Eşîrên Ereb serdana malavayiya YPG'ê kirin

Bi vebûna Deriyê Sînor ê Girê Spî re, welatiyên ji Girê Spî dest bi vegera li malên xwe kir. Lîderên eşîrên Ereb jî biryargeha YPG'ê ya Girê Spî ziyaret kirin û malavayiya YPG'ê kirin.

Piştî şervanên YPG/YPJ'ê û Bûrkan El Firat Girê Spî ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin, ji bo bajar ji mayînan paqij bikin demekê deriyê sînor li sîvîlan re girtibûn. Piştî demekê derî hat vekirin, lê vê carê jî Tirkiyeyê ji aliyê xwe ve deriyê sînor girt. Di roja ku Tirkiyeyê derî girt de hin ji medyaya Tirk a nêzî AKP'ê manşetên "YPG'ê derî li sîvîlan re girt" bikar anîn û derewên "PYD paqijiya etnîkî dike" kiribûn. Lê çavkaniyên YPG'ê dan xuyakirin ku deriyê sînor li aliyê Tirkiyeyê hatiye girtin. Hefteya bihurî 2 hezar welatiyên Girê Spî vegeriyabûn bajarê xwe. Îro jî Deriyê Sînor ê li aliyê Kaniya Xezalan vebû û welatiyên sivîl dest bi vegera li warê xwe kirin. Heta niha hezar û 500 kes ji Kaniya Xezalan vegeriyane Girê Spî.

LÎDERÊN EŞÎRÊN EREB MALAVAYIYA YPG'Ê KIRIN

Li aliyê din lîderên 20 eşîrên Ereban ên Mebruqa, Sîluk, Girê Spî û Eyn-El Îs baregeha YPG'ê ya li Girê Spî ziyaret kirin. Şervanên YPG/YPJ'ê pêşengên Ereban pêşwazî kirin. Lîderên eşîrên Ereban ji ber azadkirina Girê Spî malavayiya şervanan kirin.