Erdogan kevneşopiya dewletê meşand û wê di 1'ê Mijdarê de winda bike
Rojnamevan-nivîskar Necmettîn Salaz diyar kir ku polîtîkayên Erdogan li hemberî Kurdan dimeşîne, dewama polîtîkaya dewletê ya li dijî Kurdan a dema komarê ye.
Rojnamevan-nivîskar Necmettîn Salaz diyar kir ku polîtîkayên Erdogan li hemberî Kurdan dimeşîne, dewama polîtîkaya dewletê ya li dijî Kurdan a dema komarê ye.
Rojnamevan-nivîskar Necmettîn Salaz diyar kir ku polîtîkayên Erdogan li hemberî Kurdan dimeşîne, dewama polîtîkaya dewletê ya li dijî Kurdan a dema komarê ye. Salaz destnîşan kir ku êrîşên beriya hilbijartinên 7'ê Hezîranê hatin destpêkirin ji ber vê yekê surprîz nînin û got, "Hilbijartinên 1'ê Mijdarê wê dawî li Erdogan û AKP'ê bînin." Rojnamevan-nivîskar Necmettîn Salaz ji ANF'ê re axivî.
Hûn polîtîkaya êrîşê ya Erdogan û AKP'ê ya li hemberî Kurdan, ku berî hilbijartinên 7'ê Hezîranê destpê kir, çawa dinirxînin?
Polîtîkaya nû ya êrîşê, ku Erdogan beriya hilbijartinên Hezîranê da destpêkirin, surprîz nîne. Ev kevneşopî Mûstafa Kemal re destpê kiriye. Di dema Osmanî de Kurd hîn bêhtir azad in. Li ser navê xwe pere çap kirine, navê herêma wan Kurdistan e. Dema rewşa Osmanî û ya Komarê li beramberî hev were nirxandin, Kurd wê çaxê bêhtir rehet bûn.
Mûstafa Kemal ji Nûrettîn paşa re telgrafê dişîne û dibêje, "Em komarê bi Kurdan û Tirkan re ava dikin, Mirovên li herêmê ji bo desthilatdariyê amade bikin, em ê wê derê bikin muxtariyet. Em ê şaredariyan teslîmî wan bikin, em ê wîlayetên wan teslîmî wan bikin û Kurd wê xwe bi xwe bi rêve bibin."
Mûstafa Kemal di pirekê re derbas dibe û neçare bi her kesî re li hev bike. Bi Çerkezan re, bi Kurdan re li hev dike. Deriyê wî li daxwaza vekiriye. Lê belê di sala 1924'an de, di Xala 86'an a Destûra Bingehîn de "Her kesê li Tirkiyeyê dijî Tirk e" tê nivîsandin. Ev komediyeke.
Mûstafa Kemal piştî ku pir derbas kir, dest bi hilweşandinê dike. Çerkez Ethem ê ku desteka herî nêz jê girt, weke xayinê welêt îlan kir û ew zilam neçar ma bireve Yewnanîstanê.
Piştî ku Kurdan hêviya xwe ji Mûstafa Kemal birîn, bi îsyana Şêx Seîd re dest bi rêze îsyanan kirin. Bi îsyanan re Kurd rastî êrîşa topyekûn hat. Di dewama wê de Îsmet Înonu rabû got ez nûnerê Kurd û Tirkan im. Dûre raporên komkujiyê amade kir. Di salên 60'î de dîsa bi axayan, bi rûspiyên Kurdan re têkilî hebû, lê piştre hemû avêtin girtîgehê.
Em werin dîrokeke nêztir. Suleyman Demîrel got, 'Realîteya Kurd heye'. Mesût Yilmaz got, 'Rêya Yekîtiya Ewropayê di Amedê re derbas dibe'. Erdogan got, 'Ev meseleya me ya namûsê ye'. Ev hemû gotinên ji bo xurtkirina xwe ne. Îslamiyan destek didan Erdogan, tevî vê yekê ji Kurdan destek dît û desthilatdariyeke xurt ava kir. Ji ber ku Kurd yek ji sê parên tevahiya nifûsa Tirkiyeyê ne. Encamek bi vî rengî derket holê. Gotin em ê her tiştî çareser bikin û Kurd 10 salan bi vê re mijûl kirin Li Oslo bi nûnerên PKK'ê re hevdîtin kirin. Li Îmraliyê bi Birêz Ocalan re hevdîtin kirin. Lê belê dema em îro li van hemûyan dinêrin, dibînin ku heman taktîka Mûstafa Kemal e.
