Êzidiyên Şengalî berê xwe didin refên PKK'ê

Ciwanên Êzidî yên Şengalî, ku ji hovîtiya DAIŞ'ê rizgar bûn û tevlî refên PKK'ê bûn gotin, "PKK, ji bo me ji hovîtiya DAIŞ'ê rizgar bike, xwe li pêş me kir mertal."

Ciwanên Êzidî yên Şengalî, ku ji hovîtiya DAIŞ'ê rizgar bûn û tevlî refên PKK'ê bûn gotin, "PKK, ji bo me ji hovîtiya DAIŞ'ê rizgar bike, xwe li pêş me kir mertal."

Gelek gerîlayên Êzidî yên şerê rûmetê dimeşînin, sedema tevlîbûna xwe ya li nava refên PKK'ê, ji ANF'ê re vegotin.

'DAIŞ'Ê EXTIYAR-CIWAN HER KES QETIL KIR'

Yek ji ciwanên tevlî refên PKK'ê bû Çekdar Êzidî ji malbateke Êzidî ya Şengalî ji dayik dibe. Heta êrîşên DAIŞ'ê, xwedî jiyaneke ji rêzê ye. Piştî êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Şengalê, ji bo parastina xwe û malbata xwe ket nava lêgerînan. Çekdar Êzidî bi van gotinan behsa tevlîbûna xwe li nava refên Yekîtiyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) kir: "Piştî ku min fermana li ser Şengalê rabû û barbariya çeteyên DAIŞ'ê dît, dora biryardayînê hatibû min. Bêyî ku li tiştekî bipirsin ketinŞ engalê, ciwan-extiyar serê mirovan jê kirin û keçên ciwan firotin. Vana şop û bandorên kûr li ser min kirin, ku ti carî nikarim ji ser xwe biavêjim. Ji ber vê yekê tevlî nava refên YBŞ'ê bûm."

'PÊŞMERGEYAN DEST JI ŞENGALÊ BERDAN Û REVIYAN'

Gerîlayeke din a tevlî refên YBŞ'ê bû Evrîm Devrîm jî destnîşan kir ku ji komkujiya li Şengalê pêşmergeyên PDK'ê berpirsyar in û got, "Pêşmergeyên PDK'ê li pêşberî hovîtiya DAIŞ'ê dest ji Şengalê berdan û reviyan. Êzidiyên Şengalê Û gel bi tenê hiştin. Civata Êzidî ya li Şengalê, gelekî ji PDK'ê bawer dikir. Eger baweriyeke ewqasî mezin nebûya, wê komkujiyeke ewçend giran jî nebûya." Devrîm bal kişand ser hejmara zêde ya pêşmergeyan û got, "Tevî nêzî 11 hezar pêşmerge hebûn jî li hemberî çeteyên DAIŞ'ê şer nekirin. Dema reviyan û çûn, hemû rastiyan wan jî derket holê. Baweriya me ya ji wan êdî qediya."

'DAIŞ'Ê JIN DIREVAND'

Zeynep Cûdî jî anî ziman ku hovîtiya DAIŞ'ê ya li Şengalê herî zêde bandor li jin û zarokan kir.

Cûdî ragihand ku hovîtiya DAIŞ'ê bi taybetî jinên ciwan weke xenîmeta şer dibîne û got, "Bi her awayî îşkenceyê li jinên ciwan ên digirin dikin û li gorî xwe tevdigerin. Jinên li Şengalê jî ji bo teslîmî hovîtiya DAIŞ'ê nebin, digotin ku ew ê xwe bikujin. Jinan weke rêya çareseriyê, xwekuştin didîtin. Ji ber ku difikirîn ku wê careke din komkujî pêk were."

'PKK'Ê EM JI ZILMA DAIŞÊ RIZGAR KIR'

Ciwanê Êzidî Harûn Êzidî da xuyakirin ku bi hatina PKK'ê re êrîşên DAIŞ'ê hatine şikandin û destnîşan kir ku PKK'ê li Şengalê pêşî li komkujiyeke giran girtiye. Harûn diyar kir ku dema PKK gihaşt çiyayê Şengalê gel gelekî kêfxweş bûye û got, "Dema DAIŞ hat Şengalê, kesek nemabû gelê Şengalê biparêze. Ji ber vê yekê li pêş çavên me jin û zarok qetil dikirin. PKK hat Şengalê û civata Êzidî parastin. Civata Êzidî ji komkujiyeke mezin parast."

Gerîlayên jin û mêr piştre daxuyaniyeke hevpar dan û gotin, "Em bang li tevahiya jin û ciwanên Êzidî dikin ku li hemberî vê hovîtiya DAIŞ'ê bibin yek dil û tevlî refên YBŞ'ê bibin. Divê ev bindestî êdî bi dawî bibe. Gelek ferman bi serê de rabûn. Lê belê ti ji wan nebû mîna vê hovîtiyê. Ji be vê yekê eger dixwazin xwedî li dîrok, çand û zimanê xwe derkevin, divê bi awayekî aktîf cih bigirin. Bi taybetî divê jin bersiva herî tund bidin vê hovîtiyê."

...