FEDA: Divê civakên baweriyan xwe biparêzin
Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) ji ber salvegera îdamkirina Seyîd Riza daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de gotin, "Di salvegera 78 a darvekirina Pîr Riza (15.16'ê Mijdara 1937'an) de, em hemû canên Rêya Heq de bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin. Helwesta wan a bi bawer û bi rûmet ku serî li ber zalimiyê netewandine, ji bo me civaka baweriya Rêya Heq hem bûye sekna bi bawer, hem jî têkoşînê li ser me ferz dike."
FEDA'yê got, "Wan rêya serînetewandina li pêşberî zaliman, nîşanî me dan" ev xal destnîşan kir: "Zîhniyeta înkarê ya ku ew bi darve kir û dijminên sersorên Kurd, bi destên xwe yên bi xwîn her roj komkujiyên nû dikin. Li hemberî zilma zaliman divê em hîn bêhtir xwe bi rêxistin bikin û bibin yek. Rêya vê yekê jî xweparastina hemû civakên baweriyan e."
'EM Ê NEBIN ELEWÎ Û KURDÊ WAN'
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku mîrateya Pîr Seyîd Rizayan ji wan re hiştiye, rê û rêbaza berxwedan û serînetewandinê ye û hat destnîşankirin, ku ew ê dilsoziyê têkoşîn û bîranîna Pîr Riza û hevalên wî bin.
FEDA'yê got, "Ji bo me bikin Elewî û Kurdê xwe, ti derew û hîle neman ku neceribandin. Lê em nebûn Elewî û Kurdên wan û em ê nebin."