'Êrîşa li dijî jinê êrîşa li hemberî mirovahiyê ye'
Gerîlayên HPG'ê li ser 25'ê Mijdarê ji ANF'ê re axivîn û gotin, "Bi êrîşa li hemberî jinê re mirovahî rastî êrîşê tê. Em ji van êrîşan re dibêjin 'êdî bes'."
Gerîlayên HPG'ê li ser 25'ê Mijdarê ji ANF'ê re axivîn û gotin, "Bi êrîşa li hemberî jinê re mirovahî rastî êrîşê tê. Em ji van êrîşan re dibêjin 'êdî bes'."
Gerîlayên HPG'ê li ser 25'ê Mijdarê ji ANF'ê re axivîn û gotin, "Bi êrîşa li hemberî jinê re mirovahî rastî êrîşê tê. Em ji van êrîşan re dibêjin 'êdî bes'."
HAMZA GEWDA: Heta ku heqîqeta jinê di nava tarîtiyê de bê ragirtin wê êrîş her hebin. Ji ber li hemberî jinê, gelek rêxistinbûyînên neyînî hene. Lewma divê pirsgirêk bi perwerdeyê re bên çareserkirin. Eger her kes li ser bingeha hebûna herikîna jiyanê ya jinê tevbigere, ev şîdeta li hemberî jinê wê gav bi gav tine bibe. Ev ne tiştekî ku di nava rojekê de pêk were ye. Ne pirsgirêkek bi protestoyekê were çareserkirin e. Pêwîstî bi perwerdeyeke kûr a li dora jinê heye. Divê her kes bikeve nava hewldanekê û heqîqeta jinê fêm bike. Li ser vê esasê divê têkoşîn were meşandin.
NÛRHAK: Bi vê wesîleyê em êrîşên hovane û barbar ên li hemberî jinê şermezar dikin. Di şexsê êrîşa li hemberî jinê de êrîş li dijî mirovahiyê tê kirin. Em ji van êrîşan re dibêjin 'êdî bes e'. Rêber Apo got, 'Ez mehkûmiyeta gelê xwe dijîm'. Ji aliyê cewherî ve Rêber Apo mehkûmiyeta jinê, mehkûmiyeta mirovahiyê dijî. Bi vê wesîleyê, em ji mehkûmiyeta Rêber Apo re dibêjin êdî bes e, ji şîdeta li hemberî jinê re êdî bes e, ji êrîşên li hemberî mirovahiyê ku di şexsê jinê de tên kirin re êdî bes e.
CIWAN ROJHILAT: Li Rojhilata Navîn herî zêde li Îran û Başûrê Kurdistanê şîdet li jinê tê kirin. Li îranê, şîdeta li hemberî jinê bi giranî di ser ol re tê kirin. Rastiya jinên li Îranê tên recmkirin, qetilirin, rastiyeke civakî ye. Ev yek îsyanekê, nêzîkatiyeke li rastiya mirvovê azad vedibêje. Rastiya civaka nêzî azadiyê dibe vedibêje. Dewleta Îranê ya van dibîne, di şexsê jinê de komkujiyan dike. Girîng e li hemberî vê têkoşîn bê meşandin. Bi xurtkirina têkoşînê re encam bi dest dikeve. Şîdeta îro li hemberî jinê tê kirin, şîdeta li dijî mirovahî û civaka azad e. Pêşeroja jinê pêşeroja mirovahiyê û civakîbûnê ye.