BI DÎMEN

Êzidiyên li Kampa Newroz: Em li Şengalê PDK’ê naxwazin; em hevalan dixwazin!

Êzidiyên li Kampa Newroz gotin ku ew li Şengalê PDK’ê naxwazin. Êzidiyan diyar kirin ku berpirsyarê komkujî û êrîşên li hemberî wan, PDK ye û di saya YPG û HPG’ê ji komkujiyeke hê mezintir rizgar bûne.

Êzidiyên li Kampa Newroz gotin ku ew li Şengalê PDK’ê naxwazin. Êzidiyan diyar kirin ku berpirsyarê komkujî û êrîşan li hemberî wan PDK ye û bi saya YPG û HPG’ê ji komkujiyeke hê mezintir rizgar bûne. Êzidiyan gotin: "Em PDK’a ku em di nav destê DAIŞ’ê de hiştin li Şengalê naxwazin. Di êrîşeke nû de kî dikare me îqna bike ku wê PDK xiyanetê li me neke.”

Êzidiyên li Kampa Newroz piştî azadkirina Şengalê ku ji nû ve vegera Şengalê tê nîqaşkirin ji ANF’ê re axivîn. Ezidiyan gotin: "Em naxwazin li rex kesên bûn sedema komkujiya Şengalê bin.”

'EM DIXWAZIN XWE BI RÊ VE BIBIN'

Xelîl Hemed Qasim, 50 salî, bavê 6 zarokan, endamê YBŞ’ê û niştecihê Kampa Newroz:

"Em dixwazin vegerin Şengalê. Lê weke berê em naxwazin hin partî li ser me serweriya xwe bikin. Bila gelê Êzidî bi xwe Şengalê biparêze û bi rê ve bibe. Kesên ji bo Êzidiyan berdêl nedan, xwîn nerijandin û îro li ser Êzidiyan diaxivin. Eger ev kes bêjin, 'Em ê wiha bikin’ derevan dikin. Wê mirovên wek Qasim Şeşo, Qasim Dirbo û Mihemed Xelîl ji xwe re çi bibêjin… Em nahêlin van mirovên wiha destên xwe bixin nav Şengalê. Ji roja destpêkê heta niha wan ji bo Şengalê çi ked dan, li Şengalê çi şer meşandin? Bi derewan her yekî li derdora xwe 20-30 kes kom kirine. Li ser derewan dibêjin, ‘em ê her tiştî bikin’.

‘DENG DERNEXISTIN?'

Naîma Fesîh 50 salî ye û dayika 6 zarokan e:

“Çeteyan mala bavê min wêran kirin. 5 xizmên me niha di destên çeteyên DAIŞ’ê de ne. Ez hêvîdar im ku wê Şengal bi temamî bê paqijkirin. Her kî nîfaqê bera navbera me dide Xwedê heqê me li cem nehêle. Jin û keçên me hê jî de destên çeteyan de ne. Li Çiyayê Şengalê ji bilî YPG û HPG’ê ti kes nehat alîkariya me. Ez dipirsim bê ka Mihemîn Xelîl, Qasim Şeşo, Qasim Dirbo an jî Şêx Şamo li ku bûn, ji bo çi nehatin alîkariya me? Xwîna me jî biherike em ti caran nahêlin bikevin nav me.”

'WÊ PDK ME CAREKE DIN BIFIROŞE!'

Şemê ya 50 salî, jinek Êzîdî ye û kurekî wê di nav refê YBŞ’ê de ye:

“Em dixwazin Şengal bê azadkirin û em li welatê xwe vegerin. Lê em hevalan li cem xwe dixwazin. Eger heval ne li wir bin û me neparêzin, hin kes derkevin ji wan re bibêjin alê xwe deynin û ji vir biçin, em jî naçin Şengalê. Hevalan em rizgar kirin, şehîd dan. Niha em nikarin xwe ji pişt wan bikişînin. Pêwîst e em jî ji bo wan xwîna xwe birijînin.

'YPG-HPG-YBŞ’ê BERDÊL DAN, HIN KESÊN DIN ÇI KIRIN?'

Êzîdiyê bi navê Reşît Seydo (65) :

“Ji destpêkê ve ji bo azadiya Şengalê şervanên YPG, YBŞ û HPG’ê têkoşiyan, berdêl dan. Em bi fermana 73. re rû bi rû man, ev jî bingeha xwe ji tinebûna hêza me ya xweparastinê digirt. Em niha dixwazin xwe biparêzin. Ji bilî vê jî divê heval me biparêzin. Bê parastin em nikarin li wir bimînin.”

'BILA JI ME RE BIBE DERS'

Nûrî Seîd li Qampa Newrozê di hundirê konê biçûk de dikanek vekiriye:

“Gelê Şengalê dixwaze vegere welatê xwe. Lê dixwaze rêvebirina xwe bi xwe bike. Pêwîst e pêdiviyên me yên jiyanî bê bicihanîn. Em bi parastina hinekan nabe, divê em parastina xwe bi xwe bikin. Eger gerîlayên HPG, YJA Star ne li cem me bin, em venagerin. Em naxwazin ji bilî gerîla ti kesên din me biparêze. Em di demeke ku pêşmergeyên PDK’ê hebûn rastî êrîşê, komkujiyê hatin, jin û keçên me di destê DAIŞ’ê li bazaran hatin firotin.

'BERÊ PDK’Ê EM BI ERZANÎ FIROT VÊ CARÊ WÊ BIHA BIFROŞE!'

Bavê 9 zarokan Cirdo Erebo:

“Hevalan Şengal azad kir, bi vê em pir kêfxweş bûn. Ji niha û şûn ve ji bilî hevalan, hin kes li Şengalê bimînin ne ji bo berjewendiyên me ne. Wek berê careke din PDK’e û hêzên din werin wê tê de ti berjewendiyên me tinebin û em ê neçar bimînin birevin. Dîsa em ê komkujiyan bijîn. Eger heval alîkariya me bikin, piştgiriyê bidin, em ê vegerin Şengalê. Eger heval alîkariya me nekin, ne em vedigerin Şengalê ne jî em Şengalê dixwazin. Eger hin kesên din hewl bide me biparêze, berê me bi erzanî firotibûn, niha lê poşman bûne, vê carê jî wê hê bihatir bifiroşin.”

...