Êrîşa çeteyan a li ser Pira Qereqozakê hate şkandin

Li başûr rojavayê Kobanê êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser pira Qereqozakê şikandin. Di encama pevçûnan de gelek çete hatin kuştin û wesayitek hate rûxandin.

Li başûr rojavayê Kobanê êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser pira Qereqozakê şikandin. Di encama pevçûnan de gelek çete hatin kuştin û wesayitek hate rûxandin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê, çeteyên DAIŞ’ê îro di saetên serê sibehê de êrîşî derdora Pira Qereqozak a li başûrê rojavayê Kobanê kirin. Li servê yekê hêzên YPG’ê û Burkan El-Firat bersiv dan û pevçûn derketin. Di encama pevçûnên ku heta saetên êvarê dom kirin de êrîş hate şikandin û gelek kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn. Lê agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Di pevçûnan de her wiha tirmpêlek çeteyan hate ruxandin.

Hate ragihandin ku çeteyên ji ber hêzên YPG’ê û Burkan El-Firat reviyane, herêmê topbaran dikin.