Ev weke kevneşopiya dewletê dimeşe?
Belê, bi wî rengî ye. Hikûmet bi tenê organên bicihanîna wê kevneşopiyê ye. Di vê kevneşopiyê de dayîna hêviyê û mijûlkirin heye. Mijûl bike, sozan bide, lê gava roja wê hat, hingî li çareyeke jê xilasbûnê bigere. Taktîka giştî bi vî rengî ye. Ji ber vê yekê ti tiştekî Erdogan dike, ji bo min ne surprîze. Lê roj wê were û hêza Kurdan wê vana neçarî diyalogeke rastî bike.
Niha dibêje bila ekonomiya min ji dest neçe, lê welat parçe dibe. Tirkiye ji sedî 30 ê pêwîstiya petrolê bi xwe hildiberîne û vê jî ji Semsûr, ji Ramanê bi dest dixe. Dema Kurd nebin, wê petrol dakeve sifirê. Kurd hêza erzan a kar e. Kurd embara zad e. Embara sewalkariyê ye. Eger hûn van hemûyan vekişînin, wê aboriya Tirkiyeyê têk biçe. Kengî Kurdan gotin 'ya tu yê bi me re li dora maseyê rûnê, yan jî em bi temamî vedikişin' hingî wê dewleta Tirk bi rastî jî li dora maseyê rûnê.
Di vê çarçoveyê de, îlanên xwerêveberiyê pêşketineke çawa ye?
Îlanên xwerêveberiyê mafê Kurdan e. Eger li cihekî vîna we ya siyasî nayê naskirin, eger çanda we, zimanê we tê înkarkirin, hingî mafê we heye ku bi vî rengî xwedî li vîna xwe derkevin. Lewma, li hemberî êrîşên dewletê divê mîna Cizîr û Sûrê, Kurd bi topyekûn li ber xwe bidin. Êrîşên bên kirin ancax bi vî rengî werin şikandin.
Ev êrîş gihaşt radeya êrîşa li hemberî goristanên gerîla. Armanca dewleta Erdogan û AKP'ê çi ye?
Erdogan hêviya xwe ji temamiya Kurdan birî ye. Ji ber ku Kurdan berê xwe dane Rêberê Gelê Kurd, dane PKK'ê. Erdogan vê gelekî baş dibîne. Niha ji Erdogan re 3-4 pûan lazim e. Lê belê eger hilbijartineke demokratîk were kirin, Erdogan wê nikaribe ji Wan û Amedê wî parlamenterê xwe yê dawî jî derxîne. Li gorî agahiyên ji şêwirmendên xwe, ji MÎT'ê werdigire, bi dizîna dengan li bajarekî ancax dikare parlamenterekî zêde bike. Lê ew ji Kurdistanê tê jêbirin.
Ji ber vê yekê berê xwe daye neteweperestan?
Bêguman wê berê xwe bide neteweperestiyê û hewl bide ji wê derê çend pûanan werbigire. Rêya vê jî êrîşa li hemberî Kurdan e. Êrîşên li dijî şehîdgehan jî bi vê armancê tên kirin. Êrîşî mizgeftan, malên cem jî kirin. Lê belê dema mizgeft a Kurdan be, hingî pirsgirêk nîne bê xerakirin.
Heta hilbijartinê wê polîtîkayên wan ên têkbirin û êrîşê dewam bikin. Wê hewl bide mirov ji cihên lê dengê xwe bi kar bînin koç bikin. Lê belê ev nepêkane. Ji ber ku Kurd ne Kurdên dema Mûstafa Kemal, ne Kurdên dema Înonu, ne jî Kurdên dema salên 90'î û dema destpêkê ya Erdogan in. Kurdan îro li bajarokêkî xwe gihandine rêxistinbûyîneke ji sedî 90-95'an. Ev yek li ti qada berxwedanê ya cîhanê nehatiye dîtin. Di rewşeke bi vî rengî ve koçberkirina beşek ji van mirovan, wê bi kêr neyê. Dibe ku li hin cihên bejahî sindoqan bidizin. Lê belê Kurd mîna berê ne li gundan e, bi giranî li bajaran dijîn. Hûn li gundên Amedê 20 hezar dengan bidizin, wê çi biguhere?
