Fermandarê YPG’ê Diyar Bagok ji aliyê deh hezaran ve hat birêkirin

Cenazeyê fermandarê YPG’ê Diyar Bagok (Ekrem Bîlge) ê di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê deh hezaran ve li navçeya Nisêbîna Mêrdînê hat birêkirin.

Cenazeyê fermandarê YPG’ê Diyar Bagok (Ekrem Bîlge) ê di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê deh hezaran ve li navçeya Nisêbîna Mêrdînê hat birêkirin.

Piştî şeş mehan cenazeyê Fermandarê YPG’ê Diyar Bagok ê di berxwedana Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê de, du rojan bi tenê di avahiya asayîşê de, li dijî çeteyên DAIŞ’ê bi lehengî şer kir, anîn Nisêbînê û bi merasîmeke girseyî spartin axê.

Piştî azadkirina navenda Kobanê, di encama lêgerîna di bin xirbeya avahiya Asayişê de, cenazeyê fermandarê YGP’ê Diyar Bagok derxisrtin û ji bo radestî malbatê bikin, anîn Deriyê Sînor ê Mûrşîtpinar û ji wir jî derbasî Pirsûsê hate kirin. Cenazeyê bi karwanekî wesayitan şandin Qoserê û ji wir jî ber bi Nisêbînê ve bi rê kirin.

Beriya hatina cenaze li Nisêbînê amadekariyên merasîmê hatibûn kirin, tevî hevserok û rêveberên HDP û DBP’ê yên Nisêbîn, Qoser û Mehsertê, û hevşaredar, bi deh hezaran kes tevlî merasimê bûn. Beriya merasîmê bi hezaran kesan berê xwe dan Qada Newrozê. Piştî cenaze gihişt Qada Newrozê, bi deh hezaran darbesta Bagok danîn ser milan û ber bi Goristana Şehîdgeha Nisêbînê ve dest bi meşê kirin. Di meşê de dirûşmên “Fermandar Diyar dijî Kobanê şer dike”, “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” qîriyan.  Di meşê de alên YPG, PKK, KCK û posterên Diyar Bagok hatin hilgirtin.

Di meşê de her ku çû hejmara wan zêde bû. Cenaze bi fîşekên hewayî hate pêşwazîkirin. Girseyê bi yekdengî merşa “Çerxa Şoreşê” qîriya.

Nûnerê MEYA-DER ê Mêrdînê Latîf Tabar jî axivî û got: “Berxwedana lehengî ya Şehîd Diyar yekîtiya gelê Kurd xurt kir. Teslîmî çeteyên DAIŞ’ê nebû û berxwedanê xurt kir, mîraseke mezin ji me re hişt.”

Piştre kekê Diyar Bagok Hasan Bîlge axivî û peyama ku şervanên YPG’ê ji Kobanê ji wan re şandine parve kir. Şervanên YPG’ê di peyama xwe de dibêjin: “Em şervanên fermandar Diyar in. Fermandar Diyar di hemû şert û mercan de xeta me ya teslîmnebûnê ye. Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe hewl bidin ku hewl bidin ku bibin hêjayê Fermandar Diyar. Wê xwîna Fermandar Diyar li erdê nemîne.”

Piştî axaftinan  cenazeyê DIyar Bagok spartin axê.

...