Êrîşa dewleta Tirk a li dijî Farqînê li Ewropayê hat protestokirin

Li gelek bajar û welatên Ewropayê, bi armanca xwedîderketina li berxwedana Farqînê û şermezarkirina êrîşên hêzên dewleta Tirk, çalakî hatin lidarxistin.

Li gelek bajar û welatên Ewropayê, bi armanca xwedîderketina li berxwedana Farqînê û şermezarkirina êrîşên hêzên dewleta Tirk, çalakî hatin lidarxistin.

DÛÎSBÛRG

Li bajarê Elmanya Dûîsbûrgê, êrîşên li bajarê Farqînê bi mîtîngekê hatin şermezarkirin. Bi sedan kesên li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Dûîsbûrgê li ber Stasyona Trenê civiyan, dewleta Tirk şermezar kirin. Li ser navê NAV-DEM'ê Niyazî Oztaş li vir daxuyaniyek da û bang li her kesî kir ku li hemberî êrîş û şerê li dijî gelê Kurd tên meşandin, dakevin qadan. Di çalakiyê de Însiyatîfa Gel a Kurecikiyan li Ewropayê, AGÎF û ATÎF jî amade bûn.

HAMBÛRG

Li Hambûrgê, li ser banga Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk li taxa Altona mîtîngek hat lidarxistin. Di mîtînga ku bi sedan kes lê amade bûn de, xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistanê hatin silavkirin û hat destnîşankirin, ku AKP bi rêbazên xwe yên faşîst re nikare pêşî li lêgerîna azadiyê ya gelê Kurd bigire. Di daxuyaniya li vir de her wiha polîtîkaya zextê ya dewleta Elman a li hemberî Kurdan hat şermezarkirin û hat ragihandin ku girtina aktîvîstê Kurd Mûstafa Çelîk li Bremenê, nayê qebûlkirin.

SAARBRUCKEN

Li Saarbruckenê, êrîşa li hemberî Farqînê hat protestokirin. Girseya gel a saet di 17:00 de li hev civiya, ji bo bîranîna cangoriyan deqeyek rêz girt. Di axaftinên li mîtîngê de hat ragihandin ku hikûmeta AKP'ê bi dorpêçkirina bajarên Kurdan re polîtîkaya têkbirinê dimeşîne. Beşdaran ragihandin ku ev polîtîkayên AKP'ê wê nikaribin bi Kurdan û li dijî komkujiyê banga xurtkirina têkoşînê kirin.

KOLN

Mîtînga li Kolnê ji aliyê Meclîsa Jinê ya Viyan ve hat organîzekirin. Di mîtîngê de piştgirî ji xwerêveberiya li Farqînê re hat dayîn û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat şermezarkirin. Qisekeran dan zanîn ku dewleta Tirk, ji bo destketiyên Kurdan ên hilbijartinê, Rojava û Şengalê binixumîne, komkujiyan dike û hat destnîşankirin ku ev yek çareserî nîne.

WÛPPERTAL

Êrîşên li hemberî Farqînê li Wûppertalê hat şermerzarkirin. Çalakiya li ber Cîty Arkadenê bi dirûşma "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan" hat lidarxistin, li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pêk hat û pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk destek dan. Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Fatma Ozer li vir peyivî û got, "Eger li pêşberî gelê Farqînê zêdeyî 10 roj in bi êrîşên bi tank û helîkopterên xwe re nikare tiştekî bi dest bixin, hingî divê baş zanibin ku wê ti carî nikaribin vîna gelê Kurd bişikînin."

MUNCHEN

Li bajarê Elmanya Munchenê, bi mîtîngekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û komkujiya dewleta Tirk li Farqînê dike, hatin şermezarkirin. Çalakî ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve hat organîzekirin û DÎDF Munchen, DKP, MLPD, Tirkiyeyî û Elmanan destek dan.

AACHEN

Li bajarê Elmanya Aachenê li se banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Meclîsa Jinê ya Denîz Firat li navenda bajêr Elîssen Brûnnenê bi dehan kes civiyan û bi daxuyaniyeke çapemeniyê komkujiya dewlet li Farqînê dikin, şermezar kirin.

HANNOVER

Li Hannoverê, êrîşên li hemberî Farqînê bi mîtîngekê hat şermezarkirin. Mîtînga ji aliyê Meclîsa Jinê ya Ronahî ve hat organîzekirin li Kropcke pêk hat. Di çalakiya ku bi sedan kes lê amade bûn de belavok hatin xwedin û belavkirin.

LORÎENT

Bi heman armancê li bajarê Fransa Lorîentê, li ser banga Însiyatîfa Civaka Demokratîk, Însiyatîfa Jinê ya Zîn ên Lorîentê, Alternatîfe Lîbertaîre Lorînet, Komeleya Çanda Elewiyan a Morbîhan û Lorîent BÎR-KAR, Kurdistanî û dostên wan li navenda bajêr civiyan. Di axaftinên li çalakiyê de hat ragihandin ku gladyoya AKP-Erdogan ji bo tolê hilîne bi rêbazeke şer ê li dijî exlaqê êrîşî Farqînê dike û helwesta xemsar a welatên Yekîtiya Ewropayê hat şermezarkirin.

RENNES

Li bajarê Frans Rennesê, Kurdistanî ji bo Farqînê li ser piyan bûn. Bi sedan Kurdistaniyên li Meydana Troîs Soleîlê civiyan, dest bi meşê kirin. Di meşê de belavoka CDK-F a li ser terora dewleta Tirk a li Farqînê hat belavkirin. Tevî hewldanên polîsan ên ji bo astengkirinê jî girseya gel meşa xwe dewam kir û piştî meşê bi lidarxistina mîtîngê li meydana şaredariyê, dawî li çalakiya xwe anî.

STRASBOÛRG

Li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Strasboûrgê, gel êrîşên li hemberî gelê Farqînê şermezar kir. Girseya bi vê armancê li Place Kleberê civiya û êrîşên dewleta Tirk ên 10 roj in li Farqînê didomin, şermezar kir. Piştî axaftinên li vê derê de banga beşdariya li çalakiya kon a Tevgera Jinên Kurd a roja Şemiyê saet di navbera 12:00-17:30 ya li Place Kelberê hat kirin.

KOPENHAGEN

Li paytexta Danîmarka Kopenhagenê bi beşdariyeke xurt mîtîngek hat lidarxistin. Çalakiya ji aliyê Însiyatîfa Komeleya Jinên Kurd a Danîmarkayê ve hat organîzekirin, li meydana Şaredariya Kopenhagenê Radhuspladsenê pêk hat. Parlamenterê Partiya Koalîsyona Sor-Kesk Enhedslîsten Eva Flyvholm, têkoşîna Kurdan a li hemberî zext û zilmê silav kir û ji bo sekinandina zilma li Farqînê bang li raya giştî ya cîhanê kir ku bi berpirsyarî rabe.

VIYANA

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi organîzeya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd mîtîngek hat lidarxistin û êrîşa dewletê ya li Farqînê hat şermezarkirin. Li dû deqeyeke rêzgirtinê li ser navê Navendê Rîchard Berger peyivî û berxwedana li Bakurê Kurdistanê silav kir. Di çalakiyê de li ser mijarê belavokek hat xwendin û girseya gel bi qîrîna dirûşmeyan belav bû.

...