Fermandarê YPG'ê: Li pişt êrîşên li Helebê Tirkiye heye

Fermandarê hêzên YPG'ê yên li Hewlebê Birûsk Hesekê da xuyakirin, ku li pişt êrîşên çeteyan ên li hemberî taxa Şêxmeqsûd a Helebê, Tirkiye heye.

Fermandarê hêzên YPG'ê yên li Hewlebê Birûsk Hesekê da xuyakirin, ku li pişt êrîşên çeteyan ên li hemberî taxa Şêxmeqsûd a Helebê, Tirkiye heye.

Çeteyên ser bi El Nûsra, Ehrar El Şam û tabûra Nûreddîn Zengî, ev hefteyeke êrîşên xwe yên li hemberî taxa Şêxmeqsûd a Helebê zêde kirine.

Endamê Fermandariya Giştî ya YPG'ê û Fermandarên Hêzên Helebê Brûsk Hesekê, der barê van êrîşan de ji ANHA'yê bersiv da pirsên Berfîn Roj.

Brûsk Hesekê destnîşan kir ku armanca êrîşên çeteyên El-Nûsra ku di 22'ê Îlonê de li dijî taxa Şêxmeqsûd pêk anîn, şikandina vîna welatiyên taxê ye û ev tişt anîn ziman: "Çeteyên El-Nûsra ev saleke hewl didin ku tevahiya bajarê Helebê û bi  taybet jî taxa Şêxmeqsûd dagir bikin. Ji ber ku tax rizgarkirî ye û di  bin kontrola şervanên YPG/YPJ’ê  de ye û ne li gorî şerîeta ku li ser dimeşin e, ew êrîş dikin. Ev êrîşên ku niha tên kirin plana wan ji berê ve hatiye kirin."

Brûsk Hesekê di dewama axaftina xwe de da zanîn ku beriya 4 mehan çeteyan bi armanca ku tevlîhevî û fîtneyê derxin û aramiya taxê têk bibin, odeya çalakiya ya bi navê "Lebeyîke ya axah" ya ji bo destwerdana li kar û barên taxê çêkirin û anî ziman ku armanca vê yekê jî ew e; welatiyên taxê koçber bikin.

Brûsk Hesekê diyar kir ku çeteyên El-Nûsra Kantona Efrînê û taxa Şêxmeqsûd xistine bin ambargoyekê û bê navber li ser rêya Efrîn û Helebê êrîşî welatiyên sivîl dikin, wan digirin û got: "Welatiyên ku tên girtin jî, bi hinceta ku endamên YPG’ê ne nêzîkatiyên ne baş ji bo wan tên kirin. Bi armanca ku  tevliheviyê derxin, aramiya li taxê têk bibin û hincetekê ji bo êrîşên xwe yên li ser taxê çêkin, van pêkanîna li dijî pêkhateyên kurd û ereb pêk tînin."

Der barê êrîşên ku ji 22'ê Îlonê ve li taxê pêk tên de Brûsk Hesekê da zanîn ku ev êrîş ne nû, lê belê ew ji destpêka aloziyê ve û heta niha bi rengekî demekî didomin û wiha dirêjî da  axaftina xwe : "Çeteyên El-Nûsra, Ehrar El-Şam, tabûrên Nûreddîn Zingî û Sûltan El-Mûrad ên li ser navê Îslamê tevdigerin, ji aliyê dewleta Tirk a ku planan ji wan re datîne ve tên destekirin. Armanca wan a van êrîşan jî ew e ku hemû pêkhateyên kurd, ereb û xiristiyan yên ku di nava biratî û aramiyê de dijîn, ji hev dûr bixin û di nava welatiyên taxê û penaberên ku lê bicih bûne de,  tevliheviyê derxin. Da ku karibin tevahiya bajarê Helebê bixin bin desthilatdariya xwe."

Brûsk Hesekê destnîşan kir ku ew weke şervanên YPG/YPJ’ê, amade ne taxê li beramber hemû êrîşan biparêzin û got: "Çeteyên El-Nûsra û tabûrên ku piştgiriya wan dikin, her çiqas bi çekên giran jî êrîş bikin, wê negihêjin armanca xwe. Ji ber ku me soz da ye gelê xwe ku em ê wan biparêzin û em li ser soza xwe ne."

Brûsk Hesekê di dawiya  axaftina xwe de bang li hemû pêkhateyên Helebê kir ku li kêlek Hêzên YPG/YPJ’ê bisekin û wan destek bikin, da ku karibin, welatiyan biparêzin û ewlekariyê bicih bikin.