Farqîn ji nû ve tê avakirin
Serokê Yekîtiya Şaredariyên Başûrrojhilatê Anatoliyê Kerem Dûrûk got, "Farqîn a bi destê dewletê wêran bû, em bi destê gel ji nû ve ava bikin."
Serokê Yekîtiya Şaredariyên Başûrrojhilatê Anatoliyê Kerem Dûrûk got, "Farqîn a bi destê dewletê wêran bû, em bi destê gel ji nû ve ava bikin."
Li taxên Tekel, Mescît û Konak ên Farqînê, ku dewletê bi terora xwe ya 12 rojan re wêran kir, xebatên ji nû ve avakirinê destpê kir. Serokê Yekîtiya Şaredariyên Başûrrojhilatê Anatoliyê Kerem Dûrûk der barê ji nû ve avakirinê de agahî da û got, "Farqîn a bi destê dewletê wêran bû, em bi destê gel ji nû ve ava bikin."
Li taxên Tekel, Konak û Mescît ên Farqînê, ji ber terora hêzên dewletê ya 12 rojan, gelek xanî ji ber gulereşandina tîmên taybet ên polîsên Tirk xisareke mezin dîtin û hinek jê hatin şewitandin.
LI FARQÎNÊ DÎMENÊ KOBANÊ
Piştî rakirina dorpêçiya 12 rojan, xisara ku dewletê li van taxan kir, bêhtir xuya bû. Li her sê taxan xebatên ji nû ve avakirinê destpê kirin. Kerem Dûrûk diyar kir ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û yekîtiya Şaredariyên Başûrrojhilatê Anatoliyê bi hev re dest bi xebatên ji nû ve avakirinê kirine û got, "Piştî ku dorpêçî bi dawî bû, ji bo tespîtkirina xisarê em çûn taxan. Ya ku me li van taxan dît, dîmenê Kobanê bû. Li her sê taxan rewş bi heman rengî ye. Di dîwarên xaniyan de ji ber gule û topan qul vebûne, pace, derî hatine şikestin û gelek mal hatine şewitandin. Li van taxên ku pirsgirêkên bi vî rengî hene, bi komek ji 60 kesan ku mîmar, endezyar, teknîker û plansazên hawirdor û bajarvaniyê di nav de hene, em tespîta xisarê dikin."
'PIRSGIRÊKÊN MUDAXELEYÊN LEZGÎN PÊWÎST DIKIN HENE'
Kerem Dûrûk ragihand ku ji bo xisaran tespît bikin û piştre jî pêvajoya avakirinê pêş bixin, 3 tax kirine 7 beşên esasî û wiha berdewam kir: “Ji bo pêvajoya tespîta xisaran leztir bibe û encamên tendurist bi dest bikeve, piştî me tax kirin 7 beşên esasî, li gor wan jî me parsalên biçûktir diyar kir. Heta niha tespîta xisarên 4 beşên esasî temam bû, tespîta xisarên her 3 beşên din jî bi xebatên îro em ê temam bikin.”
Kerem Dûrûk bal kişand ku li taxan pirsgirêka destpêkê mudaxeleya lezgîn pêwîst dike boriyên teqiyayî yên avê ne û wiha domand: “Mirovên li van taxan ji ber boriyên teqiyayî yên avê, 12 rojan tî mane. Eger mudaxeleyek lezgîn çêneba wê nexweşiyên şewbê biba mijar, ji ber vê jî dema em ketin taxan, karê me yê yekemîn van boriyanên teqiyayî bi yên nû guhertin bû. Di encama xebatên me de niha ji sedî 70 yê taxan herikîna avê heye. Her wiha bi wesayîtên Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê şandî, me çopên û molozên li kolanan kom kir û kolan hê paqijtir kir.”
Dûrûk destnîşan kir ku niha li taxan gelek mal hatiye asta ku nayên bikaranîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber ku mirov nikarin malê xwe bikar bînîn, mexdûr in. Gelek ji wan cihekî biçinê tineye. Hewa jî sar bûne, ji ber vê jî em hewl didin bi awayekî herî lezgîn mudaxele bikin, di merhela yekemîn de pencere û dîwaran tadîlat bikin. Îro me tadîlatên derî û pencereyên gelek malan temam kir.”
'BI DESTÊ GEL EM FARQÎNÊ JI NÛ VE AVA BIKIN'
Dûrûk anî ziman ku ji bo ji nû ve avakirina taxên ku hêzên dewletê bi bomberdûmanê kirine xirbe, tevkarî û alîkariyên şaredariyên Kurdistanê çêbûne û wiha axivî: “Xisarên li taxan pir mezin in, tenê tevkariya şaredariyan têrê nake. Ji ber vê jî ez bang li tevahî beşên hişyar dikim ku ka werin, em Farqîna ku bi destê dewletê bûye Kobanê, bi destê gel ji nû ve ava bikin.”