Êrîşî avahiya BDP’ê ya navçeya Nizîpê kirin

Êrîşî avahiya BDP’ê ya navçeya Nizîpê kirin

Piştî teqîna duh ya li Dîlokê provokasyonên hêzên faşîst didomin. Îşev komekî qasî 100 kesan li dijî avahiya Partiya Aşitî û Demokrasiyê ya li navçeya Nizîpa Dîlokê êrîş pêkanîn.

Li gorî agahiyan, koma faşîst ya hatine ber avahiya BDP’ê ya navçeyê ya li Taxa Cûmhûriyetê, lewheya partiyê anîn xwar û bi daran li derabeyan dan û cam şikandin. Koma faşîst ya molotof kokteylî jî avêtin avahiyê demek dirêj polîsan mudaxele nekir. Qerebalix piştî demekê belav bû.

Hate diyarkirin ku, di encama êrîşê de di avahiya BDP’ê de zirarek mezin ya aborî rû da.