Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan piştî bernameya xwe ya li Erdîşê bi teyarê beşdarî merasima li herêma TOKÎ li wir hatine çêkirin ya Bajaroka Sixkê ya Wanê bû. Erdoganê di bin ewlehiya polîsan de hate navendê, weke li Erdîşê di axaftina xwe de li Wanê jî BDP û Şaredariya Wanê hedef girt.
Erdogan diyarkir ku dê Wanê bike bajarê mezin, piştî bibe bajarê mezin dê xizmetên pir mezin bê kirin. Erdogan wiha got: "Wan dê bibe bajarê mezin û dê gelek xizmetên mezintir ji birayê xwe yên Wanî re bide qezenckirin. Şaredariya Wanê dê wekî niha tenê ne ji şaredariyê berpirsyar be. Bi navçe û gundên xwe re di nava sînorên xizmetên bajarê mezin de be. Wan dê weke şaredariya bajarê mezin bikeve hilbijartina pêşiya me."
AVA KU ŞAREDARIYÊ ANÎ JI HIKUMETÊ RE KIRE MAL
Erdogan da zanîn ku, di erdhejê de kesên soza dê alîkarî bidin soza xwe bi cih neanîn û ev tişt gotin: "Hin gotegot hene. Dipirsin, 'Hin alîkariyên tên hene, pereyên ji derveyê welat hatine hene, ev pere çi jê hatin'. Hûn ji wan bipirsin ev pereyên hatine civandin çiqasî wê li ser hesabê serokwezîrtiyê hatiye razandin. Yên di hesabê me de hatiye razandin diyare. Yê ji butçeya me ya netewî de hatiye veqetandin diyare. Pereyê me razandiye 2 katrilyon û 600 trilyone. Pereyên ji derên ku hûn dibêjin ji çend trilyonî derbaz nabe. Kesên wekî alîgirên PKK'ê ku kampanyayê pêk anîne nexapin."
Erdogan di axaftina xwe de ava ku ji hêla şaredariya Wanê ve hatiye kire male xwe û wiha got: "Ka ava Wanê? Divê Şaredariya Wanê vê kiribûya. Çima ava Wanê nayine? Min jî kir, ava Stenbolê tunebû. Ji 180 kîlometreyê av me anî. Me ji rêveberiya navendî yek qirûşek alîkarî negirt. Ji kerema xwe re hişyar bin. Em vê gomleka bîrdoziyê derxin. Di pirtûka me de cûdakarî tune ye. Em baş dizanin kî cûdakariyê dike."
Erdogan piştî axaftina xwe ji Wanê veqetiya.