Farqîn her li ber xwe dide

Li taxên Tekel, Mescît û Konak ên Farqînê, bi qedexeya derketina derve re polîs û tîmên taybet êrîş kirin û di encamê de 2 ciwanan jiyana xwe ji dest dan.

Li taxên Tekel, Mescît û Konak ên Farqînê, bi qedexeya derketina derve re polîs û tîmên taybet êrîş kirin û di encamê de 2 ciwanan jiyana xwe ji dest dan.

Êrîşên li navçeyê duh tevahiya şevê dewam kir.

Duh heman piştî ragihandina qedexeya derketina derve, Muslum Tayar ê 22 salî ji aliyê polîsan ve hatibû qetilkirin. Danê êvarê jî ciwanê bi navê Sertîp Polat ê 20 salî jia liyê polîsan ve hat qetilkirin.

Li hemberî êrîşên dijwar gelê Farqînê li ber xwe da û rê neda polîsên Tirk.

Êrîşa tîmên taybet û leşkeran heta derengiya şevê bênavber berdewam kir. Her wiha dengê teqîn û çekan li taxan bilind bûn û li ser taxa helîkopteran firiyan.