Di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de li Stenbolê ez herî zêde li benda 5 parlamenteran bûm. Lê belê 11 parlamenter derketin. Vê carê wê ji metropolan hîn bêhtir dengan werbigire. Bi dîtina min hejmara parlamenterên li Stenbolê wê bigihêje 15'an. Enqere wê bibe 2 yan jî 3. Li Îzmîrê wê zêde bibe. Li Îzmîrê hestê neteweyî bilind e. Li ewqas bajarên perava Derya Spî ewqas bûyer qewimîn, lê li Îzmîrê tiştek nebû. Li hemberî vê yekê Erdogan ji bo dengê neteweperestan Turkes transfer kir, lê ev hewldana wan a dawî ye.
Eger encamek weke ya hilbijartinên 7'ê Hezîranê derkeve, wê serdemeke çawa derkeve pêşiya Tirkiyeyê?
Ya rast, eger encamek mîna ya 7'ê Hezîranê derkeve, ev yek wê bê wateya dawiya Erdogan û AKP'ê. Bala xwe bidinê Serokê Fermandariya Giştî yê Tirkiyeyê yê niha li DYA xelata liyaqatê girtiye. Ev gelekî girîng e. Wekî din, eger DYA bi dengekî bilind rabe kesekî rexne bike, ev tê wê wateyê ku dest ji wî kesî hatiye berdan. Lewma Erdogan ji çavê DYA ketiye. Li pêşiya me mînakek Mûrsî heye. Mûrsî lîderê Biratiya Misilman bû, li wir desthilatdar bû. Lê belê di şevekê de daxistin û niha bi îdamê tê darizandin. Pêwîste Erdogan vê mînakê baş bixîne. Artêşa ku dibêje wî di nav de hin tesfiye kiriye, eger ji aliyê DYA ve serbest bê berdan, hingî wê emrê Erdogan bi tenê şevek be. Erdogan di nava vê panîkê de dijî. Li rûyê wî binêrin, li gotinên wî binêrin hûn ê vê tirsê bibînin. Ji xwe li derdora wî kesek nemaye. Bi dîtina min, ew nikare bi rehetî razê.
Baş e, eger encam bi heman rengî be û êrîş zêde bibin, wê li Kurdistanê tabloyeke çawa derkeve holê?
Eger êrîş zêde bibin, Tevgera Azadiyê ya Kurd wê dijwartir bersivan bide. Weke mirovekî ji derve lê dinêre, dibînim ku Tevgera Azadiyê ya Kurd ji her demê bêhtir ji şer re amade ye. Li bajaran gelekî xurt û serdest e. Beriya niha gerîla dadiketin cihên nêzî bajêr, mîna li Geverê çalakî li hemberî qereqolê dikirin. Lê niha behsa bi hezaran hêzên xweparastinê li navenda bajaran tê kirin. Her roj gerîla li çend bajaran çalakiyan lidar dixin. Wesayîtên zirxî mîna paketa cixareyê bi hewa dikevin. Û ev yek jî bi tenê çalakiyên bersivdayîna li hemberî êrîşan e. Van çalakiyên bersivdayînê bi xwe, dewlet tengav kiriye. Psîkolojiya polîs û leşkeran xera bûye.
Tê gotin ku bi dek û dolaban wê hewl were dayîn HDP di binê bendê de bê hiştin...
Ev yek wê were wê wateyê, ku dewlet ji bilî şer ti rêyê danîne pêşiya Kurdan. Wê çaxê wê şerê ez behsa wê dikim, destpê bike. Di deh salên dawî de her tim hat gotin, werin siyasetê bikin. Yên hatin çêbûn. Heyetên aştiyê ji Tirkiyeyê re hatin şandin. Bi projeya Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan re, Kurd, Tirk û gelên din bi hev re di bin sîwana HDP'ê de civiyan. Di têkoşîna demokrasiyê de ev yek gelekî girîng bû. Baş e eger dewlet rêya vê yekê bigire, wê demê weke Kurdekî wê çi ji min re bimîne? Ev mirovekî 60 salî me û eger bi temamî derfetên siyasetê ji destê min bigirin, hingî ez ê jî hewl bidim rahêjim çekekê. Tu yê bigirî, bikuje û dûre rabe bêje siyasetê bike. Ez ê çawa siyasetê bikim?
