ESP Kurdistan, diyar kir ku AKP’a xwe dispêre ji sedî 49 dengên bi şantajê di 1’ê Mijdarê de wergirtine, polîtîkaya komkujiyê kûr dike, li hember pêngavên xwerêveberî û xweparastinê bi hemû amûrên dewletê rijandina xwînê didomîne.
ESP Kurdistan diyar kir ku qedexeya kolanan û êrîşên dewletê yên li Farqînê ket roja 8. û got: "Êrîşkariya mêtinkar a di desthilatdariya yek partî ya AKP'ê de berbiçav bû teslîmiyet û bêrûmetiyê li ser gelê me ferz dike. Gelê Kurd vê ferzkirinê wê bi berxwedanê vala derxe.”
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Roj roja di serî de Amed tevayî kolanên Kurdistanê veguherînin Farqîn, Cizîr, Gever û Nisêbînê. Roj roja bi hevgirtina neteweyî di şopa raperîna Kobanê ya 6-8’ê Cotmehê de parçekirina mekanîzmaya mêtinkar e.”
ESP Kurdistan destnîşan kir ku pêwîst e qîrîn û dirûşmên gelê Farqînê li hemû kolanên Kurdistanê bên pêşxistin.