'Ev der Zap e, dîroka xwe heye û berxwedana wê destanî ye'
Gerîlayên HPG’ê têkildarî operasyona artêşa Tirk a li Qelaya Ertûşê gotin, "Ev der Zap e, ketina wê heye, lê derketina wê nîne."
Gerîlayên HPG’ê têkildarî operasyona artêşa Tirk a li Qelaya Ertûşê gotin, "Ev der Zap e, ketina wê heye, lê derketina wê nîne."
Gerîlayan têkildarî operasyona berfireh a artêşa Tirk a bi hemû cure teknîkê li herêma Zapê û Qelaya Ertûşê bi kar anîn diyar kirin ku Zap ji gerîlayan re cihê berxwedanê û ji dijminan re jî goristan e.
Gerîlayên HPG’ê yên ku cih di şerê berxwedana herêma Zapê û Qelaya Ertûşê de cih girtin nêrînên xwe ji ANF’ê re anîn ziman:
ELÎŞÊR XELÎKAN: EV DER ZAP E, DÎROKEKÎ XWE HEYE...
Gerîla Elîşêr Xelîkan diyar kir ku ew niha li herêma Ertûşê ne û got, "Ev 4 roj in ku arêşa Tirk operasyonek berfireh daye destpêkirin. Ji bo hinek cihê stratejîk ku gerîlayan ji destê artêşa Tirk girtibûn, artêşa Tirk operasyona berfireh daye destpêkirin û dixwaze ji dest gerîla bigire."
Xelîkan axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Bê guman ev der Zap e û dîrokek xwe heye. Ketina Zapê heye, lê derketina ji Zapê nîne. Tiştê ku îro diqewime jî wê bibe heman encam. Çawa dijmin bi êrîşên hovane çû ser bajarên Kurdan mîna, Silopiya, Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Şirnex, çawa ku li van deran di şexsê heval Mehmet Tûnç, Pakîze Nayir de silogan derketin, gelek qehreman di vê axa Ertûşê de derketiye, mîna hevalê Serdar, Med, Derwêş, Rûken, Viyan û gelek hevalên din li vir ketine praktîkê û di asta herî jor de derbên giran li dijmin dane. Ev bê guman fermandarên me ne. Em jî wekî şervanên wan dixwazin bibin layiqî wan. Hevalan çawa ev 4 roj in berxwedanek nîşan dane, em ê jî hewl bidin layiqî şehîdan bibin. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê li ber xwe bidin. Wê dimin bi ser nekeve. Çawa di dîrokê de navê Zapê bi tîpên zêrîn hatine nivîsên, wê îro jî heman bibe û qehremantiyek bê hempa derkeve holê. Divê dijmin baş bizane, belkî xwest bi kuştinan, bi girtana tasfiye bike, lê bêçare ye. Îro PKK li her çar parçeyê Kurdistanê têdikoşe. Li her deverê gerîlayên HPG’ê heye. Encam çi dibe bila bibe wekî şehîd Çiyager jî gotî wê encam ‘Bi heybet’ be. Wê dijmin ti carî nikaribe encam bigire. Wê ti carî fedaiyên Rêber Apo gavê bi şûn de navêje. Ev 4 roj jî be çil roj jî be wê encam neguhere û Zap nekeve. Em ê heta dawiyê têbikoşin, li ber xwe bidin. Em ê nehêlin yek gav jî dijmin bi pêş ve were.
Dijmin tenê bi êrîşên hovane heye, ji bilî wê ruhekî şer pê re tine ye. Encax bi teknîkê êrîş dike. Lê teknîka herî mezin jî ruhê fedaî ye. Ruhê fedaî jî di asta herî mezin de di nav refên PKK’ê de hene. Em jî hewl didin bi vî ruhî, ji bo layiqî PKK’ê bibin em ê heta dawî şer û têkoşîn bikin."
