Pêla rêxistinbûyîna civata Êzidî ku di 14'ê Çileyê de bi avabûna Meclîsa Êzidiyên li Şengalê destpê kir, li nava tevahiya Êzidiyên li gelemperiya cîhanê belav dibe. Bi armanca rêxistinbûyînê Êzidiyên li Rûsyayê li bajarê Tambovê civiyan.
Rêxistinbûyîna Kurdên Êzidî ya li Şengalê destpê kir, piştî Rojava, Bakurê Kurdistanê û Ewropayê li Rûsyayê jî belav dibe.
Bi armanca rêxistinkirina Êzidiyên li Rûsyayê li bajarê Tambovê civînek hat lidarxistin.
Di civînê de endamê KNK'ê Cemalê Çeto, endama YBŞ'ê Laleş Nûranî, endama KJK'ê Fîdan Hakarî û girseyeke qelebalix amade bû.
Endamê KNK'ê Cemalê Çeto di axaftina xwe de bal kişand ser girîngî û pêwîstiya rêxistinbûyîna Kurdên Êzidî yên li gelemperiya cîhanê.
Ji YBŞ'ê Laleş Nûranî jî der heqê fermana 73'an de agahî da û destnîşan kir ku ji bo di pêşerojê de komkujiyên bi vî rengî neyê serê Êzidiyan divê xwe birêxistin bikin û xwe bi xwe birêve bibin.
Di civînê de her wiha ji bo amadekirina civîna berfireh a Kurdên Êzidî ya 7'ê Adarê li paytexta Rûsya Moskowê bê lidarxistin, komîteyek amadekar a ji 3 kesan hat damezrandin.