Fermandar Mehmed Goyî li Wargeha Şehîd Rûstem hate bibîranîn

Fermandar Mehmed Goyî li Wargeha Şehîd Rûstem hate bibîranîn

Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem ji bo Endamê Konseya Leşkerî ya HPG'ê Mehmed Goyî û Demhat Peyas ku di encama şerên dijwar yê 14 û 15 cotmehê li navçeya Elkê ya Şirnexê jiyana xwe ji dest dabûn, merasîmek hat lidarxistin.

Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem li Saziya Malbatên Şehîdan ji bo Endamê Konseya Leşkerî ya HPG'ê Mehmed Goyî û gêrîla Demhat Peyas ku 14 û 15 cotmehê li navçeya Elkê ya Şirnexê di encama pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabûn, bi tevlîbûna bi sedan şêniyên wargehê hatin bibîranîn. Merasim bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna aştî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dan bi dirûşmeyên "Şehîd namirin", "Bijî Rêber Apo", "Şehîd jîn, jiyan û bêmirinin" destpê kir.

Di merasimê de ji aliyê alîkarê Hevserokê Meclîsa Gel ya Demokratîk Hecî Kaçan ve sicîlên Fermandarê HPG' ê Mehmed Goyî û Demhat Peyas hatin xwendin. Piştî xwendina navan peyama HPG'ê a ji bo malbata Fermandar Mehmed Goyî hatibû şandin hate xwendin. Di peyamê de HPG bal kişand ser jiyana 24 salan ya Fermandar Mehmed Goyî ya di nav têkoşîna azadiyê de û berxwedana wî û soza xwedîderketina li doza wan hat dayîn.

'FÊMKIRINA ŞEHÎD; JIYAN Û JIYANDINA ŞEHÎDE'

Piştî peyama HPG'ê li ser navê Meclîsa Gel alîkarê Hevserokê Meclîsa Gel ya Demokratîk Hecî Kaçan axivî. Kaçan di destpêka axaftinên xwe de sersaxî ji bo malbata Fermandarê Gêrîla Mehmed Goyî û gelê Kurd xwest. Kaçan axaftina xwe wiha domand: "Pêwîste em di kesayeta şehîdan de li hemberî nirxên şehîdên xwe ji nû ve di ber çavan re derbaz bikin û ji her demê zêdetir xwedî li wan nirxên pîroz derkevin. Fermana ku ev didin me, bilindkirina têkoşîn û xurtkirina refên azadiyê ye. Eger di welatekî de hinek canê xwe ji dest didin û ew wek nirxên herî pîroz tên binavkirin; vê demê hewce ye em jî ji her demê zêdetir xwedî li doza wan derkevin û ala azadiyê ku wan rêhevalên me bi berdêlên pir mezin hildane bilind bikin. Li gorî jiyan, soz û doza şehîd meş, tê wateya xwedîderketina li jiyana azad. Tê wateya fêmkirina rastiya Rêbertî. Fêmkirina şehîd; jiyan û jiyandina şehîde."

'EM DÊ HEYA DAWIYÊ ŞOPDARÊ DOZA MEHMED BIN'

Piştî axaftina alîkarê Hevserokê Meclîsa Gel ya Demokratîk Hecî Kaçan li ser navê Malbata Mehmed Goyî xwîşka Mehmet Cîhan Kaplan axivî. Cîhan Kaplan got: "Mehmed êdî ne yê malbatê, bi hemû hêz û mejî xwe yê partî û gelê xwe bû. Ez nikarim li ser Mehmed tiştekê bînim ziman. Ji ber ku demek dirêj bû tevlî nav refên şoreşê bibû; lewma tu tiştên Wî û heta rûyê Wî jî nayê ber çavên min. Ez jî weke tevayî heval û gelê me Wî nas dikim. Mehmed hemû fikr û giyanê xwe bi tevgerê re kiribû yek. Ew bi jiyana rêxistinê re yek ruh û yek giyan bû. Me wek malbat girêdana xwe bi zîndan, çiyayan û bi têkoşîna Mehmed da çêkirin û me tu caran nehişt ku tenê bimîne. Em ê ji vir şûnde jî Wî bi tenê nehêlin. Em Mehmed û PKK'ê tenê nahêlin û em dê heya kêliya dawî ya jiyana xwe şopdarê vê têkoşînê bin."

Piştî axaftina xwîşka Fermandarê Gerîlla Mehmed Goyî, Cîhan Kaplan hunermend Xelîl Xemgîn axifî. Xelîl Xemgîn di destpêka axaftina xwe de sersaxî ji bo tevayî gelê Kurd û malbatê xwest û wiha got: "Her şehadetek careke din tîne bîra me ku em wijdanên xwe ji bîr nekin û bi hemû hêza xwe bi doza wan re bimeşin da ku em ji her demê zêdetir bi armanca şoreşa xwe ve mijûl bibin û ji bo azadiya Rêberê xwe têbikoşin. Tişta şehîd ji me dixwazin eve. Xwedîderketina li Rêbertî, gel û doza wan ku bi berdêla canê xwe dane avakirin."

Piştî axaftinan merasim bi dirûşmayên "Şehîd namirin", "Şehîd bêmirinin", "Bijî Rêber Apo", "Bê Serok jiyan nabe" û bi çêpikan bi dawî bû.