HÊJAR DERSÎM: HETA KU GERÎLA Û KURD HEBIN NIKARIN BIKEVIN NAVA BIHOSTEKE XAKA KURDISTANÊ
Gerîla Hejar Dersîm bi bîr xist ku ev çenda roj in artêşa Tirk bi hejmareke zêde ve operasyonek daye destpêkirin û got, "Li beramberî vê hejmara zêde, gerîla berxwedanekî pir mezin dike. Hêza leşkerên Tirk a şerkirinê nîne, bi hemû aliyan ve pişta xwe daye teknîkê, bi tank, top û balafiran ve şer dike. Ji bilî bikaranîna teknîkê dijmin cesareta wî ya şerkirinê nîne, li hemberî vê tekînka zêde jî dîsa gerîla têkoşînekî mezin dike û teknîka dijmin pûç dike."
Dersîm di dewama axaftina xwe de got, "Dijmin tevî teknîka xwe ya ku ewqas pê bawer e, gerîla hemû teknîka wan pûç kirine, pêgerên wan ên keşfê her wiha cure teknîkên cuda hemû pûç kirine. Li dijî operasyonên dijmin sekna me û biryardariya me ya li dijî êrîşên mêtînger diyar e û li holê ye. Em weke gerîla ti carî rê nadin dijmin bikeva xaka Kurdistanê. Bila dost û dijmin vê yekê baş bizanibe heta ku gerîlayên qehreman, can feda û gelê Kurd hebe ti hêz û dijmin nikare bikev bihosteke xaka Kurdistanê. Tevî ku çend caran ceribandin mînak; operasypna Zapê ya sala 2007’an, hewldan ku bikevin lê derbên giran xwarin û nekarî kelûpelên xwe jî rakin li pey xwe hêlan û revîn. Her çiqasî bawerî bi hêza xwe ya teknîkê jî bînin wê nekare bikeve nava vê xakê."
MEZLÛM EFRÎN: EV AX, AXA KURDAN E, EV DER KURDISTAN E
Gerîla Mezlûm Efrîn bi bîr xist ku operasyonekî berfireh a mîna Zapê dubare li heman deverê hatiye destpêkirin û wiha pê de çû: "Her çendî artêşa Tirk li gel teknîka xwe ya zêde ku bi kar û dibêje, 'Me gelek herêm girtin' jî, lê di rastiya xwe de niha nizanin çawa derkevin. Di vê operasyonê de jî weke her carê xuya bû ku hêz û cesareta leşkerên Tirk teknîka ku bikar tîne ye. Artêşa Tirk bi teknîka xwe ya qirêj, bi tank,top,hewan, obus û balafiran li dijî qadên gerîlayan dest bi operasyonê kirine.
Her çendî dijmin bi hêza xwe ya teknîkê jî were nikare benda canfeda ya Apoyî bişkîne û derbas bike. Gerîlayên HPG’ê her cure teknîka wan pûç kirine. Em niha li eniyên şer ên herî pêş in, her ku dijmin hewl dide bi pêş ve were gerîla derbên giran li wan dixin û êrîşên wan dişkînin. Rê nadin ku bikevin vê axa pîroz. Ev ax axa Kurdan e, ev der Kurdistan e. Hemû ev êrîş dide nîşandan ku piştî hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê ku li nav wan de pêk hat, ku bibêjin em hê bi hêz in, lê hêza wan li ber çavan e, li bajaran jî li hemberî berxwedana ciwanên Kurd çawa şikest me hemûyan bi çavên xwe dît. Her wiha niha berê xwe dane çiyayên Kurdistanê Çawa li bajaran şikestin û li vir jî şikestin û hê jî dişkên û wê bişkên. Em wek gerîla heta dawiyê wê çalakiyên me yên fedayî li dijî her cure mêtîngeriya dijmin ku ferz dike dewam bike. Ketina dijmin a xaka Kurdistanê wê dijmin bide windakirin. Dibe ku ew bêjin 'em ketin e', lê wê derketina wan li gorî me be. Wê ev xak, dar û kevirên vê xakê şahidiyê ji berxwedan û têkoşîna gerîlayan re bike. Wê dijmin nizanibe çawa gavê bavêje, ev xak wê ji bo wan bibe goristan."
