FARC: Em azadiya Ocalan dixwazin

FARC: Em azadiya Ocalan dixwazin

Piştî baskê jinan ê Artêşa gel şoreşger a Kolombiyayê FARC'ê, sekreteriya giştî ya FARC ê jî bi rêya daxuyaniyeke çapemeniyê, peyameyeke piştgiriyê ji PKKê re şand û got; “Em azadiya Ocalan dixwazin.”

Li ser navê FARC’ê Ivan Marquez bi silavkirina PKKê û Gelê Kurd dest bi daxuyaniyê kir û da zanîn ku ew azadiya Ocalan dixwazin.

FARC’ê got: "Ji çiyayên Kolombiyayê, em Gelê Kurd ê ji bo azadiya xwe têdikoşe silav dikin. Em jî wek Artêşa Rizgariya Gel FARCê wekî we ji bo azadiya xwe û civakeke adil têdikoşin. Wekî Fermandarê me yê dîrokî Alfonzo Cano destnîşan kir, armanca me jî, jiyaneke civakî ya wekhev û adil e."

Ivan Marquz, di berdewamiya daxuyaniyê de wiha got: "Hûn li aliyê din ê okyanûsa Atlasê li dora Dîcle û Firatê, li Mezopotamyayê li ber xwe didin. Têkiliyên rasterast li gel we ji bo me pir hêja ne. Em bi hemû hêza xwe piştgiriyê didin hêza şoreşgerî ya sereke ya li Rojhilata Navîn PKK'ê û Gelê Kurd."

Her wiha hat gotin: "Em dizanin ku eger statûya siyasî ya Gelê Kurd were nasîn, yanî hebûna Gelê Kurd were qebûlkirin, dê demê herêm dikare demokratîk bibe û bigihîje aramiyê."

Ivan Marquez, li ser têkoşîna kurdan wekî din wiha axivî: 'Em ji Gelê Kurd yê ji bo mafên xwe yên gerdûnî, azadî û demokrasiyê diqîre, hez dikin.' Nûnerê Sekreterya FARCê xwest bi awayekî lezgînî înkarkirin û zordestiya li ser axa Kurdistanê bidawî bibe.

Nûnerê Sekreterya FARC'ê di dawiya daxuyaniyê de jî bi van gotina daxwaza azadiya Ocalan kir:"Em dixwazin Abdullah Ocalan bê azadkirin. Ew li Tirkiyeyê di giravekê de di mercên gelek zor û zehmet de tê ragirtin. Wekî hemû kes û derdorên hişyar ên demokrat û aştîxwaz dibêjin, azadiya Ocalan wê li Tirkiyeyê demokrasiyê têkuz bike û li Kurdistanê jî aştiyê pêk bîne."