Mîna êrîşên dewleta Tirk ên li bakur, li herêmê jî ji aliyê giştî ve êrîşek li hemberî Kurdan di nava çend salên dawî de didomin. Hûn têkoşîna hevpar a Kurdan li hemberî van êrîşan çawa dinirxînin?
Di rewşa heyî de, eger em rojhilatê Kurdistanê ji hin aliyan ve li derve bihêlin, mirov dikarin bêjin ku sînorên navbera Kurdistanê ji holê radibin. Sînorên Bakur-Başûr, Rojava-Başûr, Rojava-Bakur bi temamî ketin rewşeke çêkirî. Di pêvajoya Kobanê de Kurdên li Bakur têlên li ser sînor derbas kirin, ji erdê mayinkirî derbas bûn û tevlî berxwedanê bûn. Tiştekî bi vî rengî berê hatibû dîtin? Bûyer, qewimîn û pêşketinên li Kurdistanê di vî warî de hêviyê dide mirovan.
Siyaset karekî demdirêj e. Divê mirov bi demdirêjî lê binêrin. Niha di navbera Silêmaniye û Wanê de ti cudahî nîne. Bi sedhezaran mirov ji Silêmaniyeyê tên Wanê, ji Wanê tên Silêmaniyeyê. Ev yek yekbûyîn e. Ruhê Kurdistanî bi vî rengî diafire. Kobanê di vî warî de ruhê neteweyî yê li Kurdistanê bi awayekî gelekî cidî xurt kir. Hejmareke gelekî kêm a Kurdan ji ber sedemên çînî û têkiliyên bazirganiyê, bi xemsarî nêzî vê pêvajoyê bûn. Gelekî kêm ji wan bi serdestan re hevkarî kirin. Ji bilî wê hema hema dilê hemû Kurdan li Kobanê lê dida.
Gelê Başûr bi coşeke mezin gerîla pêşwazî kiribû...
Dema êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Başûrê Kurdistanê destpê kirin, gerîla di cih de dest bi parastina gel a li bajaran kir. Li Silêmaniye, Hewlêr, Kerkûkê, gel bi coşeke mezin gerîla pêşwazî kir. Serokê herêmê çû mewziyan, bi gerîlayan re hevdîtin kir û sohbet kir. Başûr bû hevparê pirsgirêkên Bakur, Rojava, Bakurê Kurdistanê jî bu hevparê pirsgirêkên başûr. Lewma sînor ji holê rabûne. Li Rojhilatê Kurdistanê hînê heman rewş neqewimiye. Lê ez bawerim wê di demeke nêz de ew ê jî bikeve heman rewşê. Ev hevgirtina parçeyên Kurdistanê wê di salên pêş de bi awayekî cidî bêhtir bi pêş bikeve. Êdî li heman mewziyan parastina hev dikin, ji parçeyên din tevlî kongreyên hev dibin. Gelek tiştên erênî diqewimin.
Mîna êrîşên derve, Kurdan pirsgirêkên nava xwe jî hînê çareser nekirine. Mînak li Başûr bi heman e krîzeke serokatiyê heye. Ev pirsgirêk çima çareser nabe? Ev yek ji bo Başûrê Kurdistanê xeteriyeke çawa bi xwe re tîne?
Sîstema li Başûrê Kurdistanê hînê rûneniştiye. Maf û hiqûq hînê bi destûra bingehîn nehatine ewlekirin. Di pratîkê de PDK xwedî kantona Hewlêrê, YNK jî xwedî kantona Silêmaniyeyê ye. Hînê nebûne xwedî artêşeke hevpar, rêbazeke hevpar a jiyanê neafiriye. Siyaseta Tirkiyeyê hînê aliyekî bi rê ve dibe. Ji ber vê rewşê, sîstem rûnanê.
Partiyan hînê pirsgirêka serokatiyê çareser nekirine. Niha du nêrîn hene; bi bisînorkirina erkên serok re, serok ji aliyê gel ve were hilbijartin û bêyî bisînorkirina erkên serok re serok ji aliyê meclîsê ve were hilbijartin. Lê belê Birêz barzanî dibêje ez ê wezîfeyê bidomînim. Vê yekê di pratîkê de dike. Lê ev rewş heta bi hetayê nameşe. Birêz barzanî dikare dema wezîfeya xwe du salên din dirêj bike. Lê piştre, eger rewşeke bi vî rengî dubare bibe, wê li herêmê tevlîhevî derkeve. Xuyaye desthilatdarî tiştekî welê şirîn e, ku yê bi dest dixe naxwaze dest jê berde.