RIZGAR SERHILDAN: ÇI DIBE BILA BIBE, SERKETIN A ME YE
Gerîlayê bi navê Rizgar Serhildan jî diyar kir ku ew niha li qada Ertûşê ne û got, "Ev demeke leşkerên artêşa Tirk dest bi êrîşan dikin. Dewleta Tirk weke her carê dîsa bi teknîkî êrîş kir. Li vir tiştê ku rû da, qehremantiya hevalan bû. Her çiqasî obus, balafiran bomberdûman kirin jî qehremantiyek çêbû. Hevalan beriya niha bi çar rojan çûn ser girekî. Qederek kuştiyên dijmin çêbûn. Yanî çi dibe bila bibe, bedel çi be jî em vê derê bernadin. Teknîka wan çiqasî zêde be jî taktîkên me jî ewqasî zêde ne. Heta ku em herêma Ertûşê giştî rizgar bikin em ê li ber xwe bidin. Niha dijmin di bin kontrola me de ne. Em kêlî bi kêlî dişopînin. Moralên tevahî hevalan di cih de ye. Em ê heta dawî li ber xwe bidin. Ji ber herêma Ertûşê ji bo me girîng e. Heta dawiyê em ê şer bikin û bi ser bikevin."
MAZLÛM SERHAT: DI DÎROKÊ DE ŞERÊ ME Û BERXWEDANA ME DIYAR E
Gerîla Mazlûm Serhat jî anî ziman ku ev hefteyeke li dijî operasyonên artêşa Tirk ên li herêma Zapê daye destpêkirin gerîla berxwedaneke pir mezin dimeşînin û got,"Armanca yekem a van êrîşan hem di warê pîskolojî, hem jî di warê şikandina gerîlayan de tên li dar xistin. Mîna her carê ev armanca wan di qirika wan de ma û gerîlayan armanca wan şikand. Artêşa Tirk her çendî di cîhanê de hêza 3. a NATO’yê jî be, lê di warê leşkerî de ti hêz û cesareta wan nemaye, pişta xwe dane teknîkê û li ser vî bingehî şerê qirêj dide meşandin. Tevî hemû êrîş û topbarana artêşa Tirk jî gerîla berxwedanekî pir mezin dike û rê nade gavekê jî dijmin ber bi pêş ve were.
Artêşa Tirk a ku pişt daye teknîkê û şer dike, hewl dide ku bikeve xaka me, lê bila vê yekê baş bizanibin ku heta me sax bin em rê nadin ku lingê qirêj ê leşkerên mêtînger û dagirker bikevin xaka Kurdistanê. Ji ber ku her bihosteke ya vê xakê bi xwîna qehreman û lehengên Kurdan hatiye standin û li pişt her kevir, dar û newalekê bi sedan bîranînên şehîdên qehreman hene."
Serhat diyar kir ku artêşa xwînmij a ku li bajaran bi her cure teknîka xwe qetlîam kirin û bajarên Kurdan kavil kirin, hewl didin ku çiyayên Kurdistanê jî wisa bike. Serhat wiha pê de çû: "Lê bila dijmin vê yekê ji bîr neke ev der mal û meskenê me ye, yê bikeve vir, encex em kengê bixwazin ew, wê demê bikaribe derkeve. Di dîrokê de şerê me û berxwedana me diyare, ti carê li hember dijmin me serî netewandiye û em îro jî serî natewînin. Heta niha dijmin bi adilane êrîş ne kirine, her tim teknîk bi kar tîne û hewl dide encam bigire, lê bi ruhê fedayî yê Apoyî hemû êrîşên wan tên şikandin û pûçkirin. Di van êrîşan de careke din tê dîtin ku dijmin çiqas bê çare û serûşon ma ye. Serketin a me ye, heta em sax bin em rênadin ku dijmin bikeve Kurdistanê..."