Êrîşên artêşa Tirk ên li ser sînorê Kobanê dewam dikin

YPG'ê diyar kir ku êrîşên artêşa Tirk ên li ser sînorê Kobanê dewam dikin. YPG'ê da xuyakirin, ku di êrîşeke artêşa Tirk a 13'ê Mijdarê ya li nezî gundê Siftekê de sivîlekî jiyana xwe ji dest daye.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê, li ser êrîşên artêşa Tirk û çeteyan ên li hemberî Rojavayê Kurdistanê, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî bi raya giştî re hatin parvekirin:

"Di 13'ê Mijdarê de di navbera saet 22.00 û 23.00'an de arteşa Tirk li nêzîkî gundê Siftek ê li ser sînorê rojavayê Kobanê êrîşek lidar xist. Di encama vê êrîşa ku li dijî welatiyên sivîl hat kirin de, sivîlek gihîşt şehadetê.

Di 13'ê Mijdarê saet 22.30’an de çeteyên El-Nûsra li dijî taxa Şêx Meqsûd a Helebê hewl dan ku êrîşekê lidar bixin. Di navbera çeteyan û hêzên me yên ku mûdexale kirin de şerekî demkurt derket. Di encama vî şerî de 2 çete bi awayekî mirî tevî klêşên xwe ketin destê hêzên me.

Çeteyên DAIŞ'ê 14’ê Mijdarê di navbera saetên 14.00-15.00 û 18.00-19.00’an de li dijî çeperên hêzên me yê li nêzî pira Qereqozax, di navbera saetên 12.00 û 15.00’an de li dijî bajarokê Şêxlera Jorîn bi topên hawanan; saet di 15.00’an de carek, di navbera saetên 18.00 û 19.00’an de jî li dijî herêma Girê Sor a nêzîkî bajarokê Sirîn bi çekên giran êrîş lidar xistin. Hêzên me bi awayekî xurt bersiv dan êrîşên çeteyan. Di van bersivdayînan de hêzên me bi awayekî bi bandor li hemû hedefan xistin, lê nehat zanîn ka çend çete di van êrîşan de hatin kuştin an jî birîndarkirin.

Di 14'ê Mijdarê de hêzên me li herêma navbera bajarokê Silûk û rojavayê çiyayê Kizwanan de xebata paqijkirina ji mayînan meşandin. Li vê qadê hejmarek zêde ya mayînên ku berê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibûn çandin hatin rakirin.

Çeteyên DAIŞ'ê 15’ê Mijdarê saet 11.00’an de li hemberî gundê Qereqozax ê li başûrrojavayê Kobanê bi guleyên katyuşa, di navbera saetên 13.00 û 14.00’an de li hemberî gundê Mirveh ê li nêzî bajarokê Sirînê bi çekên giran êrîşek lidar xistin. Hêzên me jî li dijî van êrîşan li başûrê Cerablusê operasyonek li dijî çeperên çeteyan lidar xistin. Di vê êrîşê de maşîneyeke leşkerî hatiye rûxandin. Hejmara kuştî û birîndarê çeteyan nehatiye zelalkirin.

Êrîşên Arteşa Tirk ên ku di 24'ê Cotmehê de li dijî çeperên hêzên me yên li ser xeta sînor a Kobanê dabûn destpêkirin berdewam dikin.

15'ê Mijdarê di navbera saetên 20.15 û 22.00’an de Arteşa Tirk piştî hemû ronahiyên li ser xeta sînorê Girê Spî tefandin, li dijî noqteya Zeytûnan a dikeve rojavayê bajarok bi çekên A4 êrîşek pêk anî.

Di 16'ê Mijdarê de saet di 02.30'an de çeteyên DAIŞ'ê li dijî gundê Meraser ê li rojavayê bajarokê Sirîn ê ser bi Kobanê êrîşekî tacîz lidar xistin."