Kurê Barzanî serokê îstîxbaratê, birazê wî serokwezîrê herêmê ye. Eger ew nebe serok, pêkane yek ji wan bibe. Yan jî kesek ji nava YNK'ê, kesek ji nava Tevgera Goran wê ji bo wê kursiyê bê pêşniyarkirin. Lê di her şert û mercî de ev rewşa nediyar, wê demeke din dewam bike. Ji ber ku li herêmê hînê destûreke bingehîn nîne. Çanda lêgerîna li mafê xwe hînê bi pêş neketiye.
Ji ber vê rewşa nediyar a li herêmê rewşeke cidî ya krîza aboriyê heye. Tevî vê yekê koçberiyek ber bi derveyî welat jî heye. Eger rewş bi vî rengî dewam bike, pirsgirêkên di vê qadê de wê kûrtir nebin?
Di nava gel de ji vî alî ve bêaramiyeke cidî heye. Cudahiya aborî ya di nava çînan de her diçe mezin dibe, eger bi vî rengî dewam bike wê mezintir bibe. Ev yek pirsgirêka herî mezin e. Malbat hene debara xwe bi 500 dolaran dike, malbat hene debara xwe bi 5 mîlyon dolaran dike. Ev yek cudahiyeke gelekî mezin e û rêveçûneke gelekî xetere ye. Gaziyên ev herêm rizgar kirin, ev herêma ava kirin mehane bi 700 hezar dînarî debara xwe dikin. Halbûkî herêm dewlemendê petrolê ye. Stoka petrolê heye ku dikare 150 salan Ewropayê îdare bike. Herikîneke cidî ya pere ber bi herêmê ve heye. Lê belê benzîn hînê ji Tirkiyeyê tê îxraçkirin. Parzîngeheke xwe bi xwe nîne. Elektrîk ji Tirkiye û Îranê tê. Halbûkî eger salekê li ber xwe bide, wê hemû pirsgirêkên xwe çareser bike. Lê eger ev rêveçûn dewam bike, wê gel vê qebûl neke. Ev yek jî tê wateya tevlîheviyeke mezin. Ji ber ku dema sebra Kurdan fûriya, ew ê weke tsûnamî be.
Baş e, tevî van pirsgirêkên navxweyî, eger ev nêzîhevbûn û neteweyîbûna navbera Kurdan xurt bibe, wê helwesta dewletên li ser Kurdistanê serdest in çi be?
Bêguman wê xwe li vê ranegirin, wê zextê bikin. Lê belê bi xurtbûna yekîtiyê re wê nikaribin xwe li ber vî bayî bigirin. Ji ber ku beriya her tiştî PKK û PYD'ê nîşanî tevahiya cîhanê dan ku rêxistinên çawa ne, ku mirovên çawa ne. Li ser kaxizê nîşandana PKK'ê weke 'rêxistina terorê' ne girîng e. Gelê Ewropayê êdî bi vî rengî nafikire. Her kes di wê baweriyê de ye ku tevgera Kurd tevgereke laîk e ji bo azadiya Kurdan têdikoş e. Her kesî ji vê bawer kir. Aliyê erênî yê êrîşên DAIŞ'ê ji aliyê Kurdan ve, ev e. Li Ewropa, li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê her kesî dîtin ku tevgera bi pêşengiya Birêz Ocalan dixwaze rewşeke çawa ya azadîparêz ava bike. Tevahiya cîhanê dît ku bi rastî jî yekane hêza li hemberî DAIŞ'ê têdikoş e, tevgera azadiyê ya Kurd e.
Ji bo Kurdan rêya azadiyê êdî hindik mane biqede. Vê demê avantajên gelekî cidî da Kurdan. Li Başûr statuyek heye, Rojava wê êdî bibe xwedî statuyekê. Bakur, bi potansiyela dînamîk re, bi nifûsa xwe ya zêde re di wê pozîzyonê de ye ku pêşeroja Kurd û Kurdistanê diyar bike. Astengî dibe ku hebin, lê kurd êdî gelekî nêzî azadiya xwe ne.