'Erdogan û AKP bûne çavkaniya terorê'

Ji nûnerên Rojava yên Devrîmcî Karargah Yucel Karagumruk destnîşan kir, ku Erdogan û AKP vediguherin çavkaniya terorê ya li herêmê û li dijî vê rejîma li derveyî mirovahiyê banga xurtkirina têkoşînê kir.

Ji nûnerên Rojava yên Devrîmcî Karargah Yucel Karagumruk destnîşan kir, ku Erdogan û AKP vediguherin çavkaniya terorê ya li herêmê û li dijî vê rejîma li derveyî mirovahiyê banga xurtkirina têkoşînê kir. Karagumluk rojeva heyî ji ANF'ê re nirxand.

OCALAN GOT, 'TU NIKARE BI ME'

Karagumruk di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser hevdîtina malbatê ya çend roj berê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hat kirin û got, "Hevdîtina bi Rêber Ocalan re, di encama çalakiyên bi bandor ên gerîla, grevên birçîbûnê û çalakiyên gelê Kurd de hat kirin. Gotinên Rêber Ocalan ên di vê hevdîtinê de bilêv kir, gelekî girîng in. Di heman demê de, li ser rêbaza têkoşînê mesajeke zelal da dewleta Tirk û Erdogan. Ev mesaj jî bi vî rengî ye: 'Tu nikare bi me'."

PLANÊN ERDOGAN ÊN LI SER DAGIRKIRINA ROJAVA, BI SER NAKEVIN

Têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Rojavayê Kurdistanê de Karagumruk got, "Dagirkirina Cearblûsê ji bo dagirkeriya Erdogan nebûya, nedibû. Erdogan ku hemû tifaqên xwe yên çînî danî aliyekî, pêwîstiya wî bi şerekî mezin ê herêmî hebû. Ji bo derxistina vî şerî jî çi jê hat, ew kir."

Yucel Karagumruk da xuyakirin, ku ev gava Erdogan ji bo pêşîgirtina li yekbûna Kantonên Rojava hat avêtin û got, "Bi vê ve dixwaze pêşî li destketiyên şoreşger ên li Rojava bigire. Lê belê Erdogan di heman demê de aktorekî polîtîkaya emperyal e. Eger polîtîkayên xwe di nava hevsengiyek bi hêzên emperyal de nemeşîne, wê karibe bê tesfiye kirin. Ev yek jî di 15'ê Tîrmehê de dît." Karagumluk destnîşan kir, ku ti şensê serketina dagirkeriya dewleta Tirk a li Rojavayê Kurdistanê nîne.

'GELÊ KURD WÊ TÊKOŞÎNA XWE MEZINTIR BIKE'

Karagumruk bal kişand ser êrîşên faşîzma Erdogan û AKP'ê yên li dijî gelan, şoreşger û Kurd ev nirxandin kir: "Ev êrîş ji bo hebûna Erdogan û faşîzma AKP'ê girîng in. Erdogan baş dizane, ku ew nikare Kurdên berxwedêr têk bibe. Mîna ku hevrê Ocalan dibêje; 'ev gel dikare 40 salên din jî li ber xwe bide'. Lê belê Erdogan dixwaze hebûna xwe ya li ser desthilatdariyê bi zexta li dijî Kurdan misoger bike. Ji ber vê yekê bi mejiyekî mêtînger bi rengekî bêrehm û êrîşkarî bi ser Kurdan ve diçe. Jê heye ku eger Kurdan bêdeng bike, wê karibe hesabê polîtîkayên herêmî bike. Bi vî mejiyê xwe yê faşîzan, di berxwedana xwerêveberiyê de mirov bi zindî şewitand û bi balafiran bombe li gel barand."

Karagumruk da zanîn, gelê Kurd li dijî pêvajoyên mijûlkirinê yên navbera salên 2012-2015'an bi çeperên xwerêveberiyê re berxwedan û nerazîbûneke xurt nîşan da û got, "Gelê Kurd wê di rojên pêş de têkoşîna xwe mezintir bike. Têkoşîna li Bakur wê xwe biparêze û bi pêş ve bibe. Paralelî têkoşîna li Bakur divê têkoşîna li metropolan jî xurt bibe."

'ERDOGAN Û AKP BÛNE ÇAVKANIYA TERORÊ'

Yucel Karagumruk diyar kir, Erdogan û AKP dixwazin bêhêvîtiyê bixe nava gel û got, "Lîberal careke din ber bi aliyê xwe ve kişand. Kes yekser li ber dagirkirina Cerablûsê ranebû. Ya ku divê bi giranî li ser bê axivîn, paşverûtî û terora Erdogan e. Paşverûtî û terora Erdogan ne tenê li Kurdistan û Tirkiyeyê ye. Ew bûye çavkaniya terorê ya li tevahiya herêmê. Lewma ya divê ji holê were rakirin hevkariya AKP-DAIŞ'ê ye." Karagumruk destnîşan kir, ku ji ber vê rastiyê, berxwedana li metropolan stratejîk û pêwîst e.