bi operasyonê kirine. Hêzên koalîsyonê jî hinekî destekê didin, lê belê ev pêngav bi giranî ji bejahî ve ji aliyê YPG û hêzên din ve tê meşandin. Bi vî rengî ev pêngav wê heta Holl-Reqqayê bidome.
'ARMANCA PÊNGAVÊ, JI HOLÊ RAKIRINA GEFA DAIŞ'Ê YE'
Çima eniya Hesekê girîng e? Bi vê eniyê re armanc jbi Hesekê çi ye?
Ev enî eniyek nêzî Hesekê ye. Li Hesekê gelên cuda dijîn. Mînak; Kurd, Ereb, Suryanî hene. DAIŞ'ê berî çend mehan êrîşî Hesekê kiribûn. DAIŞ'ê bi van êrîşan re di asteke girîng de rejîm şikandibû. Dûre YPG'ê dest li şer werdabû. Bi vî rengî DAIŞ hatibû şikandin. Wê demê navenda bajarê Hesekê hatibû azadkirin, lê belê derdora wê û hin gund bi temamî nehatibûn azadkirin. Ji ber vê yekê hînê li gelek cihan DAIŞ hebû. Ji bo azadkirina van gund û navçeyan, pêngaveke nû hat destpêkirin. Mînak li vê derê gundê Salaliyê ku navê xwe yê rastî Sarap e û gundê Hamra hene. Gundên Hamra û Sarapê hatin azadkirin, gundê Salihiyê ma. Em ê wê jî azad bikin. Li aliyê din li aliyên Til Hemîs, Til Berakê kom ketin nava tevgerê. Koma li aliyê Şengalê jî ket nava tevgerê. Yanî hem ji bo demokratîkbûyîna Sûriyeyê hem jî, ji bo rizgariya gelan ji gefa komkujiyê ya DAIŞ'ê, pêngav hat destpêkirin.
Rola vê pêngava berfireh di ewlekariya Kantona Cizîrê de çi ye?
Berê çeteyên DAIŞ'ê xwe nêzî heta Til Hemîs, Qamişlo, Dêrik û Hesekê dikirin. Bi taybetî piraniya Hesekê û Til Temirê di destê wan de bûn. Li vê derê komkujî anîn serê gelan. Ji şerê destpêkê û vir ve, piraniya vê herêmê hat azadkirin. Di destê DAIŞ'ê de cihekî gelekî mezin nema, yên mayî jî piştî ku hatin azadkirin wê êdî li hemberî Kantona Cizîrê êrîş nikaribe bê kirin. Wê ji bo gelên me yên Kurd, Asûrî-Suryanî, Eerb û Ermenî yên li vir dijîn, herêmeke ewle were avakirin. DAIŞ wê nikaribe mîna berê bi hêsanî êrîş bike, wê nikaribe bi hêsanî mîna berê komkujiyan bike. Wê nikaribe nêrînên xwe yên gemarî di nava gel de belav bike. Ji ber ku li vê derê YPG/YPJ heye, HSD (Hêzên Sûriyeya Demokratîk) hene. Li ser vê bingehê rêxistinbûyîneke mezin heye.