Ji bo azadiya Rêber Apo di asta navneteweyî de kar û kampanya dewam dikin. Parlamentera berê ya HDP'ê Feleknas Ûca li ser mijara 'Mafê Hêviyê' ji ANF'ê re axivî.
Feleknas Ûca diyar kir ku dewleta Tirk berpirsyar e ku 'mafê hêviyê' bi cih bîne û got, "Tirkiye endamê Konseya Ewropayê ye û mafên mirovan jî di nav de li gelek qadan mohra xwe daniye binê gelek peymanên navneteweyî. Biryarên Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî di nava van de ne. Lê belê Tirkiyeyê heta niha ev biryar bi cih neaniye. Ev rewş radixe pêş çavan ku Tirkiye di mijara pîvanên dewleta hiqûqê de xwedî kêmasiyên cidî ne."
'SERKETINA PÊVAJOYÊ BI AZADIYA BIRÊZ OCALAN VE GIRÊDAYÎ YE'
Feleknas Ûca anî ziman ku ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd serdemeke dîrokî heye, ji bo serketina vê pêvajoyê divê ji Rêber Apo re mercên kar û jiyanê yên azad bêne afirandin û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Îro li Tirkiyeyê ji aliyê pêvajoya aştiyê û danûstandinên aştiyê ve serdemeke gelekî girîng heye. Banga aştiyê ya ku ji aliyê Birêz Ocalan ve hate kirin hem ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hem jî ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê hêviyeke mezin e. Ewropayê di salên dawî de ji ber binpêkirinên mafên mirovan, bicihneanîna biryarên dadgehê û mercên girtîgehê yên Birêz Ocalan lê tê ragirtin gelek caran rexne li Tirkiyeyê kir. Bi taybetî tecrîd bi salan ji aliyê Yekîtiya Ewropa û Konseya Ewropayê ve timî hate rexnekirin.
Bi 'Mafê Hêviyê' re demeke nû êdî destpê kiriye.e Ev maf biryareke sembolîk, yan jî gotineke siyasî nîne; mafekî bingehîn e ku divê girtî û hikumxwar hemû xwedî vî mafî bin.
Ev maf Birêz Ocalan jî digire nava xwe. Eger Tirkiye dixwaze pêvajoya aştiyê bi pêş ve biçe û Birêz Ocalan di muzakereyên aştiyê de weke aktorekî li dora maseya muzakereyê be, hingî gelekî girîng e ku wî serbest berde û ew bi xwe hevdîtinan bike."
'YEKÎTIYA EWROPA Û SAZIYÊN WÊ DIVÊ ÊDÎ BIRYARÊ BIDIN'
Siyasetmedar Feleknas Ûca destnîşan kir ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji bo bicihanîna 'mafê hêviyê' divê êdî biryarekê bide û got, "Yekîtiya Ewropa û saziyên wê neçar in ku êdî biryarekê bidin. Weke her carê gelo wê li benda Tirkiyeyê bisekine ku tenê hin gavan biavêje û qîma xwe bi vê bîne, yan jî wê bi rengekî çalak piştgiriyê bide pêvajoya aştiyê?
Di daxuyaniyên xwe yên heta niha de timî gotin ku ew piştgiriyê didin pêvajoya aştiyê. Lê belê pirsa esasî ew e ku di kîjan astê de piştgiriyê dide. Gelo wê tenê lê temaşe bike, yan jî bibe parçeyekî çalak ê pêvajoyê? Biryara ku divê êdî bidin ev e. Lewma ev mijar gelekî girîng e.
Weke endameke ku bi salan li Konseya Ewropayê temsîla Tirkiyeyê kir, di karên xwe yên siyasî hemûyan de ji bo bidawîkirina tecrîdê, ji bo sererastkirina mercên girtîgehê û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd min timî bang kir.
Her wiha timî destnîşan kir ku Birêz Abdullah Ocalan yek ji aktorên herî girîng ên vê pêvajoyê ye û divê bê berdan. Em bang li Yekîtiya Ewropa û saziyên wê dikin ku piştgiriyê bidin pêvajoya aştiyê ya ku Birêz Ocalan dimeşîne û dengê aştiyê hîn bilind bikin. Mafê hêviyê divê ne tenê ji bo Birêz Ocalan, ji bo tevahiya girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê tavilê bikeve meriyetê."